Bêrîwan Hejar, Endama Meclisa PJAK’ê li ser êrişên dewleta faşîsta tirk ji bo ser gelê kurd û pêvajoya dawîya rojhilata navîn u kurdistanê bersivên giring dide pirsên malpera PJAK’ê û bang li gelê kurd li Rojava, Başûr û taybet Rojhelatê Kurdistanê dike ku di vê qonaxê de xwedî ji berpirsyartiya xwe ya netewî û şerê Rûmetê li Bakûrê Kurdistanê derkevin. Taybet jî bang li ciwanên kurd dike ku ji bona piştgîriya berxwedêr ya gel û ciwanên Bakûrê Kurdistanê berê xwe bidin nav refên YPS’ê.

Hûn van êrişên dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê ku gehiştiye asta qirkirinê çewa digirin dest, ya ku li hemberê gelê kurd tê meşandin çi peyamê dide û çima bêdengiyeke mezin hemberê vê hovîtiyê heye?

Bêrîwan Hejar: Di serî de berxwedana li Bakûrê kurdistanê taybet li Cizîra Botan ku têkoşîna Rûmetê ya gelê me ye Silav dikim û li hemberê cangoriyên di vê rêyê de bejna xwe ditewînim. Hemen meheke ku dewleta AKP’ê bi çeteyên xwe berê xwe daye kurdistanê û rojne dehan jin, zarok û pîr û ciwanan qetl dike. Di milekê berxwedaniyeke bêhempa ya gelê me li Cizîrê, Sûrê û dewrên din yê Bakûrê Kurdistanê tê jiyîn û di milê din de jî hovîtiya dewleta Tirk heye. Çeteyên DAİŞ’ê yê AKP’ê ku li Rojava ser neketine niha jî li Bakûr Kurdistanê hemen rêbazê xwe diceribînin. Gor xûya dike Erdoğan rewşa ku çeteyên wan li Kobanê jiyan kir ji bîr kiriye. Şerê ku îro li Bakûrê Kurdistanê tê meşandin û siyaseta ku tê rabere kirin berdewama şerê Rojavaye û çi hêz nikarin vê rastiyê inkar bikin. Şêwazê hovîtiya ku li Kolanên Kurdistanê tê jiyankirin di ti serdemên şerên herî hov yê cihanî de jî nehatiye jiyankirin.

Gelê me yê kurd pêwîste ku vê rastiyê bizane ku di vê dema dîrokî ku em derbas dibin hemberê kurdan plansaziyeke berfireh ya hêzên navnetewî û dewletên li herêmê heye, tinekirin û qirkirina gelê kurd pêngava vê serdemê ya demokrasiya Tirkiyê, Awrûpa, Saziyên Mafê mirov û Yêkitiya Emerîkaye. Ragehandina xweseriya demokratîk hebe û neba jî dewleta Tirk demdirêj li hencetekê ji bona vê hemleya xwe ya niha dikir. Di vê demê de ne em weke gelê kurd ne jî gelên ku bûne qûrbanê vi şerê desthilatdariyê bê berxwedan û parastinê yê mafê wan yê jiyanê nemîne. Rastiya Şengalê Pêngava yekemîn ya vê heqîqetê bû. Ji ber vê jî vir û şûnda jî ev plan bê meşandin. Weke Rêbertiy me jî berî niha demekê anî ziman, gelê kurd dikeve qonaxeke şer û pêwîste li ku dibe bila bibe ji bona parastina xwe û rû bi rû mana şerkeke dijwar xwe amade bike. Bi siyaseta ku li kurdistanê tê meşandin nedîtina vê rastiyê nemûmkine.

Bêgûman em ji bêdengiya derve li hemberê van êriş û qetliaman tişteke jê xerîb nînin, di dîroka têkoşîna gelê me de her tim li hemberê qirkirin û siyaseta dij bi kurdan ev yek hatiye kirin û ger berjiwendiyê derve tê de nebin tû car behs ji wê jî nakin. Her kes baş dizane ku siyaset û armanca van êrişên dewleta Tirk çiye, lê belê heya kêliya ku qetliam bigehe astekê ku bi wê hem xwe weke rizgarkerê(Sûpermen) kurdan nîşan bidin hem jî bi mudaxila Tirkiyê ya xwe ser wan dasepînin. Di dîroka me de sedan bûyer û rastiyên wisa hene, qetliama Helepçe, destwerdana komara Muhabad û qetliama piştî wê, qetliama Şengal, Kobanê HWD. hemû encamê van siyaset û taktîkane ku hemberê gelê kurd tê meşandine. Îro jî li kolananên Cizîrê, Sûrê, Kerboranê cenazeyên zarokên vi gelî bi rojan li erdê dimîne, gel bi rojan cenazeyê xwe di nava cemedê vedişêrin, tirmên li erdê di milê lawiran de tê xwarin her derê sekwanên xwe li her derê cih kirine û yên dikûjin yên din jî digirin û infaz dikin. Rewşa ku niha li Bakûrê Kurdistanê tê jiyankirin ji hovîtiya li Şengal û Kobanê cûdatir nîne, lê belê berjiwendiyê van hêzan yê gehiştina petrol, dewlemendiyê li vê herêmê û siyaseta ku kê çiqas yê ser van cesedan zêdetir teserûf bike ji vijdan, dad û rûmeta mirovan bi nirxtir bûye. Ji ber vê jî lîstoka min nedît, nebîhîst û ji bona wê min deng nekir, hemebrê gelê me careke din tê lîstin. Ev rastiya derve û mafê mirovan û demokarisya pêşketî hemberê gelê kurde. Ev bêdengî hem li gor berjiwendiyê dewleta Tirk e, hemen dem ji bona hêzên derve jî weke fersendekê ye, dema ku wexta wê bê di milê xwe de binirxînin. Ji xwe karekterê vê demê yê demokrasiya Avrûpa jî ewe; nakûkiyan pêş dixîne û bi hev didin şer kirin û şûnda mûdaxile dikin. Ger ev siyaset hemebrê glê me tê meşandin, gelo em dikarin di bendiwariya wê de bin ku herî kêm bi erka xwe ya dij bi kuştina mirovên medenî, jin û zarokan rabin!

  • We di nirxandinên xwe de behs ji siyaseta dij bi kurdan ya vê demê kir, Li ser gelê kurd qirkirinek heye, we destnîşan kir ku dibe ev qirkirin ji ber siyaseta vê demê ya dij bi kurdan hê berfirehtir be, li hemberê vê siyasetê gelê kurd pêwîste ku çewa nêz be?

Bêrîwan Hejar: Li cihanê şereke mezin yê hegemonya desthilatdarî tê meşandin û ji bona wê jî her yek ji van hêzan di hewldanê wê de ye ku xwe bi hêztir bike. Ji ber vê jî li Rojhelata Navîn derfetên mezin ji bona bi hêzbûna xwe dibînin, sedema ku niha Rojhelata Navîn di vê rewşa giran ya şer û qeyranan de ye em nikarin ji vê siyaseta derve qût bigrin dest. Sala 2001 detwerdana Efganistanê ve, ev palansazî bi avayeke rêk û pêk berdewam kir û sala 2011 jî gehişte asta xwe ya herî jorîn. Bêgûman li Rojhelata navîn pirsgirêkên demokrasî, pirsgirêkên civakî û yê azadiya gelan hebû ev jî di milê hejmoniya cihanî de baş dihate zanîn bi kurkirina van nakokiyen hemen hemen herêm ber bi şerê qirkirina gelan û mezheban ve dehf dan. Niha li herêmê di milekê hewl tê dayîn ku bi kurkirina şerê mezhebî û heman dem planên ku gelan bi hev bidin şerkirin projeya xwe ya mûdaxilê ser bixin. Rewşa ku niha li Kurdistanê jî tê jiyankirin ji vê rastiyê qût nîne. Bi hevkariya dewleta Tirk ku li herêmê hemen hemen rolê ajantî û sîxortiya van hêzên hejmoniya cihanê dilîze wehşên DAİŞ’ê berê wan dan gelê kurd û bi vê yekê agirê şer li herêmê kurtir kirin. Ev planên wan ji ber berxwedanî û siyaseta ku gelê kurd li Kerkûk, Şengal û Rojavayê Kurdistanê raber kir ser neket. Ji ber vê jî hûkûmeta AKP’ê berê xwe daye Bakûrê Kurdistanê û tola vê binketina çete û palansaziya xwe ya sîxortiyê ji gelê me digire.

Gelê me pêwîste ku vê rastiya dîrokî û taybet jî siyaseta ku li herêmê tê meşandin baş bizane, gelê kurd weke gelê filistînê derveyê berxwedan û xwe azad kirinê tû şansê wan yê din di vê serdemê de nîne. Ne bendewarî ji dewleta Tirk ne jî hêzên derve ku bi xwe vî şerî û siyasetê dimeşînîn yê ji gelê me re aştî û azadiyê bîne. çewa ku gelê me li Rojavayê kurdistanê xwe parast û pergala xwe damezirand li Bakûrê kurdistanê jî gelê me serdemeke wisa jiyan dike. Tenê mayîna vê berxwedan û têkoşînê bi hin bajarok û bajaran re bêgûman yê tenê rêya rizgariyê nebe. Li hemberê vê rewşê li her çar aliyê kurdistanê ketina rewşeke xwe parastinê êdî vir û şûnda jê nevegere. Ger em derveyê cihên ku xweserî ragehandine, li qetliama li Wanê ku 12 ciwanên kurd infaz kirin temaşe bikin vê rastiya hovane ya Hûkûmeta AKP’ê û şerê ku Erdoğan li hemberê kurdan daye destpêkirin pêwîste em rast bixwînin. Ji bona wê jî hem xwedî ji qadên ku xweserî ragirtine derketin hem jî her qada ku kurd lê jiyan dikin kirina qada têkoşînê girînge. Li Tirkiyê Erdoğan demeke amadikariyê Darbeyekê dike û hemen hemen hemû sazî û dezgahên dewletê xistiye bin desthilatdariya xwe ji medya bigre, saziyên dadê, artêş û Polîsan bigre hemû dagir kiriye. Çewa ku Hîtler ferman qirkirina Yehûdiyan da îro Erdoğan jî bi xwe şibandina Hîtler di rastiyê de Fermana Kurdan daye. Di milekê hestên olî yê gelan digehîne asteke olperestiya hişk û mislimanan bi hev dide qetil kirin di milê din de jî fermana Kurdan daye. Li gor vê rastiyê gelê me yê kurd li Bakûrê kurdistanê pêwîste ku amade be û demeke ku berxwedan ji av û nan hewcedartire. Ji bona ku gelê me vê qonaxê derbas bike û siyaseta dij bi xwe planên qirêj yê Seltenetxwaziya Erdoğan pûç bike pêwîste hebûna xwe biparêze, ji bona ku jiyan bike û hebûna xwe biparêze pêwîste ku berxwe bide. Gotina Seyîd Riza ya li hemberê vê zihniyeta dagirker û faşîzan pêwîste em gelê kurd ji bîr nekin. Gelê me direw û lîstokên vê dewletê êdî baş dizane wê demê, berxwedana me ya vala derxistina van direwan û heman dem serî netewandina me li hemberê êrişên faşîzan yê vê dewletê bila di dîroka wan de ji wan re bibe derdek.

  • Rûxmê van êriş û şerê dijwar yê li Bakûrê Kurdistanê û bêdengiya cihanê, şansê gelê kurd yê serxistinê çiqas di pêş deye?

Bêrîwan Hejar: Gelê kurd nêzî 200 sale ku hemebrê dagirkerî û şer û qetliamên li ser xwe bi berxwedaneke bêhempa hebûna xwe heya roja îro domandiye. Bi sedan qirkirin, şêwazên herî hovane ser vi gelê hatin meşandin, ji qirkirina fîzîkî bigre heya yê çandî rêbazên ku ne aqil ne jî vicdanê mirovan nikare texmîn bike ser gelê me ji bona qirkirin û tinekirinê hatin birêvebirin, lê belê gelê me bi çanda xwe ya berxwedanê xwe parast. Di vê serdemê jî em bûne şahidê vê berxwedaniya bêmînek, her kesê ji bona ketina Kobanê xwe amade kiribû û baweriya tû hêzê nebû ku yê gelê kurd xwe hemberê vê qirkirin û wehşeta DAİŞ’ê biparêze. Ne tenê gelê me bi vi rihê fedayî xwe neparast heman dem darbeyeke herî xedar li van hovên dîrokê da. Gelê ku bi derfetên herî kêm bi teknîka herî lewaz, lê bi rih û baweriyeke mezin xwe kir mertalê Rûmeta mirovahiyê dîrokek nivîsî. Gelê kurd xwedî dîrokekêye ku çanda berxwedanê yek ji pîvan û rêbazeke wan yê jiyanêye. Bi sedan keç û xortê kurd bedenê xwe bi agir re kirin yek, jinên ku xwe ji zinaran avêtin, zarokên ku dema ku leşkerên vê pergalê dibînin û berê xwe didin agir û hizar destanê qehrimantiyê yê weke Mazlûm, Şîrîn û Arînan heye. Berxwedan Kobanê yek ji mînakên her berçav bû. Gelê me bi vi rih û hestên bilind yê berxwedanê ne mûmkûne ku winda bike. Dibe berdêlê azadî û serxistinê giran be, lê belê ya girîng ji bona kurdan her dem xwedî ji rûmeta xwe derketin û serî netewandina hemberê dagirkeriyê bûye. Gelo gelek, xwedî van ezmûn û rêbazê têkoşîne be û îro xwe gehandiye asta ku rêxistin dike û pergala xwe ya jiyan û parastinê jî heye çewa dibe ku bê dîl girtin. Derfetê gelê me gor demên bihorî ji her demê zêdetire û şansê ser xistina doza azadiya wê jî bêgûman pir zêdeye. Di vê demê yên ku berxwe didin û xwedî modeleke çareseriyeke serbixwe ne, bêgûman serxistina armancê wan ji her demê zêdetire. Gelê me jî weke hemû gelên herêmê û hêzên din ji vê qeyrana cihanî derbas dibin, ji ber vê yekê jî bi bilindkirina rihê netewî û hestyariya ku dema Kobanê pêş ket bêgûman yê vê berxwedana gelê me li Bakûrê Kurdistanê jî bi serkeftinê re tacîdar be. Hem asta siyasî ku gelê kurd gehiştiyê û heman dem bi ked û berxwedana xwe li herêmê û cihanê misyonê ku bi dest xistiye derfetên pir mezin yê azadî û serxistinê ji gelê kurd re ava kiriye. Ya girîng ewe ku gelê kurd bi vê hêz û dîroka xwe bawer vê pêngava xwe ya dîrokî bi bilindkirina têkoşîna di xeta 3. de bilintir bikin.

  • Di vê dema ku li Bakûrê kurdistanê hem qonaxeke şoreşê hem jî êrişên dewleta Tirk di pêş dene parçeyên din yê kurdistanê çewa dikarin beşdar bin?

Bêrîwan Hejar: Di vê dema ku gelê me ji bona azadî û xwe parastina xwe dij bi siyaset û êrişên hovane yê dewleta Tirk berxwe dide, ev berxwedan û têkoşîn ne tenê Bakûrê Kurdistanê hemû Kurdistanê elaqedar dike. Em nikarin rastiya kurdan û siyaseta ser wan tê meşandin ji hev qût bigrin dest. Çewa ku rizgarkirina Kobanê ji bona kurdan şerê Rûmetê bû îro xwedî derketin ji Cizîrê û Bakûrê Kurdistanê jî xwedî heman giringiyê ye. Îro li hemberê hemû hovîtiya dewleta Tirk li Cizîrê, Sûrê şerê man û nemanê tê dayîn. Erdoğanê ku digot Kobanê ha ket yê bikeve, niha jî dibê kolan-kolan, mal-mal emê wan temîz bikin, çewa ku gelê me bi helwesteke netewî û berxwedaneke bêhempa berê xwe da Kobanê îro jî li hemberê vê dijminahiya Erdoğan, heman helwest ji gelê kurd li parçeyên din tê xwastin. Ger îro li hemberê gelê me fermana qirkirinê tê dayîn, wê demê gelê me jî bi yekbûna xwe ya netewî vê zêdegavî û siyaseta ku li hemberê gelê kurd hercûre bêrêzî, şêwazê kuştin û bêdadiyê dimeşînin bi davî bike. Ser vê bingehê em careke din bang li gelê xwe li Rojava, Başûr û taybet Rojhelatê Kurdistanê dikin ku di vê qonaxê de xwedî ji berpirsyartiya xwe ya netewî û şerê Rûmetê li Bakûrê Kurdistanê derkevin. Taybet jî ciwanên kurd ji boana piştgîriya berxwedêr ya ciwanên Bakûrê Kurdistanê berê xwe bidin nav refên YPS’ê. Her bêdengî û xwedî nederketin ji berpirsyartiyên dîrokî dibe ku êşên ku gelê kurd heq nekiriye bide jiyankirin, her kurdek ji vê dozê û pêşvebirin û serxistina wê berpirsyare, wê demê her ferdeke kurd li Ku dibe bila bibe pêwîste ku bi vê têgînê tevbigere. Bi sekneke wisa weke kurd em dikarin behs ji rûmet û hebûna xwe bikin. Careke din berxwedana Jin û ciwanên yê vê axa pîroz silav dikim û di bi vê bawerim ku tû car yê zalim û Yezîdê demê li hemberê vê berxwedan û sekna pakrewanên vê axa pîroz ser nekeven û di xwîna ku dirijîne û nifreta ku dijîn de yê bifetisin.