Roja yekşem, di dîroka 10/7/2016 an de, li herêma “Rêjaw” yê ser bi navçe ya “Dalaho”, di encama pevçûneke çekdarî de çendêk ji berpirsên dewletî û emnî yên parêzgeha “kirmaşan”ê hatine kuştin û birîndar kirin. Hindek ji ragehandin ên navxwe û derekî, bi bê kû rehend û bikerên rûdawê rûn û diyar bibe, bi şêwazêke nerastewxwe hewl dan kû berpirsyartî a wî buyerê bixin stuya yekîneyên parastin a rojhilat ê kurdistanê – YRK. Di wî derbarê de raya giştî agahdar dikin kû çi peywendiyeke yekîneyên parastin a rojhilatê kurdistanê- YRK bi wî buyerê re tune ye. Em her cure îdiayên kû taybet bi wî mijarê belav bune bi awayeke şênbar red dikin.

Fermandariya yekîneyên parastin a rojhilatê kurdistanê

11/7/2016