Şîroveya PJAK liser revşa Îran li qonaxa piştî_helbijartin a Îran

Guhertinên ku hemû herêma Rojhilata Navîn daye ber xwe, dê bi lez û berfirehbûneke hîna mezintir berdewam bike û ew şîroveya ku dihate kirin “dê pêlên heyî bisekinin û av zelal bibe”, nedîtina rastiya siyasî û civakî ya herêmê û planên hêzên global e. Pir eşkere ye ku hêzên di aliyê çandî, îdeolojîk û sosyolojîk ve û ya herî girîng jî li gor pêdivî û daxwaziyên civakî xwe araste bikin, hîna bi bandortir in û dê bikaribin li kêleka şerê çekdarî, bi hêza xwe ya civakî, zanistî û îdeolojîk ve di mêzîna vî şerî de bêtir giraniyê bidin avakirin.

Berovajiya şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn ku di navbera du eniyên dijber de pevçûn û rikberiyên hişk pêk dihatin, di pêvajoya şerê sêyemîn yê cîhanê de li gorî karakterê wê, hevgirtin, îtîfaq, hevkarî û hemû têkîliyên di navbera hêzan, çi yên dewlet-netew ên herêmî, çi jî yên hegemon-emperyal de, taktîkî û rojaneyî li ser esasê berjewendî û mêzîna hêzan diguhere. Lewre aliyên di yek blokê de dimeşiyan û şer dikirin, piştî demeke kin dikarin werin dijberê hev. Mînaka têkîliya di navbera Tirkiye-Rûsye, Tirkiye-Erebîstan, Erebîstan-Qetar û Qetar-Îran vê yekê baştir radixîne ber çavan.

Pêla guhertinên li Rojhilata Navîn di serî de li welatê Îranê piştî hilbijartina 2009’an destpêkir û paşê li Tûnis, Lîbya, Misir, Sûriye û Yemenê berdewam kir. Dewleta Îranê ku bi salan di hundir de politikaya perçiqandin û mîlîtarîzekirinê xistiye devrê, bi heman kiryarê li dijberê civakê sekinî, di hundir de polîtîkayeke pir hişk û tund xiste dewrê, di heman demê de ji bo ku şer li derveyî welat ragire, tevlî pevçûnên li hemû welatên dîtir bû. Îranê li beramberî bloka desthilatparêz ya Sûnî, serkêşiya bloka Şîe ya desthilatparêz kiriye û di vê çarçoveyê de îtîfaq avakiriye. Ji bo avakirina Hîlala Şîîe ji sînorê Xorasanê heya Behre Spî şer pêşxistiye û ev yek jî bûye sedem ku nakokiyên mezhebî ya li herêmê gurtir bibe, dijmin û nerazîbûnên li beramberî Îranê jî bêtir bibin.

Di rewşekê de ku Îranê pêvajoya hilbijatina Serokomariyê bi desthilatiya bloka navîngir (miyanêro) bi encam kiriye, ev ji hêla pir derdoran ve wek berdewakirina muzakereyên ji bo enerjiya etomî, ango dewama têkîliya nerm ya di navbera Îran-Emerîka ya wek pêvajoya Obama hate şîrovekirin. Lê belê di heman demê de êrîşên ku li paytext Tahranê li beramberî Meclîs û Mezarê Xomeynî pêk hat, berovajoyê vê yekê nîşan dide. Herçend ku çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş girtibe ser xwe jî, pir eşkereye ku piştî hevdîtîna Trump-Erebîstanê û gefên ku ji hêla Emerîka-Îsraîlê li ser Îranê têne xwarin, êrîşeke bi vî awayî encama polîtîkaya Îranê ya derve û hundirîn e û xuya ye ku dema pêşberî Îranê dê ne asayî û jirêzê be. Herwiha rejîma Îranê ev êrîş wek firsendekê ji bo zêdekirina zext û tundiya li ser gelê Kurd û netewên dîtir bikar aniye.

Hêzên ku di nav pevçûnan de cih digirin, ji bo dîzaynkirina herêmê di nav tevgerê de ne, lê ji ber ku tenê berjewendiyên klîk, mezheb an jî aliyekê digire nav xwe, tu rêyên çareseriyê pêş naxîne, tu proje an jî stratejiyeke wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan tune ye. Herçend li hin herêman carna ji bo ku pevçûn dawî lê bên, an jî hêzek bi ser bikeve, hin îtîfaq têne kirin jî, ev yek tu pêwendiya wê bi çareseriyeke bingehîn, herwiha zuhakirina çavkaniya şer re tune ye. Heya ku daxwazî û pêdiviyên civakî pêşwazî nebin û li gor rastiya çandî-dîrokî ya her herêmê projeyên civakî ava nebin, dê şer bi dijwariya xwe biajo. Li gor vê rastiyê beşên civakî, mezhebî, olî, netewî, jin û çendên cihêreng ên di Îranê de jî negengaze ku li beramberî zext û zordestiya Îranê bêdeng bimînin, dê nerazîbûnên wan teqînên mezin bi xwe re bîne. Lewre potansiyel an jî hêza bingehîn ya guhertina di Îranê de civak bixwe ye û her ku diçe çirûskên vî agirî geştir dibin. pêla jêrîn (dîp dalga) ya guhertinan li Îranê dawî lê nehatiye û dibe ku ev yek destpêka pêvajoyê ji bo Îranê be.

Bêguman şer û pevçûn dikarin beriya ku rû bidin, bi dîtineke rast ya zanistî, siyasî-civakî û şîroveyeke di cih ya îdeolojîk û civaknasî, herwiha bi pêşxistina model û şêweyên nû yên sîstemî werin berterefkirin. Jixwe di encama şerên ku çendîn sal e li herêmê didome, ev yek dikare baştir were dîtin. Hêzên ku wiha tevgeriyan, ango xwe li gor pêdiviyên civakî zû sererast kirin, wiha jî hem ji daxwaziyên civakê re heya redeyekê bûne bersiv, hem jî pêşî li şerê navxweyî, bi taybet jî mudaxeleyên hêzên derve girtin. Li beramberî vê hilbijartekê, hêzên statûkoparêz dest ji berjewendî û feraseta xwe ya teng ku ji nirxandina rastiyên civakî û dîrokî bêpar e, bernedan û wiha jî bûne sedema şerên pir dijwar ku mînaka wê îro bi trajediyên pir giran tê jiyîn û di nav vê dojeha şer de, sedema derketina şer bixwe jî hatiye jibîrkirin.

Lewre ger ku Îran di vê qonaxa krîtîk de ku awir bi ser wî ve zivirîne, guhertinên demokratîk pêk neyîne, ji daxwaz û pêwîstiyên civakê re bibe asteng, zext û zordestiya xwe berdewam bike, ev yek dê Îranê bi  çarenûsa welatên wek Sûriye, Tirkiye û Iraqê re rûbirû bihêle. Bêguman di rewşeke wiha de dê pevçûnên navxweyî yên olî, mezhebî, etnîkî û hwd. jî ku demeke dirêje ji hêla rejîmê bixwe ve tê sorkirin, pêşbikevin. Bêguman ev dê ji bo mudaxeleya hêzên derve bibe firesendek ku di sêniya zêrîn de hatibe pêşkêşkirin. Elbet wek hate diyarkirin dikare pêşiya vê were girtin. Rejîma Îranê ger pêşiya pêşketina sîstema demokratîk û xweser ya civakê negire, sîstema netew-dewlet ya zeyendperest û teokratîk biguhere, dê rîsk û metirsiyên navxweyî ji navê rake. Lewre yek ji pêngavên herî Lezgîn ku pêwîste rejîma Îranê biavêje mafên huqûqî, siyasî, çandî  û perwerdeyî ya gelên Îranê, bi taybet jî gelê Kurd nas bike. Kurd êdî di meydana siyasî de aktoreke sereke ne û bi zanebûna netewî tevdigerin, xwedî projeya alternatîf ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan in, ji bo bidestxistina mafê xwe yê rewa ango xweseriya demokratîk têkoşîn dikin, li Rojhilatê Kurdistanê jî dê bi vê perspektîfê re hevgirtina gelan pêk bînin û bibin hêza çareseriyê.

Heke Îran di polîtîkaya xwe ya derve de jî guhertinên bingehîn di aliyê zihniyet û nêzîkatî de pêş nexîne û bi rengê heyî ango kûrkirina pevçûn û nakokiyên li herêmê, tenê li ser bingeha berjewendiyên mezheba Şîîe tevbigere, bêguman ev dê bi xwe re bibe hincetek ji bo ku rastê nerazîbûn û mudaxeleyê were. Bi şûna vê, li ser bingeha çareserkirina aloziyên heyî yên ku çavkaniya wan ji sîstema desthilatdar ya netew-dewletê ye, nêzîkatiyên ku vîn û daxwaziyên gelan pêşwazî bike, bi hêzên alîgirên çareseriyê re hevsengî û hevkariyeke saxlem were avakirin, dê ev bibe vebijêrka zanistî û avaker ku qezenceke mezin ji bo gelên Îranê û herêmê bîne. Bi taybet gelê Kurd ku di asta pêşengtî de bi pêşxistina modela netewa-demokratîk rabûne û li herêmê bi gel û netewên cîranên xwe re eniyeke hevbeş ya têkoşîn û berxwedana li beramberî êrîş û mudaxeleyan avakirine, ji bo çareserkirina nakokî û pirsgirêkên Îranê yên bi hêzên derve û hundir re jî, dê bibe hêza werguherîner ya ku roleke sereke hilgirtiye ser xwe.

MECLÎSA PJAK

2017-06-15