Em qehriman û berxwedêrê kurd Bêhrûz Alaxanî ku li hemberê bêdadî û zilma dewleta Îranê bi avayeke dilêrî berxweda bi bîr tînin û bejna xwe li hemberê wî ditewînin, ji malbata Wî û gelê kurd re sersaxî dixwazin. Vê wehşeta rejîma Sêdare ku dijminahiya gelan û taybet gelê kurd kûr dikin nelet û nifrîn dikin. Ev siyaseta rejîma Îranê di vê demê tenê xizmeta têkbirina vê rejîmê dike. Di milekê bi Emerîka û dewletên derve lihev dikin û diyare ku encama van lihevkirina jî qûrbankirina gelê kurde. gelê kurd li herêmê dikin bazara nakokiyên navbera xwe. Ger dewleta îranê bi avayeke wisa bêgûman û bêtirs her roj dehan zarokê vi gelî ber bi sêdareyê dibe. Ev darvekirin û êrişên nemirovane jî encama lihevkirinên davî yê vê Rejîmê û siyaseta vê demê ya dewleta Îranê dij bi gelê me ye. Dewleta Îranê bi van darvekirinan gelê kurd ber bi biryarên pir cûda ve dibe. çewa kû li hemberê zilma Erdoğana gelê me biryara xwe ya têkoşînê da, ya ku Dewleta Rohanî jî ser gelê kurd ferz dike hemane. Bila rejîma Îranê di vê demê ku nefesên xwe yê herî dijwar dikişîne gelê kûrd neyîne wê astê ku êdî bin xirabeyên ku bi xwe ava dike dernekeve. Ji ber êrişê ser Hosiyê li yemenê bide sekinandin gelê herêmê û gelê kurd qûrban dikin. Ev siyasta qirêj ya rejîma heyî bi ti şêvazî nayê pejirandin û yên ku bi gelê kurd û nirxên wan dilîzin bêgûman bi çarenûsa DAİŞ’ê re rû bi rû bimînin. Darvekirina Bêhrûz Alaxanî mijarek ku bê pejirandin nîne. Ji xwe bi salan jêr şikenceyên herî dijwar de felc bibû. Di zagonê tû dewlekê de li hemberê mirovên ku di vê rewşê dene birayareke wisa hovane nehatiye erêkirin û pêkanîn. Lê Rêjîma sêdareya Îranê êdî hemû sînorên mirovbûn û vicdan jî derbas kiriye. Kurdeke ku bi wehşeta xwe felc kiriye jî ji bona xwe weke tirs û xeter dibîne. Tehemûla vê rejîmê li hemberê jiyankirina gelê kurd nemaye. Li girtîgehan li kolanan û her derê êriş ser gelê me dike. Bila Rohenî û dewleta wî dev ji siyasta xwe ya qirêj û direwîn ku li kûrdistanê dimeşînin berdin û vekirî vi gelî re rastiya xwe danên holê. Gelê me pêvîste ku rûyê rast yê Dewleta Rohanî Ku li Sine bi maskeya Dehakan tevdigeriya baş bibîne û li hemberê vê hovîtiya rejîmê helwesta xwe diyar bike.

Ciwanên Kurd li sertaserê Îranê pêvîste ku li hemberê van tayên sêdare ku her Roj ciwanekê ber bi qirkirinê dibe bêdeng nebin û helwestên xwe yê welatparêzî û berxwedêriyê raber kin. Li hemberê vê qirkirina siyasî û hovîtiya Rejîmê tû kurdek pêwîste bêdeng nemîne. Yan yê ev rejîm dev ji vê siyasta xwe berde yan jî yê hisabê van kiryarên xwe bide.

Bi darvekirina Sîrwan û Bêhrûzan hewl tê dayîn ku gelê me û teybet jî ciwanên kurd di vê dema dîrokî ku gelê kurd bi têkoşîneke bêhempa li her çar parçê kurdistanê çerenûsa xwe diyar dike ji vê têkoşînê pêngav paşve bavêjin. Ne gelê me ne jî tû ciwaneke kurd li hemberê vê siyasta pûçbûyî ya vê Rejîmê gere ji helwesta xwe ya bilindkirina têkoşîna xwe ya azadiyê û dûr nex. Dema wê ye ku gelê kurd di vê qonaxê çarenûsa xwe diyar bike û bi ti şêvazî dagirkerî û zilma li ser xwe qebûl neke û ti êrişên dijmin bê bersiv nehêle. Gelê kurd ji bona parastina xwe li hemberê hovîtiya DAİŞ’ê li Başr û û Rojava çewa bûn mertal û Îro li hemberê şerê AKP’ê xwe rêvedibin li hemberê siyaseta Sêdare û hovîtiya dewleta Rohanî jî pêvîste Ku mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Em bang li Rejîma Îranê dikin ku ji bona hin armancên Qirêj hirsa gelê Kurd nebin serî û rê ji dijminahiyeke hê Kurtir ya gelan veneken. Berdewamkirina van kiryaran bi ti şêvazî yê neyê pejirandin û em şiyarî didin ku dem ne dema bi hesasiyet û nirxê gelê kurd lîstine. Gelê kurd di wê dema dîrokî û di wê hêzê deye ku vir û şûnda biryara xwe ya jiyan û xwe meşandinê bide.

Ev kiryara rejîma Îranê di milê têkoşîna azadiya gelê kurd de yê bi ti awayî bê bersiv nemîne. Em banga têkoşîn û xwedî derketina ji şehîdên Sêdarê şehîdên Rûmet û berxwedanê ji gelê xwe taybet jî ciwanan dikin. Careke din vê kiryara faşîzan û nijadperest ya rejîma Îranê û siyasta qirêj ya dewleta Rohanî hemberê gelê kurd şermizar û nelet dikin.

 

Meclîsa Partî Jiyanî Azadî Kurdistan – PJAK
26.08.2015