Qetliama hovane ya 9’ê Çile li Parîsê ku dij bi sê jinên tekoşêrê kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan, Leyla Şaylemez pêş ketiye lenet dikin û di kesayeta her 3 qehrimanên jin hemû jin û mirovên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin.

Qetliama Parîs’ê di kesayeta her sê jinê kurd, têkoşîna azadiya mirovahî û jina kurd armanc kir. Hejmoniya Nijadperestî û Zayendîparêziyê di sedsala 21. de bi vê qetliamê şêwazê şerê xwe yê nûh li hemberê jinê diyar kir. Rêbazê qirkirina jinên kurd li Parîsê ji şêwazê hovane yê zihniyeta DAİŞ’ê qût nîne. Çanda komkûjî û qetilkirina jin li cihanê ji ber bêdengiya dad û vicdanan bû sedema qetliama jinên li Şengal û Nîcerya. Yên ku jinên kurd li Parîsê qetl kirin encama heman zihniyetê ye ku li Şengalê 5 hezar jin revandin û bi hizaran jin bi şêwazê herî hovane qetl kirin. Heman zihniyete ku li Nîcerya hemberê jinan pêk tê di rastiyê de faşîzma hemberê jine ku gehiştiye asta herî bilind. Destpêkirina van qetliam û hovîtiya ser jinên kurd ji zihniyeta vê serdemê ya zayendîparêz, siyaseta desthilatdarî û planên metîngeriya li ser Rojhelata Navîn û gelê Kurd qût nîne. Jina Kurd ku di vê serdemê de hemû plan û siyaseta dij bi jin, civak û demokrasî û azadiyê bi asta ku gehiştibûyê û bi rêbazê xwe yê têkoşînê vala derdixist. Di demeke ku di navbera Modernîteya Kapîtalîzm û Dewletnetewên li heremê şereke mezin yê emperyalîzm û desthilatdariyê dihate meşandin, jina kurd bi pêşengtiya xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd de bi alternetîfeke nû pêşî li serketina planên nu yê siyaseta metîngerî û dagirkeriyê li herêmê digirt. Ji ber vê rista dîrokî ku jina kurd girtibû ser milê xwe bû armanca van êrişên hovane. Sakîne Cansiz ku di destpêka têkoşîna azadiya gelê kurd de bi rista pêşengtî rabibû, seknek, xetek, şêwazeke nû yê têkoşîna jina kurd di vê meşa xwe ya dîrokî de ava kiribû ji ber wê jî hate armanckirin. Di kesayeta Rêheval Sara de dîroka berxwedaniya jin û têkoşîna gelê me ya demê hate armanckirin. Bi vê êrişê hewl hat dayîn ku cikvak û hereketên berxwedêr û alternatîfên çareseriyê derveyê rêbazê xwe ji holê rakin. Têkoşîna azadiya gelê kurd ya bi rih û Felsefa Apo’yî ji bona berjiwendiyê hejmoniya cihanî weke xeterî û astengiyeke mezin dihate dîtin, ji ber vê jî ev hovîtiya mezin hemberê gelê me û jinên kurd li dîroka mirovahiyê hate jiyîn.

Îro jî li hemberê hereketa azadiya gelê kurd heman şêwaz û bêdengiya cihanî, dad û vicdana tê jiyîn. Rojane dehan jin û Zarok di milê çeteyên Erdoğan li Amed, Silopî û Mardîn û li Rojhelatê Kurdisanê bi destê rejîma sêdare ya Îran’ê tên qetilkirin, lê her kes di nava bêdengiyeke mezin de tenê weke temaşevan li vê Arena û Engîzasyona dewletên dagirker li kurdistanê temaşe dike. Bêgûman ev bêdengî û heman dem êrişên ser gelê kurd û Têkoşîna azadiya jina kurd yê ti car neba sedemê ku gelê kurd dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê berde. Gelê me bi vîna xwe ya azadiyê çewa ku êriş û siyaseta ku DAİŞ’ê û hevkarê wê vala derxist, yê bi berxwedaniya xwe di xeta 3. de û pêşvebirina xweseriya demokratîk tola hemû qirkirin û siyaseta dagirkeriyê li kurdistanê bigre. Em bang li gelê xwe û jin û ciwanên kurd, dikin ku di vê dema rûmetê de bi sekna xwe ya netewî û rihê serketinê xwedî ji destkeftiyê xwe derkevin. Li kûrdistanê şereke qirkirinê ser me kurdan tê ferz kirin, lê belê gelê me li Rojava ev siyaset bi rihê netewî têk bir, dema wê ye ku bi vi rihê berpirsyartî em vê siyaseta li Bakûrê kurdistanê jî têk bibin hatiye. Her kurdek li kû be li hemberê Bakûrê kurdistanê pêwîste ku bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe.

Bi vi rihî yê siyaset û zihniyeta ku pişt qetliama Parîs, qirkirina 9 gûlanê li girtîgeha Evîn û qirkirina li Şengal û Helepçe bû bê ronî kirin û tola cangoriyên di oxira azadiyê de ji faşîzm û nijadperestî û zayendîparêziyê bê girtin. Ronîkirina van qetliaman û bi davî anîna van qirkirinan erkek rûmet û mirov bûnêye.

Em careke din hemû hêz û hejmoniya ku pişt van qirkirin û hovîtiyane lenet dikin û sonda serxistina doza azadiya gelê kurd û pêşvebirina pergala netewa demokratîk dixwin.

Hevserokatiya PJAK

07.01.2016