Hevseroka partîya jiyana azad a kurdistan (PJAK) evîndar rênas li ser encama helbijardina perlemana îran ê ji bo malpera pjak nirxandin giring kir û gut: “Bêgûman ji ber ku tû cûdahiyê vê hilbijartinê ji hilbijartinên din nebû, mirov nikare bêje ku ev parlementoya ku bi rêbazên bêdad tê damezirandin yê hîvî û daxwazê gelan re bibe bersiv. Nûnerên ku tenê temsîlê zihniyeta Rejîmê li wê parlementoyê bikin çewa dibe ku bi wê zihniyeta dewletparêz û yek reng bikare bi rengê demokrasî û feraseta wekeheviyê rabin û hîvî bidin civkê”.

Encamên hilbijartinên serdema 10. yê parlementeriya Îran’ê çewa dinirxînin?

Evindar rênas: Li gor di serî de jî diyar bû encama hilbijartinê yê li gor berjiwendiyê desthilatdariya Rejîmê ba û rengeke demokratîk yê bi xwe negirtiba. Bi redkirina jimareke zêde yê namzedên ne li gor rejîmê hemû derî û rê li hilbijartineke demokratîk hate girtin. Bi avayeke pir vekirî ji gel re ev yek hat gotin ku tenê yên ku em bixwazin hûnê wan hilbijêrin. Ji xwe ji gotina serokkomarê Îranê diyar bû ku yê ev hilbijartin tu cûdahiyê xwe ji hilbijartinên berê nebe û tenê li gor berjiwendiyê Serokkomar û derdorê wî be. ji serî de hemû zagonên hilbijartinê ji xwe hatin bin pêkirin, hilbijartineke wisa jî tû rewa bûna xwe li gor hilbijartineke demokratîk ku irada gelan di nava xwe de digire nîne. Em nikarin bêjin ku gelê Îran’î bi avayeke ji dil û bi coş ev hilbijartin pêşwazî kiriye an hilbijartinek bu ku nûnerên gel derbasê parlemenê bin. Ji ber ku ne namzedên ku gelan dixwast rê li beşdarbûna wan hat vekirin, ne jî siyaseta heyî ya hilbijartina vê serdemê hîviyeke gûhertin û pêşketinê ji bona civakê dida. Ev hilbijartin tenê ji bona careke din rewa kirina serdestiya derdorê Serokkomar û milên mûhafezekar bû. Bi vê hilbijartinê careke din xwastin ku ji her kesê re bêjin ku tû muxalifetk li Îran’ê û pirsgirêkek me ya demokrasî, azadî û gelan nîne. Bi vê hilbijartinê ya ku dihate armanckirin û peyama ku dixwastin bidin ew bû ku careke din siyaseta xwe ya desthilatdarî û zorê bi her milê bidin hîs kirin. Ev hilbijartin derveyê berjiwendiyê civaka Îranî li gor berjiwendiyê her mil û hêzên nedemokratîk û desthilatdar bû.

We hilbijartin boykot kir, vê biryara we çi bandor ser hilbijartinê kir?

Evindar rênas: Dema ku siyasta rejîma Îran’ê li hemberê irada gelan û hilbijartineke demokratîk derket holê partiya me biryara boykota vê hilbijartina nedemokratîk da. Her çend ku rêjeya beşdarnebûna hilbijêran ji sedî 30 bû jî ev yek xwedî giringiye. Bi vê boykutê armancê me redkirin û dij derketin li hemberê siyaseta ku mafê herî rewa yê gelan bin pê dikir bû. Ger hilbijartinek ku tû rêgezên demokratîk di nava xwe de nehewîne û li gor pîvan û zagonên hilbijartinê nebe beşdarbûna wê hilbijartinê ne bi navê demokrasî, gelan, azadiyê û hûqûq ti wateya xwe nebû. Rûxmê dijberiya pir milan ev hilbijartin bi rêve çû û ya ku armanc dikirin li gor xwe bi dest xistibin jî, rêjeya ku beşdar nebû jî bi avayeke pir vekirî ragehand ku em wê parlemenê û siyaseta pişt wê napejirînin. Boykot bi xwe şiyariyeke ji bona rejîm û hêzên desthilatdar bû. Her milê ku beşdar nebû peyama xwe ku vir û şûnda yê welat bi vi şêwaz û siyasetê neyê meşandin û em vê rewa nabînin derket pêş. Ya girîng jî ewe ku li hemberê siyaseteke nedemokratîk bertek û nerzîbûnê civakê derkeve pêş. Ji xwe di hilbijartina vê serdemê jî ev yek bi avayaeke vekirî derket pêş. Her çend ku rejîm vê di milê xwe de serkeftî jî binirxîne lê belê hewayê hilbijartinê yê sar nerojevbûna wê û heman dem hê jî bi timamî nezelal bûna encaman piştî demeke wisa dirêj rastiya heyî rastiya heyî radixîne berçav.

Gelo parlemanêa nu dikare ji pêwîstî û daxwazê gel re bibe bersiv?

Evindar rênas: Bêgûman ji ber ku tû cûdahiyê vê hilbijartinê ji hilbijartinên din nebû, mirov nikare bêje ku ev parlementoya ku bi rêbazên bêdad tê damezirandin yê hîvî û daxwazê gelan re bibe bersiv. Nûnerên ku tenê temsîlê zihniyeta Rejîmê li wê parlementoyê bikin çewa dibe ku bi wê zihniyeta dewletparêz û yek reng bikare bi rengê demokrasî û feraseta wekeheviyê rabin û hîvî bidin civkê. Kesên ku hatine hilbijartin hemen hemen kesên ku li gor daxwazê desthilatdariyê bi xwe ne. Ji bona gûhertin û avakirina hîmeke demokratîk li welat pêwîstî bi parlementoyekê ku nûnerê gelan û irada gel bi xwe li wir be. Lê ji ber ku derveyê namzedên ku rejîmê diyar kiribû rê ji ti reng, cûdahî û fikrekê re nehatibû dayîn yên ku hatin hilbijartin hemû jî mûhafizekar bûn. Demekê mirov dikare ji parlementoyê hîvî bike ku bibe sedemê gûhertin û vegûhertinan ku fikr û milên cûda jî nav de bin. Lê di di vê parlementoyê hêzeke mûxalif û milên demokratîkxwaz nînin û ger jimarek jî hatibin hilbijartin ji ber rêjeya kêm yê nikaribin bibin dengek bi hêz ji bona gûhertinên bingehîn.

Di vê hilbijartinê de destkeftiyê jin çi bû? Rêjeya beşdariya jinan di hilbijartinê de çewa bû, ew parlenmenterên nûh yê jin gelo dikarin nûneratiya jin bikin?

Evindar rênas: Çewa ku siyaseta heyî ya Rejîmê û feraseta wan ya ne demokratîk rê neda irade û nûnerên gel û cûdahiyê li Îran’ê ku beşdarê hilbijartinê bin, heman dem rê neda ku jin ji bi reng û li gor rêjeya ku mafê wan yê herî rewa bû beşdar bin. Ji ber ku hemen hemen namzedên jin hemû hatin red kirin, behs ji destkeftî û rengê jin di vê parlementoyê de kirin hinek zore. Ji ber ku di destpêka beşdarbûnan de mafê jin yê beşdarbûnê di parlementoyê de bi zihniyete zayendîparêz û dij bi jin hate red kirin, bertek û nerazîbûna jinan di destpêkê jî ji her kesê zêdetir bû. Her çend ku em hîvî dikin ku her jinek li kîjan qadê de jî be bi feraseta xizmet û xwedî derketin ji mafê jin tevgerin, Lê belê ne zihniyeta zayendîparêz ya rejîmê ne jî zagonên dewletê rê nade ku namzedên li parlementoyê bi rengê xwe tev bigerin.

Weke PJAK hûn kuditaya sipah û Xaminî li hemberê gelan çewa digirin dest?

Evindar rênas: Dewleta îran’ê ku di qonaxeke zor de derbas dibe ji bona xwe xilaskirin ji kirîza li herêmê tê jiyankirin rêbaz û taktîkên cuda cûda diceribîne. Di van salên davî jî bi navê ku li ser Îran’ê êriş hene û demeke xeter re derbas dibin, gor wê di nav civakê jî herî zêde bi van rojevan hewl dan ku civakê hemberê bêdadî û siyaseta heyî bêdeng bikin. Di milekê qeyrana aborî di milê din de her kêlî ihtimalê destwerdaneke derve û qeyrana aborî ku dihate jiyankirin di civakê de jî hesasiyetek dihate jiyankirin. Heman dem hemen hemen li Îran’ê piştî pêwajoya lihevkirin bi Emerîka re hewayeke wisa hetinû afirandin ku rejîma heyî ber bi hin gûhertinan biçe ji ber vê jî gelên li Îran’ê û civak jî ji boan ku ev qonaxa aloz li cihanê tê jiyankirin û taybet şerê ku li Rojhelata navîn tê jiyankirin derbasê welatê wan nebe bi hestyarî nêz dibûn. Bangavazî û siyaseta ku di milê rayedarên dewlet û Rejîmê de pêş diket di nava civakê de jî hewayekê ku yê dewleta heyî hin pêngavên gûhertin û vegûhertinê di qada siyasî, civakî, aborî de veke nêz dibûn. Lê belê ev nerm bûn siyaseta xapînok heya dema ku pirsgirêkên bi derve hatin kêmkirin meşiya. Piştî ku rejîmê rewşa xwe xist bin ewlehiyê, siyaseta xwe ya nedemokratîk hê şidand. Taybet jî di vê mijarê de li hemberê baskên reformxwaz, demokratîkxwaz û azdadîxwaz hemleyeke mezin dest pê kir. Hem saziya Serokkomar hem jî Sipahê pastaran ku xwe parêzvanê vê saziyê dibîne ketin liv û tevegerê. Hemen hemen li Îran’ê Sipah li hemû qadan bi avayeke derveyê zagonan êriş kir, heya di pêwajoya hilbijartinan jî bi avayeke çalak tevgeriyen. Sipahê pastaran hemû sînorên heyî yê zagonî derbas kiriye û demek ku ne tenê di çarçova erkên ku jê re hatine dayîn mûdaxileyê hemû demûdezgahê dewlet û heya qadên civakê jî dike. Bêgûman ev pêşveçon pêngavên ku sipahê Pastaran di vê demê de raber dike, cihê metirsiyê ye. Hewayeke pir milîtarîst û zengek xete ji bona pêşeroja vi welatiye. Ev sazî ku tû pîvan, zagon û sînoran nas nake û di milê Serokkomar de insiyatîfeke bê sînor jî re hatiye dayîn cihê fûkarane. Ev qas insiyatîf û hêz sipatina sipahê pastaran bixwe mijareke niqaş û xeteriyeke mezin ji bona demokrasî û ewlehiya hebûna gelan, fikr û ramanên cûdaye. Hêzeke bi vi şêwazî ku xwedî ezmûneke zext, avakirina hîmê tirs û nasnekirina tû maf û nirxiye, ger bê sînor jê re insiyatîf tê dayîn ev rewşeke ewle û ji rêzê nîne. li cihê ku hêzeke wisa bi nûnertiya milekê hatibe erkdarkirin li vir ihtimalê her cûre detwerdanê jî heye. Ev darbeyeke mezin li hivîyê gelan û hêzên demokratîkxwaze û agahîdayîna demeke hê dijwar û zextên hê mezintir ser demokrasî, siyast, saziyên civakî û irada gelane.

Vê hilbijartinê çi peyama xwe ji bona hemû gelên azadîxwaz û demokratîkxwazê kurdistan û Îranê heye?

Evindar rênas: Gelê Îran’î bêgûman berî hilbijartinê bi hîviyeke mezin li vê hilbijartinê temaşe dikir, ji ber ku cara yekê jimareke pir zêde ji namzedan ku di milê gela de weke hivîyekê ji bona pêşvebirina demokrasiyê li Îranê hewl dan ku beşdarê vê hilbijartinê bin. Lê belê bi redkirina van namzedan, ew coş û hewayê hilbijartinê şikest. Piştî ku namzed diyar bûn cara yekê bû ku elaqedariyeke ji bona şopandina vê hilbijartinê nema. Ji ber ku her kesê dizanî encam yê çibe. Bêgûman bi redkirina namzedan peyama ku rejîmê ji azadîxwazan, demokratîkxwazan, jinan û gelê kurd û gelên Îran’î re de pir zelal bû. Careke din derket holê ku siyaseta ku tenê xizmeta berjiwendiyê dewlet û Rejîmê bike yê serweriya xwe dasepîne. zihniyeta netewperest, nijadperest û zayendîparêz de tû gûhertinek û gev paşve avêtinek nebe. Bi vê hilbijartinê ji her kesê re bi avayeke vekirî hate ragehandin ya ku em bixwazin yê ew be û derveyê dîktatoriya me tû hêz û mil nikarin li vir xwedî nêrîn bin. Peyama ku hat dayîn berdewmkirina bêdadî û di rêbaz û tarzê berê de israrkirine. Ne ji bona hêzên demokratîkxwaz ne jî civaka azadîxwaz tû şansê siyaseta demokratîk nehate dayîn. Yên ku welat rêvebibin û çarenûsa civakê diyar bikin heman hêz û milên ku derveyê parstin û şidandina zagonên nedemokratîk yê tû gûhertinekê çênekin. Hem gelê Kurd û gelên li Îran’ê pêwîste baş bizanin ku tenê peyama ku di vê hilbijartinê de derket siyaseta inkar û yek rengkirina hemû pêkhateya civakêye. Rejîma heyî derî li hemû maf û rêbazên demokratîk yê têkoşînê girt û hîmê beşdarbûna civakê nava siyasetê girt.