Di 7’emîn salvegera şehadeta rêhevalên xwe Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û têkoşer Mehdî Îslamiyan de em di serî de şehîdên meha Gulanê, hemû şehîdên azadixwaziya gelan bi bîr tînin. Doza ku ji hêla van rêhevalan de gihîşte asteke bilind, emê bi heman bawerî, coş û biryardariyê ber bi serkeftinê ve bibin û ev deyna me ji bîranîna rêhevalên me re ye. li ser vê bingehê jî rejîma sêdareya Îranê û kiryarên wî şermezar û mehkûm dikin.

Meha Gulanê ji destpêkê heya dawiyê bûye navgîneke girîng ya têkoşîna li beramerî dagirkerî, desthilatdarî û faşîzmê û di vê mehê de pir leheng gihîştine lûtkeya şehadetê. Şoreşgerên enternasyonal-sosyalîst û têkoşerên Kurd bi xwîna xwe ya zelal ev meh ji nû ve bişkovandine.  Cheguvara, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Hûseyn Înan, Xosro Golsorxî, Heqî Karer, Mehmed Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Xelîl Çavgûn, Hunermend Mizgîn û bi sedan şervanên heqîqet û azadiyê meha Gulanê bi destkeftî û nirxên ku afirandin, xemilandin û di kesayeta xwe de gelên bindest ji nû ve zindî kirin. wan li cih û demên cuda li beramberî zihniyeta serdest û faşîzan nerazîbûna xwe bi awayeke herî berz nîşan dan û rê nîşanderî ji bo pêşeroja gelê xwe kirin.

Hêza desthilatdar ya Îranê bi zagonên xwe yên derveyî mirovahiyê, ji bo pêşîgirtina têkoşîna azadiya gelan rêbazê darvekirinê bikar tîne, wiha jî dixwaze di serî de bi tunekirina pêşengên rêxistin û bizavên ku ji bo azadiyê têdikoşin, dawî li hemû xebatên muxalîf û demokratîk bigrin. Ji bo ferzkirina vê siyaseta xwe jî di 9’ê Gulana sala 2010’an bi darvekirina Mamoste Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhûlî û rêhevalên wan, xwestin hema rêbazê li Kurdistanê dubare bikin. bi van darvekirinan hewl dan ku tirs û xof di nav gelê Kurd û hemû beşên demokratîk ên Îranê ava bikin.

Mamoste Ferzad Kemanger bi dilsoziya xwe ya ji ax, zarok û gelê xwe re, di nav her şert û mercê û li her derê bênavber têkoşiya. Wî ji bo hest û nêrînên xwe yên azad bilêv bike tu sînor û kelem nas nekir. Li dibistanên gundê Kamyaran, li girtîgehên Îranê bi wane û nameyên xwe, ruh, hest û ramanên herî pak ên mirovahiyên nûjen dikir. Wiha jî ne tenê di dilê gelê Kurd de, ji hêla hemû gelên Îranî û cîhanê ve hate hezkirin û bû sembol. Şirîn Elemhûlî wek berdewamkera rêça Leyla Qasim, Bêrîtan û Zîlanan, li dijî dijî pergala ku di cîhanê de herî dijwar dîjîtiya jinê û çanda wê dike, bû bertekeke şoreşgerî û zihniyeta zilamsalar ya rejîmê hejand. Elî Heyderiyan bi berpirsyarî û zanebûna erka demê bû xwedî berxwedaneke dîrokî li dijî zihniyeta faşîst û yek-perest ya rejîma Îranê. Ferhad Wekîlî ji bo çîna karker û gelên bindest bû banga serî rakirinê. Van 4 lehengên berxwedêr girtîgehên Îranê bi vîn û girêdana xwe ya ji doza azadiyê re rûxandin û careke din rûyê reş û faşîzan ya rejîma Îranê raxistin ber çavên cîhanê.

Şehîdên 9’ê Gulanê îsbat kirin ku tu zext, îşkence, heta sêdare jî nikare pêşiya têkoşerên azadiyê bigire û heman çanda ku ji hêla Mezlûman li girtîgeha Amedê siyaseta teslimiyetê bin xist, li girtîgeha Êvînê zindî kirin û çanda berxwedanê li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê belav kirin.

Rejîma sêdareya Îranê bi kiryarên xwe yên antî-demokratîk bi ser gelan û beşên cuda yên civakî ve zextên pir-alî pêk tîne. Heya niha tu hêz û kiryarên dîktatorên di dîrokê de nekarîne pêşî li têkoşîna azadiyê bigrin û hêza gelan bin bixin. Berxwedan û têkoşîna mafdar ya gelê me û gelên Îranî dê dawî li vê rejîma sêdareyê bîne û jiyana wekhev û demokratîk ava bike.ev dê bersiva herî birûmet ji şehîdên ku nirxên mezin û giranbuha ji me re afirandine. Li ser vê bingehê em di salvegera şehadeta şehîdên 9’ê Gulanê, bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li beramberî êrîşên rejîma sêdareyê bêdeng nemînin, her qadê bikin cihê bilindkirina têkoşînê û tola şehîdên xwe hilgirin.

Bijî Şehîdên 9’ê Gulanê!

Bijî Berxwedana Girtîgehan!

Bijî Azadî û Wekheviya Gelan!

Meclîsa PJAK’ê

2017-05-06