JI BO RAYA GIŞTÎ, HEMÛ JINAN Û GELÊ KURD RE
983_pjak_female_fighters_1
Em wek gelê kurd di demek pir hesas û dîrokî re derbas dibin. Di vê merhelê de her bûyerek ku rûdide di kiliyê de bi xwere gohertin û vegohertinan avadike. bi taybet dewletên herêmê ji bo ku xwe ji vê qeyranê ku di herêmê de tên jiyan kirin xilas bikin û pergalên xwe yê bi hişmendiya mirsalar bêdomînên di nava hewldanan dene. Dewleta Îranê yek ji van dewetanane ku bi pergala xwe ya paşverû bi hişmendiya netew dewlet tevdigere.
Pergala rejîma Îranê di daviya vê salê de ji bo hilbijartinan kete nava amadekariyan de. Herç çêqas ku pir zide baweiya gel nînbû jî, lê belê cara yek bû ku ji bo hilbijartinan ewqas bi hijmarek zide ji kesên rêxistinê medenî, fealên siyasî, hûnermend, akademîsiyena û bi taybet jinan xwe namzed dana nişandan û navê xwe dinêvîsandin. Ew helwesta gel û jinan li Îranê eva dida nişandan ku êdî ji vê rejîmê re serî tevandin û îrada xwe teslîmê hişmendiya zayendîperst û nijadperst kirin bi davî anîne. Her wiha daxwaza gel ya ji bo bi pêşvebirina pergalek vekhev û demokratîk e. Bi taybet helwesta jinan ku mafê van jî heye ku di mercea biryar girtinê wek ( meclîsa xobrêgan) de cih bigirin û bi xwe îrada xwe temsîl bikim. Ji bo ku di hemû biryaran de bi taybet biryarên ku li ser jin têne girtin fikr û reya van jî hebe. Ev pêvajoya hilbijartinan ji bo rejîma dewleta Îranê statuku parêz şansek mezin bû ku di nav xwe de gohertinên bingehî avabike. Lê bele Rejîma Comhuriya Islamiya Îranê ev derfet û şans ji dest da. Îran ji vê tirsiya ku destin hêzên derve di van hilbijartinan de hene. Her wiha xwast bi red kirina namzedên serbixwe û bi taybet namzedê jin xwast pêşî li vê gohertinê bigire. Ketene nava fikarekî ku wek kesên dixwazin cepheya reformxwaz bi hêz bike û ya mohafizedar jî levaz bike rêbazên derveyê mafê mirov û demokratîk bi kar anîn. Li belê dewleta Îran vêna pêwîste baş bizane ku heta bi siyaseta xwe ya netew dewlet tevbigere yê nikaribe xwe ji şerê ku li herêmê rûdide xwe xilas bike. Eger dewleta Îranê difêkire bi wan helwestin xwe yê nijadperst û zayendîperst ser bikeve, lê belê pêşerojekî wek Tunusê lê pêşiya Îranê ye û yê nekaribe xwe ji vêna jî xilas jî bike. Heya cihekî yê bikare pêrsgirên gelan , demokrasi û jian segirtî bike, lê ji vir şûnde yê di nav xwede ber bi roxandinekî ve biçe. Ji ber ku civak êdî ji yeke re nikare bêdeng bimîne. Her çiqas dewleta Îran xwe wek dij bi pergala dij bi modernîteya sermayedar bide nişandan jî, lê belê bi her şêwazî hişmendiya netew dewletê li civakê ferz dike û tevdigete. Di vê serdemê de şerê cîhanê yê sêyemîn di Rojhilta Navîn de destpêlir û di roja îro de kilî bi dilî e berbelavê hemû cîhanê dibe heya ku vê pergalên netew dewlet neruxîne yê bidome. Eger îran bi şêwazek demokratîk pêrsgirêkên jin û gelan li welatê xwe çareser neke yê nekaribe xwe ji vê şerî û destverdanê xilas bike û ev metirsiya her li pêşiya Îranê heye.
Rexmê ku Şoreşa Islamî Ya Îranê bi pêşengtiya gel û bi taybet jinan pêk hat, lê bele heya roj îro jî di terefê eniyekê ve tê meşandin. Her car bi avayekî teşeyî dixwazin gohertin ava bikin û daxwazê civakê pêk bînên, dikevne nava hewldanên hilbijartinê, lê heman kesên ku dixwazin dihilbijirên û heman rejime jî bi rêve diçe. Rexmê evqas nerazîbûnê civak heya niha tu gohertinek di madezagon û qanûnên ku li ser jin û civak zext dide ava kirin gohertin nedaye çêkirin. Êdî gelên ku li Îranê jî dijîn tu hêviyek van ji dewletê nemaye. Dewleta Îranê her dem ji bo irîşên der vede tirsiyaye lê ev pirsgirêkên di nava civaka îranê de yê rejîma îranê berbê hilweşandinê ve bibin û vê mecbûrê gohertinê bike.
Ji bo vê jî em wek rêxistina jin KJAR bang li tevahî jinan li Rojhilatê Kurdistan’ê dikin, heya ku ev rejîma dewleta Îranê ya zayenîperest û nijadperst di nêzîkatiyên xwe yê dij bi vîna jin de gohertin çêneke di hilbijartinan de jinên Kurd bi boykut kirina neçûyîna xwe ya ser serndiqan de helwesta xwe bidin diyar kirin û yê ev kesên ku bi hêşmendiya mirsalar û desthilatdar hatine diyar kirin dengê xwe nednê de. Bi ji xwedî li vîna xwe ya siyasî derkevin û helwesta xwe bi vê şêwazê bidin diyar kirin. Bi şiyara ku “ heya ku ev rejîma zayendîparêz û nijadperest hebe em dengê xwe nadin kesekê”. pêwîste jinên kurd bi yek deng û fikrî xwekî li vê heswestê derkevên. Jin yê dengê xwe bide xwe ne yê ku li ser hemû zagonên qetil kirin, şîdedt û bê mafiyê li ser ferz dike. Ji hemû jin bi taybet jinên kurd hemû hayin red kirin yê jinên kurd jî bi vê helwestê yê van red bikin û siyasetên dewleta Îranê vala derxînên. Banga me ji bo boykut kirinê ji jinan re eve jin pêwîste xwedî li vê helwestê derkevên.
Koordinasyona KJAR
2016.2.19