Zîlan Vejîn

Şerê ku îro cîhan ketiye nav û bi taybet herêm dorpêç kiriye, her roj bi xwe re guhertin û mêzînên nû ava dike. Ev şerê ku di navbera xet û çemkên cuda de, bi demê re kûrtir û berfirehtir dibe, weke şerê cîhanê yê sêyemîn hatiye binavkirin, ku di rastiyê de berfirehbûna wê jî bi vî awayî ye. Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn parçekirin, dagirkirin û civakên ji hêla sosyolojîk û psîkolojîk ve birîndar li pey xwe hiştin. Herwiha civak bi qeyranên siyasî û aborî ve bi hilweşandinê re rûbirû hiştin. Dikare were gotin şerê îro jî encama bermahî û kavilên van her du şeran e, ku li pey wan mabû. Elbet eger em ji hêla gelê Kurd ve li van şeran û tiştên bi ser me ve anîn û tînin temaşe bikin, wek her du şerên din ên cîhanî, di vê demê de jî dîsa bi ser gelê Kurd hesabên pir qirêj têne kirin. Lozan peymana bêdeng, bêbandorkirin û tune hesibandina gelê Kurd e. Bi taybet di van rojan de ku salvegera peymana qirêj ya Lozanê ye, tê dîtin ku ev Peyman û hemû lîstokên li ser gelê Kurd hatin pêkanîn, heya radeyekê bandor kiribe jî, lê bi tevahî negihiştiye encamê. Îro gelê Kurd ji her hêlî ve ji bo gelê herêmê pêşengtiyê dikin û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê projeya Netewa Demokratîk modeleke nû ya ku ji hemû êşên herêmê re bibe derman e.

Niha ya esas ku divê li ber çav were girtin di sedsala 21’an de ji hêla Kurdan ve guhertin û werguhertinên pir cidî mijara gotinê ye. Ango ne Kurdistan ya berê ye, ne jî gelê Kurd kurdên sedsala borî ne. Kurdê xwe bêbawer, lewaz, li gor siyasetên biyaniyan şer û siyaset dikir, bi mêzandineke rojaneyî li jiyanê temaşe dikir, xwe bi beşeke piçûk têr didît û tenê bi parastina kevneşopî û destkeftiyên teng xwe bisînor dikir, hatiye derbaskirin. Êdî Kurdan asta zanista demokratîk ya netawî di xwe de pêş xistine.

Rêber Apo ji hêla bîrdozî, têorîk û zanistî ve analîzeke berfireh li ser rastiya Kurd kiriye. Êdî Kurd hem di nav siyasetê de xwedî gotin e, hem jî xwedî asta pêşengtî û pêşvebirinê ye. Jixwe hêzên navnetewî jî nema dikarin vê rastiyê piştçav bikin û di salên dawî de rola Kurdan ya stratejîk û dîrokî di pêşketinên herêmê de dibînin. Di rewşên ku hêzên hegemon vê hêzê ji nedîtî ve tên, bi berxwedanî û têkoşîna Kurdan ya ku her ber bi pêşve diçe, neçar dimînin ku vê rastiyê mukir werin. Bi vî awayî Kurd hebûn û rola xwe ya diyarker di sedsala em tê re derbas dibin de nîşan didin. Ya ku herê bêtir jî Kurdan evqas bi hêz dike, bêguman hêza wan ya rêxistinî û îradebûn e. Ango di Rojhilata Navîn gelê herî birêxistinbûyî û xwedî proje û plan gelê Kurd e. Ji bo vê jî ya ku peymana bêbext ya Lozanê vala derdixîne, ev rastî ye.

Asta têkoşîna ku li her beşeke Kurdistanê derdikve pêş, netewa Kurd û destkeftiyên wê mezintir dike. Di heman demê de li ser mêzîn û pêşketinên li herêmê jî bandor dike. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê li beramberî faşîzma dewleta tirk, pêşveçûnên şoreşa rojavayê Kurdistanê, nerazîbûna gelê başûr li dijî qeyranên heyî û asta xwe birêxistinkirina Rojhilatê kurdistanê bandoreke cidî li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Êdî hêzên ku dixwazin di Rojhilata Navîn de siyaset bikin û şer bikin mecbûrin hêza gelê Kurd jî hesab bikin û li gor wê tevbigerin.

Ji bo gelê Kurd ya herî girîng ewe ku di vê sedsalê de çiqas hevgirtî û li gor yek siyaset û berjewendiya netewî tevdigerin?! Ji ber ku Lozanê tenê Kurdistan parçe nekir, vîna siyasî ya gelê Kurd jihev cihê kir. Di encamê de partî û aliyên siyasî-leşkerî parçe bûn. Carûbar siyasetên li dijberê hev, ango ne li gor berjewendiyên netewî pêşxistin. Ev di esas de siyaseta navdar ya “parçe bike, birêve bibe” ya Ingilîsan bû ku li ser Kurdan pêk anîn û heya radeyekê jî encam girtin. Niha ku li her parçeyên Kurdistanê behs li pêşketin û hêzbûna Kurdan tê kirin, tişta ku siyaseta îmhe û înkar ya Lozanê bi tevahî bişkêne, bêguman yekgirtin e. Di esas de Kurd dê encex bi yekîtiya netewî bikaribin ji hemû pirsgirêkên xwe re çareserî bibînin. Bi qasî ku zanist û têgihiştina yekîtiya netewî di nav gelê Kurd de pêş bikeve, ewqas dê bikarin di herêmê de bibin xwedî rola diyarker û li ser siyaseta cîhanê jî bandor deynin.

Di encam de divê neyê jibîrkirin ku herçend 4 dewletên dagirker li ser Kurdistanê mêtinger bûne, lê siyaseta dij-Kurd ji yek çavkaniyê tê. Ji bo vê jî têkoşîna hevbeş û hevgirtî ya Kudan dê bikaribe vê çavkaniyê bi tevahî zuha bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê herêmê û bi taybet gelê Kurd pêdiviya sereke bi çandekek demokratik û wekhevîxwaz heye ku ev çand di hemû qadên siyasî, rêveberî, aborî, civakî, çandî û hwd. biteyise. Lewre pêdiviya Kurdan bi demokratîkbûneke navxweyî jî heye. Çanda demokrasiyê asta tehemul, pejirandin, mafdayîn û hevre jiyana di navbera cudahiyan de ye. Dema ku Kurd bi hemû bîr û bawerî, nêrînên siyasî û îdeolojîk yên cewaz bikarin yekîtiya xwe saz bikin, bingehê demokrasiyê jî dê biavêjin. Di heman deme de dê yekgirtina Kurdan bibe wesîleyek ji bo çanda demokrasî û hevgirtinê li herêmê jî belav bibe. Gelê Kurd biryara vê daye û ev di têkoşîn û jinana xwe de îsbat kiriye, lê ya maye, hêzên siyasî ku xwe nûnerê gel dibînin, bi heman ferasetê tevbigerin û pêdiviya dîrokî- exlaqî û netewî pêk bînin. Xebata Yekîtiya Netewî divê bibe bingeha hemû xebatên Kurdan ji bo gihîştina azadî û demokrasiyê.