JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ RE

Di serî de em êrişa dewletê Îranê a faşîst û xwedî kiriyarên hovene li herêma Selasê Bavecanî ya li ser  12 hevalê xwe lenet dikin. Di şexsê wan 12 qehraman û pêşengê gelê kurd li hember hemû şehîdên şoreşa azadiyê de kû canê xwe bi rihekî fedayene feda kirine bejna xwe ditevînên, di serî de  ji malbat û hemû gelê kurd ku îro ji bo rûmet, nirx û azadiya xwe û mirovahiyê têdikoşin û berxwe dide, sersaxî dixwazin. Her wiha di şexsê wan 12 rê hevalên şopdarê rêya heqîqet û doza azadiyê emê sonda xwe ji bo serxistna dozê wan dûbare dikeyin û radigihênîn kû vê êrişa hovane wek kiryarên DAIŞ`ê ye bê bersiv nemîne.

Di pêvajoyek bi vî awayî de ku hemû hêzên sermayedar û desthilatdar li cîhanê di nava şer û aloziye dene, hewil didin hegemonya xwe li ser gelan serwer bikin, navenda vî şerî jî Rojhilata navîn û Kurdistane. Her wiha dewletên hermê jî ji bo ku di hermê de bibin hegemon, beşdarî hemû plangerî, şer û kiriyarên qirij û dijmirovahiyê. Bi ketina DAIŞ ê ya Kurdistanê şer zidetir bi rêbazên hovane tê meşandin. Di demekî wis de gelê kurd bi pêşengiya tevgera azadiyê û li ser esasê fikr û felsefeya Rêber APO têdikoşe û li beramberî hemû hêzên sermayedear û desthilatdar berxwe dide, di heman dem de sekeftin û deskeftiyên mezin bidest dixe.

Dewleta Îranê herdem di deveyê welatê xwe şer gûr dike û dide meşandin, li ser vî bigehî dixwaze hîmê dewleta xwe ya nijadperstî û mezhebçî qahîm bike, ji bo temenê xwe dirêj bike. Rejîma Îranê ne tenê li Rojhilatê Kuristan, belkî ew li dij gelê Kurd li hemî beşên Kurdistanê ye û naxweze gelê kurd bigihije statuyek siyasî. Dema gelê kurd li Rojava li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin bêdeng bûn, lê dema dîtin ku Kurd êdî tê muhetab girtin, berê êrişê xwe da Rojavayê kurdistanê. Li Rojhilatê Kurdistnê roxmê agirbestê jî, heya niha dewleta Îranê şer nedaye sekinandin û êriş pêkanîne û rêgezên agirbestê binpê kirine. Ev êrişa ku li herêma Selasê Bavecanî ser bi Kirmanşa’yê bi şêwazeke hovane pêk anîbû yek ji van binpêkirina rêgezane. Di şerê çil salî yê tevgera azadiya gelê kurd de di salî 1990 de dewleta tirk termê gerîla bi vê şêwazî parçe dikir. Piştre çeteyên “DAIŞ, EL NUSRA Û BOKUL HERAM” wan rêbazên hovane bi kar anîne û niha jî “Dewleta Cimhuriya Îslamiya Îranê” şêwazê wan a hovane dişopîne. Netenê binpêkirina agirbestê, yê bi vê şêwazê şer û êrişê ku hatiye kirin yê daviya dewletê bîne.

Bi salne gerîlayê yekîneyê parastinê yê Rojhlatê Kurdistanê YRK li vê herêmê têkoşîn dikin. Eger kesên bikirêgirtî li herêmê di nav gel de nebûna, yê dewleta Îranê jî wer rihet nekariyaba li ser gerîlayên me êrişan pêkbîne. Ji xwe dewleta Îranê xwedî dîrokeke ku her dem bi rêbazê xwe yê pîlangerî, besîckirin û darvekirinê li hember dijberê xwe şer kiriye. Lê li  her şûnekî ku metirsî li ser gel me hebe yê li vir hêzê parastênê jî hebin. Ji xwe ev êrişane nişaneya vêyaye ku parastin û mafê xwe parastinê yek ji erkên serke yên me ye li hember dijmine. Ji bo vêya jî  pêwîste gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi şiyarî tevbigere û xwedî helwestên di cih û radîkal be. Ev rêbaz jî li dij exlaq û vijdanê mirovahî û civakê ye.

Em carek din di şexsê fermandar û rêheval Birûsk û Bawer de her 12 milîtan û pêşengê tevgera azadiya gelê kurd bi bîr tînin û  sond dideyin ku yê heya serkeftinê ev têkoşîn di şopa van de berdewam bike û em tola wan jî rakin. Wek Partiya Jiyanê Azad a Kurdistan’ê PJAK em bang ji hemû gelê Rojhilatê kurdistanê û bi taybet ciwanên kurd dikin, derdora şehîdê xwe kom bibin û berxwedaniyê bilind bikin bi helwest û çalakiyên xwe bersêv ji van êrişê dewleta faşîst ya îranê re bidin.

Meclîsa Partiya Jiyanê Azad a Kurdistan’ê – PJAK

11-10-2016