Ev 58 rojin gelek girtiyên siyasi yên di zîndanên dewleta Tirk li Bakûrê kurdistan û Tirkiyê de, bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê gelên Kurdistanê Rêber Apo û azadiya hemû zîndaniyên siyasî, bi dirûşma ‘misoger emê bi serbikevin’ çalakiya greva birçîbûna bêdem û dorveger dane destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker jî weke pîşeya xwe her demê, dixwaze hemû deng û hawarên ji bo azadî bêdeng bike û hemû ragihandinê serkut bike. Heya bikaribe siyaseta qirkirina gelê Kurd û gelên din yên herêmê pêkbîne. Ev di aliyek de siyaseteka hovaneye ku li hemberî mirovahî dimeşînin, di heman demê de seknek mezin a têkoşînkirinê dike neçari.
Recep Tayyîb Erdogan ku weke dîktatorek vê serdemê tevdigere. Niha ji bo vejiyandina hizra devlet–netewgeriya rejîma faşîst a Iraq û Sûryê gav davêje. Bi bikaranîna ola pîroz a Îslamî di xizmeta xwe de ku bi xwe pêşengî dike û herwiha bi lûtke gihandina hizra faşîzma Tirk bi pêşengiya MHP, dixwaze senteza olgerî–faşîzm saz bike, ku bikaribe ti gel, netew, ol, mezheb û ti çandek din nebe ku behsa hebûna xwe bike. Her kesên ku vê hişmendiyê dihewîne, ji bo bigehe armanca xwe ya faşîstî û xweperistiya xwe, bi deha komkujî liser gelên hêremê pêkanîn ji xwere rewa dibîne.
Divê qonaxê de ku çarenûsa gelê Kurd û gelên herêmê, girêdayiye bi asta tekoşîn û xebatên wan bi xwe. Bêguman tevgera azadî ya Kurd û têkoşîna azadî û demokrasî ya li Bakûrê Kurdîstanê bi asta sekna bi rûmeta parastina giştî ya şkandina hêza faşîzm û neteweperest, bi dirûşma ‘misoger emê biserbikevin’ liser riya serketina herî mezin gavan dihavêje. Bi dehan cûr û şêwazên rewa ya çalakiyên siyasî, civakî, parastina cewherî û rewa dimeşîne. Ev jî bûye sedema tirsandina faşîst û helgirên ala faşîzmê bi taybet li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, heya bikaribin tinebûna xwe, bi qirkirina gelê Kurd û gelên demokrasî û azadîxwazên herêmê rizgar bikin. Ji ber vê serketina tekoşîna azadî û demokrasî ya gelan, şkandin û ji nav birina hizra faşîzme ku berhema sîstema sermayedariye.
Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî jî weke yek ji çalakiyên herî bihêz a li hember wan siyasetên qirêja devleta faşîst a Erdogan, îro di astek hesas de ye. Êdî ne Erdogan û ne hevalbendên wî yên hûndirîn û derve jî nikarin vê çalakiyê serkut bikin û veşêrin. Em weke Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan-PJAK’ê di demêk de ku bi her şêwazî piştîvanî li hemû çalakiya rewa yên greva birçîbûna girtiyên siyasî û hemû çalakî yên medenî û rewa ya piştgirîkirina girtiyan dikin. Di heman demê de dewleta faşîsta Tirk jî baş bizanibin ku li hemberî berpirsiyariyeka pir giran û dîrokî de ye, êdî gelê Kurd û gelên li Tirkiyê jî li hember sîstema dewletê nikarin bi sebir û aramî tevbigerin. Lewma neçare yek ji wan herdû rêyên li pêşiya wî mane, hel bijêre ku yan wê berbi demokrasiya rastîn û azadiya gelên herêmê ve biçe. Yan jî wê bi destê xwe desthilat, text û bi xwejî ji nav bibe, ku ev jî wê qurbanî xesaretên pir mezin bi xwere bîne û di heman demê de ji bo nesilên piştî xwe jî şermezarî û mehkumiyeka mezinê dîrokî li hemberî gelên herêmê bi xwere bîne.
Di vê çarçoveyê de gelê Kurd li herderêkî herêmê û cîhanê, neçare bi çalakiyên meden di asta lûtkeyê de piştevanî ya xwe ji bo girtiyên di greva birçîbûnê dene bike, qifil û dergehên zîndanan bişkîne û çarenûsa xwe dîyar bikin. Ji vir ve em weke PJAK bi hemû şêwazeka rewa û demokrasî, piştevanî li çalakiya greva birçîbûna girtiyên siyasî yên di zîndanên reş û tarî ya dewlata dagîrkerê Tirk û hemû girtiyên sîyasîyên din û daxwazên wan dikin. Di heman demê de wext hatiye em di vê dema hestiyarde bêdeng bûyna hemû partî û aliyên Kurdî ku îdeaya Kurdayetî dikin li hemberî van pîlan, êrîş û polîtîkayên qirkirinê ya dagirkerên Kurdistan bi tundî şermezar dikin û em dibêjin, di rojek weha de bêdengî mirine û hevkariye bi dijminên hov û dagirkerên Kurdistanê ye.

Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK
13.04.2017