Cejna Vejînê 39. Salvegera damezirandina Partiya Karkerê Kurdistan’ê li Rêberê gelê kurd Rêber APO û li hemû şehîdên rêya azadî, hemû gelê kurd ku ji bo jiyana azad tê dikoşe, li malbatên şehîdan, şervanên rêya heqîqetê ku bi roniya rojê îro li her çar parçê Kurdistanê dij bi dagirkerî û wehşeta pergala dethilatdariyê û hovîtiya DAİŞ’ê têdikoşin, piroz dikin.

Derketina Partiya Karkerê Kurdistanê bi pêşengtiya felsefa Rêberê gelê kurd, Rêber APO û pêşengtiya pêşengên wek Heqî Qerar, Kemal Pîr, Mezlum Doxan, Xeyrê Durmuş û Sakîne Cansizan di demek de bu hemû hêzên desthilatdar bi bîrdoziya nijadperstî û îrade şikandinê li ser gelê herêm û gelê kurd de dihatin ,bû ronî û hêviyek ji hemû mirovahiyê re. Rêber gelê kurd bi avakirina PKK’ê  pêşî  li siyaseta inkar kirin û tine kirinê ku ti mafek jiyanê ji civaka kurd re nemabû,  girt û heman dem bu derbeyek ji vê pergalê re. Bi siyasetek ku dixwastin kurdan bê nasname û dîrok bikin ji hebûna wî dur bêxên, evaya jî bi sepandna nijadperstî, olperstî û zayendperstiyê  dixwastin bi encam bikin. Pergala dewlet-netewe ku hemû reng û nasnameyê civakê ji nedîtî ve tê bi hemû cure rêbazên şer qirkirinê êrişêm xwe her roj tûndtir û dijwartir kir. Bi taybet derkeftina PKK li Bakurê Kurdistanê di demek de bû faşîmza dewleta tirk ya li ser gelê kurd di astek herî jor dihate ferzkirin ku ev faşîzim heya roja îro jî bi avayek berfirehtir tê meşandin. Di rastiyê ne tenê li Bakurê Kurdistanê li Rojhelata Navîn bi vê derketina dîrokî efsaneya berxwedan û jiyana nû bi navê gelan û demokrasiye careke din jîndar bû. Ji ber vê rastiyê jî îro PKK bûye roniya azadî û felsefeya jiyana gelê vê erdnigariyê. Jiyana PKK’ê vegera bi civaka Exlaqî û Polotîk, ango vegera bi cweherê xwe yê mirov bûnê ye. Di vê dema ku li Rojhelata Navîn hovîtiya çeteyên DAİŞ û hevkarên wan Rojhelata Navîn ber bi şerên xwînîn û qirkirinê ve dibe, Milîtanên PKK’ê bi riheke fedayî bûne, mertalên parastina nirxên vê civak û erdnigariyê. Gelê kurd di her çar beşê Kurdistanê de bi rihê û felsefeya ku PKK pê têkoşîn dike û netenê nirxên civak û dîroka kurd diparêze di heman demê de di şexsê ciavaka û dîroka kurd de nêrxên hemû mirovahiyê diparêze. Derketina  tevgera azadiya gelê kurd bandora xwe li her çar parçê kurdistanê jî diyar ker bû. Eger îro li her çar parçê Kurdistanê di astek herî jor de keç û xort beşdar dibin bi baweriya ku yê ev doz ser bikeve.

PKK di wan 38 salên derbasbuyî de evaya da îspat kirin û jiyankirin ku ernigariya Kurdistanê û hebuna kurdê azad cihekî çava di cîhanê de heye. Rihê berxwadaniya PKK ê di van salan de da nîşan dan di dîroka mirovahiyê de, cara yekem bû. Ne tenê berxwedanî kir bi rihekî serkeftinê, serkeftin û destkefiyên pir mezin û mayende jî ji bo civaka kurd  û mirovahiyê ava kir. Carek din evaye da nîşandan ku tu hêzek nikare hêza gelan parçe bike û têk bibe. Êrişên çeteyê DAIŞê li her deverê ku tê kirin hemû bi armanca ku PKK tine bikin. Dewleta erdoxan jî bi vê baweriyê li her cihek ku ev çete êriş dikin beşdarê van şeran dibin. PKK bi vê bawere heya ku pergalek demokratîk li civakê neyê damezirandin civak nikare di nav aramî û asayêşê de jiyan bike. ji bo vê jî heya pergala demokratîk meyende neke ev têkoşîn yê her berdewam bike. Bedelên ku di van salan de tevgera azadiya gelê kurd di oxira azadî, vekhev, aştî û edaletê de dan ropelên jiyanek nuh ji bo gelên bindest û bi taybet jinan ava kir. Carek din bi pêşengtiya PKK ê kurdistan bi rista xwe ya dîrokî dergûşa mirovahiyê rabu û rolê gelê Aryayî di etekên çiyayên zagorsê de da nîşandan û agirê atêşgeha Zerdûşt geş kirin. Ev hem civak ronî kir û hem jî dilê mirovan gerim kir. Hêviya jiyanek komînal û azad zindî kir.

Tevgera azadiya gelê kurd PKK’ê 38 sale têkoşîna azadî û demokrasiyê dide îro li herêmê û cihanê bi keda xwe hîmeke mezin û alternatîfeke herî bi hêz ji bona çareseriya hemû pirsgirêkên, siyasî, civakî, aborî, zayendî û pergalê pêş xistiye.  Her kurdek pêwîste di ferqa vê ked û rista xwe de be û ji bona Kurdistaneke azad û jiyaneke bi rûmet derdorê van nirxan xwe bike mertal û heya serxistina vê dozê li her çar parçê krdistanê bi yek rih û dengî tev bigere. Çewa ku li Kobanê ev rih û deng bû yek vir û şûnda li Bakurê Kurdistan jî pêwîste ev sekn bê raber kirin. Xwedî derketin ji destkeftiyên vê demê, xwedî derketin ji bedel û keda ku vê gelî bi xwe di oxira vê têkoşînê de daye. Banga me li hemû ciwan, jin û gelê em li her çar parçê kurdistan û taybet gelê me li Rojhelatê Kurdistanê ewe ku bi rihê Sîrwan, kohsar, Şîrîn, Berdîn, Bawer û Biruskan di vê qonaxê de, bi erka xwe ya Netewî rabin û vê têkoşîna azadiya gelê xwe ber bi serkeftinê bibin.

MECLÎSA PJAK

2016,11.26