68. sal roja dayîkbûna Rêberê gelê kurd Rêber APO li gelê azadîxwaz û mirovahiyê bi taybet gelê kurd pîroz dikin. Dayîkbûna Rêberê gelê kurd Rêber APO ji nuh de jîndarî û zayîna gelê kurd û vejîna şoreşa hebûnê ya netewa kurde. Rêber APO bi felsefe, raman û bîrdoziya xwe, carek din nirxên civaka polîtîk û exlaqî ku hatibûn tinekirin jîndar kir û ji bo mirovê azad û jiyanek azad bi bedel û têkoşînek bêhempa, tekoşeriya jiyana rasteqîn kir û dike. Dayîkbûna Rêber APO netenê ji bo gelê kurd jîndariyek bû, ji bo hemû gelên bindest bû ji nuh de destpêkirinek di rêya jiyana berbi heqîqetê ve ye. Di dîroka têkoşîna gelê kurd de bû vejîna jiyan û rêbaza têkoşînê. Herweha di roniya vê ferlsefê de gelê kurd bi taybet jina kurd hat perwerdekin û şiyar kirin, bi perwerde kirin re xwe rêxistin kiri û asta zanistya xwedî li nasname û hebûna xwe derket. Rêber APO jin ji nuh de afrand û ji bo ji xwebuna xwe xwedî derkeve ku bikare xwe ji pençê pergala desthilariyê rêzgar bike.

Di heman demê de roja Çar’ê Nîsan’ê roja damezirandina “Partiya Jiyana Azada Kurdistan’ê” PJAK ê ji hemû gelê azadîxwaz ê Rojhilat’ê Kurdistan’ê bi taybet malbatên şehîdan û hemû dayîkan pîroz dikin. Roja Çar’ê Nîsan’ê di dîroka têkoşîna gelê Rojhilat’ê Kurdistan’ê xwedî wateyeke girînge. Li Rojhilat’ê Kurdistan’ê PJAK di roniya fikr û felsefeya Rêber APO de xwe li ser hîmê daxwazên gelê kurd yê azadiyê rêxistin kir û PJAK ji ber hêvî û çanda kevneşop ya berxwedaniya vî gelî derket holê û bi salane ji bo doza azadiya gelê Rojhilat’ê Kurdistan’ê tekoşînek bê hempa dide. Avabûna PJAK di rastiyê de xwedî derketin ji nirxinê gelê kurd li Rojhilat’ê Kurdistan’ê ye. Îro PJAK ji bona ku pirsgirêkên li Îran hene û ji bona azadiya gelê kurd û biratiya gelan li Îran’ê xwe rêxistin kiriye û ji bo bi rêya Siyaseta Demokratîk çareseriyê mîsûger bike, her dem xwedî hewldan û di vê rêbazê de bi israr bûye. Lê belê heya niha rejîma heyî her dem di rêbazên xwe yê derveyê çareseriyê israr û berdevam kiriye û wan hewldan ji nedîtî ve tê. Di pêvajoyek wiha de ku hemû gelên Rojhilata Navîn di nava berxwedan û serhildanan dene ji bo azadî û mafê xwe, ew teqez ji bo gelê Rojhiat’ê Kurdisan’ê pêwîstiyek jê nevegere.

Ev çardeh sale PJAK li ser hîmê hişmendiya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin” ji bo çareseriyek meynede, çareserkirina pirsgirêk û demokratîze kirina Îran’ê xwedî rêbazên têkoşînê yê dewlemend bûye. Di oxira vê têkoşîna azadiyê bi sedan şervanê azadiyê canê xwe di vê rêyê de feda kirin û deskeftiyê mezin bi dest xistine. Di roja îro de jî PJAK di Îran’ê de di xeta sêyemîn de bûyek alternatîfek li bermberê hemû desthilatdariya li ser gelê kurd li Îran ê. Ji bo avakirina pergala netewa demodratîk û bi hevre jiyan kirina gelan xwedî hişmendiyek demodratîk e. Di hemandemê de di Rojhilat’ê Kurdistan’ê de jî ji bo avakirina beryek çep û demokratîk ya kurd di nava hewldanan deye. Damezirandina PJAK ji bo gelê Rojhialat û Îrn’ê hêviyek nu ji bo bi bicih anîna daxwazên gelan e. Bi damezirandina PJAK re asta têkoşîna, daxwazê azadî û wekheiyê û destkeftiyê gelê kurd li Îran’ê rejîma heyî mecbûrê çareseriya dike. ji bo Îran jî ji qeyernê siyasî, civakî û rêveberiyê yên derve xwe xilas bike û pêşî li irîşên derve bigire, astengiya serke rejîma stasukuparêz ya heyî ye. Ji bo vê kelemê rake û pêşiya wan êrîş û teqînên hirdirîn bigre rêya vê demokratîze kirina pergala heyî û mafê gelê li Îran’ê ku ji mafên xwe yê rewa bê maf mayîne. Sedsala 21. Sedsala qedera gelan bi taybet qedera gelê kurd diyar kirin e. Sedsala azadiya gelên bindest û mafên rewa yê gelane. Ji bo vê jî gelê li Îran’ê û Rojhilat’ê Kurdistan’ê jî pêwîstiya vî bi vê yekê heye. PJAK jî di van salên derbasbûyî de bi baweriya bi hêza gel xwe rêxistin kir û li ser vî hîmê jî xebat da meşandin. Bi baweriya pêşgiriya gel xeta xwe ya têkoşîna azadiyê bi israr devam kir û dike.

Mirov dikare bije ku roja çarê nîsanê ji bo gelê rojhilatê kurdistanê du zayînin. Ji ber PJAK di pêşengiya şervanên wek Akîf, Manî Mahabat, Zîlan Pepule, Zana, Xuşmer, Tewar Mahabat, Ronahî Sine, Zagros û Hêminan ku di sala 1999 de li ber ronya felsefeya Rêber APO beşdarê têkoşîna azadiyê bûn. Di damezirandian “Partiya Jiyana Azada Kurdistan’ê” PJAK de jî rolê pêşengtiyê girtin ser milê xwe heya kêliya davî bi vê bawerî û xwe di avakirina felsefeya APOCÎ de bê teredud ji bo azadiya Rêber, gel û welatê xwe têkoşiyan û canê xwe feda kirin. Di serî de di kesayeta têkoşer ya van hevalan de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin û sonda bilandirina têkoşîna azadiyê didin.

Di davî de em dayîkbûna Rêber APO di serî de di kesayeta dayîka Pîroz dayîka Uveyş hemû dayîkan, hemû jinan û hemû gelên azadî xwaz pîroz dikin. Em hêvî di kin ku gelê me li rojhilatê kurdistanê bi rihê pêşwazî kirina newroza îsal yê vê rojê, her du zayîna pêşvazî bikin û di vê rojê de her kes bi dar çandinê beşdarê pîrozbahiya vê rojê bibe û vê weke çandek li rojhilatê kurdistanê jî pêş bêxin.

Meclîsa PJAK
03/04/2017