Evîn Nejdet

Dîsa hemû ragihandin û medya civakî bi yek dengî nûçeyên li ser jinên Îranî ku rê nedane biçin dîtina sporê û bi zextên hêzên heresê re rûbirû bûne, belav dikin. Bêguman ev ji bo nûçegihanekê di asta nûçe de ye û divê ku wek bûyereke nexweş ya di derbarê binpêkirina mafên jinê de derbas bibe. Lê tişta ku divê neyê jibîrkirin, ragihandin ne tene amûrek ji bo agahdarkirina civakê ye, di heman demê de piranî nêrîn û hizrên civakî beralî dike. Bi taybet di serdema ku bombebarana îdeolojîk-siyasî ji hêla ragihandin û medya civakî ve bênavber civakê hedef digire, her nûçe û şîroveya li ser bûyerekê ku derdikeve pêş, divê armanc û niyata wê jî li berçav were derbaskirin.

Di Îranê de di derbara pirsgirêka jinê de bêhesab binpêkirina mafên mirovî û seretayî hene. Ango di esas de makezagona Îranê li ser bingeha cihêxwaziya zayendî bi feraseta zilamê desthilatdar hatiye nivîsandin. Ji dema damezirandina komara Îslamî heya niha jî rojane qanûn û zagonên zayendperest li ser zêde dibe. Di heman demê de pirsgirêka jinan wek li tevahiya cîhanê, li Îranê jî aliyê wê yê civakî-çandî û kevneşopî jî heye ku jin ger ji hêla huqûqî hemû sererastkirinên demokratîk bide çêkirin jî heya çandeke nû ya exlaqî û demokratîk ava neke, bi îhtîmaleke mezin rewşa wê ji ya heyî derbas neke. Jixwe mînaka vê li welatên qaşo pêşketî yên Ewrûpa tê dîtin.

Di rewşeke wiha de jin çi bikin? Ango ji mezinbûna sîstema desthilatdariya zilam ku di asta cîhanî de xwe birêxistin kiriye, bitirsin? bêhêvî bibin û wek çarenûs bipejirin? Bêguman ev yek nabe. Ji ber vî zihnê zilamê desthilat jiyan aniye astekê ku ne tenê jin, civak bi tevahî nikare bijî. Wê demê pêdivî heye ku jin zend û benda xwe bade û bi bawerî, hêzeke rêxistinbûyî bi tevger bibe. Ya herî girîng jî jin divê planên xwe ya demkin, demnavîn û demdirêj diyar bike. Heta wek eniyeke şer bi hêzeke mezin xwe amade bike û li gor wê li hedefe bixîne. Lê tişta ku îro piraniya bizav û tevgerên jinan pê re rûbirû dibin û mixabin li pêşiya têkoşîna wan digire, rojev û awayê têkoşîna wan ji hêla pergalê ve diyar dibe û jin bêyî zanebûn dikevin nav vê xefikê. Wek mînak hatina ser kar ya Trump rojeva jinên Emerîkî bi mijara kurtajê dagirt. Ango jin dubare xwe neçar dibînin parastina vî mafî bikin. di rewşekê de ku diviya jinên Emerîkî zihniyeta dagirker û zilamsalar ya Trump mehkûm bikin û li dijî polîtîkayên wî têkoşîneke pir berfireh bidin. Heman rewş ji bo jinên li Tirkiyê ku bi rojevên Erdoxan diyar dike mijûl dibin, derbasdar e. Carûbar kena wan, cilên wan, hejmara zarokên wan bi zanebûn dixin rojevê û ew jî bi rojan li ser vê mijarê diaxivin. Ruxmî ku diviya destûr nedin rojeva wan wiha were paşvexistin. Ev yek bi rojaneyî sînordarkirin, di rojaneyî de fetisandin e.

Niha li Îranê jî siyaseteke wiha tê meşandin. Astengî li ber jinan datînin ji bo çûna spor û temaşekirina wê. Li beramberî vê jî jin mîna ku pirsgirêka wê ya sereke ev e, bi hemû hêza xwe bitevger dibe ku biçe werzişgehan. Potansiyela jinê bi şêweyeke bi zanebûn wiha tê bikar anîn. Hewce dikir jinên Îranî li ser pirsgirêkên xwe yên civakî, aborî, siyasî û hwd. ewqas kûr bibin û daxwaziya mafên xwe bikin ku desthilat nikaribin tiştên wiha bixin rojeva wan. Di demekê ku kabîneya Ruhanî diyar dibe, şaredarî jî têne hilbijartin, cihgirtina jinan çiqas e? divê li postên ku jin digire kîjan planan jixwe re destnîşan bike? Ev yek ger rojeva vê demê be, bêguman dê destkeftiyên wê ji ya temaşekirina werzîşê zêdetir bibe. Jin haydar nebe dê hedefa wê ya azadî û demokrasiyê were şaşkirin.