Cejna vejînê, 37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK li hemû mirovahî, damizîr û afirînerê vê vejîna mezin Rêber APO û Şehîdên rêya heqîqet û li gelê Kurd û Milîtanên PKK’ê pîroz dikin.

PKK di demeke herî xedar û zor ya dîroka gelê kurd de bû ronî û hîvî ji bona gelê ku bi tinekirinê re rû bi rû bû. derketina PKK’ê ji bona gelê me careke din ketina nava pelên dîrokê bû, ji ber ku bi hevpêyman û qirkirina ku li her çar parçê kurdistanê pêş dixistin behs ji hebûna kurd kirin mûmkûn nebû. Rêberê gelê Kurd bi avakirina PKK’ê zihniyeta serdestiya inkar û siyaseta bê nasnamekirina mirovahiyê hilweşand. Nijadperestî, zyendîparêzî, olperestî û pergala Netew dewletê ku xwe bi metîngeriya ser civaka mirovahî bilind dikir bi felsefeya Apo’yî ve, derbeyeke herî mezin xwar. Li Rojhelata Navîn bi vê derketina dîrokî efsaneya berxwedan û jiyana nû bi navê gelan û demokrasiye careke din jîndar bû. Ji ber vê rastiyê jî îro PKK bûye roniya azadî û felsefeya jiyana gelê vê erdnigariyê. Jiyana PKK’ê vegera bi civaka Exlaqî û Polotîk, ango vegera bi cweherê xwe yê mirov bûnê ye. Di vê dema ku li Rojhelata Navîn hovîtiya çeteyên DAİŞ û hevkarên wan Rojhelata Navîn ber bi şerên xwînîn û qirkirinê ve dibe, Milîtanên PKK’ê bi riheke fedayî bûne, mertalên parastina nirxên vê civak û erdnigariyê.

Tû hêz û tû kesek nikare di demeke bi vi rengî ku PKK’ê li herêmê bi qehrimantî û bedelên mezin bi navê mirovahî û rûmeta mirovbûnê têkoşîn kir vê rastiyê nebîne û inkar bike. Rûxmê vê rastiya tê jiyankirin, bêdengiyeke mezin li hemberê êrişên dewleta Tirk ser PKK’ê û tecrîta li hemberê Rêberê gelê kurd heye. Ger îro li herêmê pêşî li êrişên hovane yê DAİŞ’ê ku bi destê vê dewletê tên rêvebirin û bûye belaya serê cihanê tê girtin, bêgûman ji ber berxwedana ku di milê militanên vê hereketê û gelê kurde. Lê ev rastî tê berovajî kirin û her hêz dewlet û milek ji ber berjiwendiyê xwe çavê xwe li hemberê qirkirina ku li Bakûrê Kurdisatan û êrişên dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê digire û vê rista ku PKK dileyîze ji nedîtî tên. Ev yek jî rastiya bi êş ya dewletên navnetewî û milên ku behs ji aştî, demokrasî û mafê mirov diken e. Em di wê baweriyê dene ku Hereketa PKK’ê bi Felsefa Apo’yî tenê alaternatîfa vê demê ya aştiyeke mayende û çareseriya pirsgirêka demokrasî û azadiyê li hemberê vi şerê ku li cihanê belav dibe ye. Her kesê ku behs ji mirovbûn, Rûmet û aştî û demokrasiyê dike di vê demê de pêwîste ku şerma mirovahiyê ku bûye sedema radestkirina Rêberê Gelê Kurd bi dewleta Tirk bi davî bînin û pêşî li êrişên ser gelê Kurd û hereketa PKK’ê bigrin.

Em bang li hemû gelên cihanê û kesên ku dilê wan ji bona aştî û azadiyê lê dide dikin, ku ji bona bi davî anîna tecrit û girtina Rêberê gelê kurd sekneke dîrokî raber bikin û di rûpelên reş yê dîrokê de cih negrin. Gelê me li her çar parçê Kurdistanê jî pêwîste ku xwedî nirxên xwe ku bi derketina PKK’ê gehiştiye asta serketinê derkevin û van destkeftiyên ku bi bedel û nirxên mezin hatine afirandin biparêzin. Îro PKK 29 serhildanê ku di dîroka gelê me de hatine jiyankirin ber bi serkeftinê dibe. Bi Rêbertiya Rêber APO û têkoşîna bêeman ya PKK’ê li herêmê sosyalizm, demokrasî û nirxên civakê careke din jîmdar dibin. Gelê kurd, ku bi pêşengtiya PKK’ê 37 sale têkoşîna azadî û demokrasiyê dide îro li herêmê û cihanê bi keda xwe hîmeke mezin û alternatîfeke herî bi hêz ji bona çareseriya hemû pirsgirêkên, siyasî, civakî, aborî, zayendî û pergalê pêş xistiye. Her kurdek pêwîste di ferqa vê ked û rista xwe de be û ji bona Kurdistaneke azad û jiyaneke bi rûmet derdorê van nirxan xwe bike mertal û heya serxistina vê dozê li her çar parçê krdistanê bi yek rih û dengî tev bigere. Çewa ku li Kobanê ev rih û deng bû yek vir û şûnda li Farqîn, cizîrê, Geverê jî pêwîste ev sekn bê raber kirin. Xwedî derketin ji destkeftiyên vê demê, xwedî derketin ji bedel û keda ku vi gelî bi xwe di oxira vê têkoşînê de daye. Banga me li hemû ciwan, jin û gelê em li her çar parçê kurdistan û taybet gelê me li Rojhelatê Kurdistanê ewe ku bi rihê Viyan, Rostem, Şîrîn û Sarayan di vê qonaxê de, bi erka xwe ya Netewî rabin û vê têkoşîna azadiya gelê xwe ber bi serkeftinê bibin.

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ─ PJAK
26.11.2015