ZÎLAN VEJÎN –

Pergala modernîteya kapîtalîst di roja îro de, ji bona ku temenê xwe dirêj bike û xwe ji qeyrana heyî rizgar bike, îro li Rojhelata navîn bi bîrdozî û pergala xwe ya netew-dewlet şereke mezin yê emperyalîzmê dide meşandin û yek ji sedema mezin bûn û gûrbûna şerên hovane û qirêj yê li herêmê ji ber vê siyaseta van hêzane. Bi taybet hişmendiya netew dewlet bi pêşxistina cinsiyetperstî û nijadperstiyê hemû rengên civakê wek netew, çand, ziman, mezheb her viha jin tu maf jê re nayê dayîn. Li hember van her 2 xetan îro gelê herêmê û bi taybet gelê kurd li ser bingeha paradîgmaya Rêber APO têkoşîn di xeta 3. û netewa demokratîk weke çareserî hildibijêrin. Li hember pergala ku gelan, civak û bi taybet jin parçe û qir dike tenê rêya xwe parstin û jiyankirinê di vê demê de ev rêbaz maye. Bi inşaya jiyana civakê derdorê pergala netewa demokratîk gelê kurd xweseriya xwe îlan kir. Yanî tevlî pergala dewletê nabe û modernîteya kapîtalîzm jî weke tercîhekê napejirîne. Li kêleka pergala dewletê pergal xwe ya xwe rêveberênê avadike. Di heman demî de dibe pergala gel a derveyî dewletê. Vê demê bi çanada xwe jiyan kirin, bi zimanê xwe perwede ditin e. Di varê aborî û hiqûqû de cuda dibe. Li ser esasê siyaseta demokratîk siyaset dike. Dema ku gel îfadeya xwe di dewletê de nebîne wê demê pergala ku bikare xwe dinav de îfade bike (pergala konfederalîzma demokratîk ku şêwaza wê xweseriya demokratîk) esas digire. Gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê her dem ji bo azadî, aştî û vekheviyê têkoşiya û di nava çalakî û serhildanan de bûye. Her viha di oxira vê de bedelên pir mezin dane. Lê belê heya roja îro jî pergala dewletê îrada gelê kurd nas nekiriye û hemû mafê vê yê jiyanê jê hatiye girtin. Li hemberê siyaseteke bi vi şêwazî derveyê diyarkirina çarenûsa xwe ti derfetekî din ji gelê kurd re nehatiye hiştin. Ji ber vê yekê di roja îro yê çareseriya xwe bi xweseriya demokratîk pêş bixe, bi rêxistin kirin û yekitiya xwe jî azadiya xwe bi dest bixe. Ji bona damezirandina vê bi rêbazê têkoşînê bi diyalog esas digire. Ji ber ku vîna gelê kurd neyê naskirin, rêbazê parastina rewa û damezirandina pergala netewa demokratîk hilbijarteya vê serdemê ya gelê kurde. Civaka Kurdistanê bi xwe rêxistin kirina di çerçoveya heşt rahendên Xweseriya demokratîk weke qada siyasî, hiqûqî, civakî, aborî, çandî, ekolojîk û dîplomasî de yê xebatê xwe yê avakirinê bingehîn a çareseriya demokratîk. Gelê kurd bi armanca bidavî anîna serdestî, qirkirina civakê, bêndestitiya aborî, ji talan û qirkirna çandî yê bi avakirina pergala xwe, yê vê pêvajoyê bizivirîne serkeftinek bi navê îrada gelan.

Çawa ku jinan di her serdemê kaos û şerên dijwar de her dem bi rista pêşengtî rabûye, di vê serdemê de jî bi beşdar bûn di pêşvebirina pergala netewa demokratîk û xweseriya demokratkî de bi vi rolê xwe ya dîrokî radibe. Pergala modernîteya kapîtalîst ji bo îqtîdar, yekperestî û yekparebûna xwe qahîm bike, herî zêde jinê dike qûrban û bi kar tîne. Li ser bindestiya jin her ku çû koletî, bindestî û şer li cihanê berbelav bû. Di vê serdemê de berfirehbûna sîstema sermayedarî bi meta kirin, reklam kirina jinê, talan û metîngeriya li ser gelan xwe li ser lingan girt. Nirxê herî pîroz ya civakê (jin) di vê serdemê de bûye metaya herî bi qîmet û li bazaran tê firotin. Her viha bi bîrdoziya nijadperestî û cinsiyetparêziya civak di şexsê jinê de ji cewher dûr xistiye. Li hember zayendîparêzî û nijadperstiyê, jin û civaka kurd bi têgîna avakirina pergala xwe û netewa demokratîk weke tenê rêya çareseriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan û jin esas digire. Ji bo vê jî di pêşvebirina xweseriya demokratîk jin rista pêşeng digire ser milê xwe. Xweseriya dimokratîk ku li ser bingehê heşt rahenda tê avakirin, ew heşt rahendên di despêka jiyana mirovahiyê de jin civakê bi avayekî xwezayî birêve dibir, îro jî di van beşan de (aborî, hiquqî, parastina cewherî, civakî, çandî, ekolojîk, siyasî û dîplomasî) xwe birêxistin kirin yê birêve bibe. Ji ber jin avakerê cewherê civaka xwezayî ye, ya ku civakê heqîqeta cewherê wê re bide jiyan kirin dîsa jine. Tucara civak û jin pergala îro ya cihanê ya xwe nedîtin û nepejirandin. Ji bo wê jî jin îro bi hêza xwe ya coş, moral, bawerî û raman ruxmê hemû bedelên giran jî gav paşve navêje her roj di alanekî de xwe bi rêxistin dike. Civak û jina kurd îro felsefeya Rêber APO weke rêya sêyem û xwe rêzgar kirin ji pirsgirêkên ku civakê ber bi tunekirinê ve dibe ji xwere esas digire. Ji bo di pêşerojê de bikare civakek di nava vekhevî, azadî û aştiyê de ava bike di nava têkoşînê deye.