Evîn Nejdet

Dîsa rojeva herêma me bi pêşketinên nû re dagirtî ye. Cenga Mezin ya Reqayê di pêngavên dawî ber bi serkeftinê ve diçe, Rojava hazirtî ji bo hilbijartina Sîstema Federalîzma Demokratîk ya Bakûrê Sûriyê dike, Musil ji DAIŞ’ê paqij bû, bi pêşengtiya Heşdî Şebî operasyona Til Efer destpêkiriye. Li Tirkiyê girtina serokê muxalefeta sereke Kemal Kiliçdaroxlu tê nîqaşkirin, Erebîstana Siûdî bi El Sedir re hevdîtin kir û niha jî deriyê sînorê ku ji şerê Kendavê (xelîc) li ser Iraqê girtibû dubare vedike, li Başûrê Kurdistanê çarenûsa referandûmê bi awayeke ne diyar, disekine. Gefxwarinên ji bo Îranê hê bêtir bûne û naveroka hevdîtina Baqirî-Erdoxan bêtir ron dibe.
Mêzînên herêmê her bi hejandin û bê ku îstîqrareke demdirêj bigrin, cî bi cî dibin. Di van salên dawî de hema bêje her hêzeke di herêmê de, yan jî yên destên xwe têkelî herêmê kirin, hevkar, plan û şirîkên xwe guhertin. Li gor rewşa herêmê, dubare berjewendiyên xwe esas girtin û pêwendiyên nû avakirin. Mijar tenê guhertina taktîk an jî avakirina hin têkiliyên nû nîne, pirî caran stratejiya xwe ya bingehîn jî dane aliyekê û wiha siyaset meşandin. Di vir de lîstokvaniya herî zîrek (!) para Tirkiyê ye.
Beriya şoreşa gelan destpêbike, piranî li ser dijîtiya Kurdan û berjewendiyên aborî di navbera Sûriye, Tirkiye û Îranê de hema hema hevgirtinek hatibû avakirin. Erdoxan-Beşar hevdu birayên axîretî îlan dikirin, girtiyên siyasî didan hev, Beşar derbarê komkujiya Kurdan de ji Erdoxan tecrûbe werdigirt. Jixwe bi dîlgirtina Rêber Apo ango yekemîn pêngava Komploya Navnetewî ya li ser Rojhilata Navîn re Îran û Suriyê hesaba jiholê rabûna tevgera PKK’ê kiribûn û bi vê hesabê jî ji bo rakirina dijmintî û nakokiya xwe ya bi Tirkiyê re, bi berdêla tewîzên zêde, kirin ku pêşiya mudaxeleya ku bi serê Iraqê hatî, ji bo xwe bigrin. Di heman demê de xwestin tevger û şiyarbûna Kurdên li navxweyê welat jî têk bibin. Koalîsyona Suriye, Tirkiye û Îranê li ser dijîtiya Kurdan hatibû sazkirin. Ev her sê welat ji hêla dîrokî û dîtina xwe ya siyasî de ji hev pir cihê dibûn û hevgirtina wan demkî bû. Ruxmî vê jî nekarîn dînamîka zindî ya Kurdan, hêza wan ya rêxistinî û parastinî, bi taybet jî aktorbûna wan di dika siyaseta cîhanê de asteng bikin.
Di sala 2008’an de dewleta Tirkiyê careke din xwest bi operasyoneke ji bejahî li ser Başûrê Kurdistanê, plana tasfiyekirina tevgera Kurd biceribîne. Her bi vê armancê bi Îranê re hevdîtin hate kirin. Îranê jî sozên alîkariyê da, lê piranî li benda encama operasyonê bû. Îranê ji bo girtiyên siyasî yên Kurd hukmê îdamê xiste meriyetê, girtiyên siyasî yên ji Bakûrê Kurdistanê radestê Tirkiyê kir. operasyona Zapê di atmosferekê ku Tirkiyê bi rêya ragihandina xwe ya nepixandî serkeftina xwe ji %100 îlan kiribû destpêkir û destpêkirin û dawîbûna wê jî hemwext bû. Tirkiyê ji gerîllayan darbeyeke giran xwaribû. Zapê pişta artêşa Tirkiyê şikand.
Di sala 2011’an dîsa xebata dîplomatîk ya Îran-Tirkiyê dewam kir. vêcarê rola lehengtiyê ji Îranê re hatibû dayîn. Dê Îranê bi rêya bejahî êrîşê Qendîlê bikira, gerîla têk bibira, Tirkiyê jî di serî de bi balafiran, pê re jî dê ji sînorê Bakûrê Kurdistanê êrîşa Herêmên Parastina Medya bikira û du dewlet dê heya heya ji meseleya Kurd rizgar bibûna. Di esas de plan baş hatibû darijandin û rîsk ji bo tevgera Kurd mezin bû. Îranê di şerê Qendîlê de, ne ku karî pêşve were, bi qeyb û wendahiyên pir zêde binkeftineke dîrokî jiya. Vê yekê Tirkiye jî xiste nav dudiliyan û tenê bi rêya balafiran êrîşê herêmê kir. di encam de Îranê ji Tirkiyê palpiştî negirt, bi berxwedaneke mezin ya gerilla rûbirû ma, bi sedan leşkerên wî mirin û neçar ma dest ji êrîşê berde, xwe vekişîne nav qalikê xwe.
Niha sal 2017 ango, li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd sîstema xwe ya federal ava dike û ev sîstem bakûrê Suriyê digire nav xwe. Hilbijartina ku çêbibe jî şêweya resmîkirina pergalê ye. herçend ev pêngav di esas de yekparebûna axa Sûriyê îfade bike jî, ji hêla dewleta Tirkiyê û Îranê ve wek xeteriyeke mezin tê dîtin. Herwiha her du jî bi dijîtiyeke hişk li beramberî referanduma li başûrê Kurdistanê pozîsyona xwe diyar dikin. Jixwe binpêkirina mafên înasnî ya gelê Kurd li her du welatan bi dijwariya xwe didome.
Xala ku divê were pirsîn, di demekê ku jixwe Îran û Tirkiye di mijara Sûriye, Yemen û mêzînên giştî yên herêmê de li hev nedikirin, ango AKP-DAIŞ û Îran-Hizbûllah wek du eniyên dijber disekinîn, çawa bû ku niha li Sûriyê jî, di mijara siyaseta Iraqê jî digihîjin hev? Bi taybet jî dixwazin operasyoneke hevbeş li dijî başûrê Kurdistanê pêk bînin. Êrîşkirin û dagirkirina başûrê Kurdistanê yek ji xewnên Tirkiyê ya pêknehatî ya sala 2003’an ku piranî caran aliyên faşîst wek rexne ji dewletê re dianîn ziman. Lê niha îtîfaqa AKP-MHP li ser bingeha dijîtiya Kurdan avabûye, dibe ev xewn jî dubare zindî bibe. Pirî caran ji hêla rayedarên Tirkiyê ve pêwîstiya dagirkirina Başûrê Kurdistanê tê ziman.
Niha em ji hêla her sê aliyan ve li referandumê mêze bikin:
PDK ji dema damezirandina xwe heya niha di aliyê siyaset û polîtîkaya xwe de tucar serbixwe nebûye, herdem girêdayî hêzên herêmî yan jî navnetewî bûye. Projeya referanduma serbixwebûna Kurdistana Başûr ji Iraqê jî, ji vê rewşê mustesna nîne. Barzanî beriya ku vê teza xwe îlan bike, bi caran serdana Emerîka, Ewrûpa û herwiha Tirkiyê kir. Barzanî heya qirikê bi Tirkiyê ve hatiye girêdan. Jixwe di dema êrîşa DAIŞ li ser Iraq û Başûr de jî di kolalîsyona AKP-DAIŞ-Erebîstanê de cih girt. Niha çawa dibe ku Barzanî ruxmî Tirkiyê, yanî di rewşekê ku Erdoxan nerazîbûn nîşan dide, di pêkanîna referandûmê de israr dike? Di vê mijarê de ji hêla pir aliyan ve ev şîrov tê kirin ku ev planeke hevbeş ya Tirkiye-Barzanî ye. Barzanî ji bo ku hinekê zext li ser muxalîfên xwe bike, di hilbijartinên dema pêş de îmaja xwe ya hilweşiyayî paqij bike û herwiha tewîzên hewce ji Hûkumeta Navendî ya Iraqê bigire, referandum xistiye rojevê. Jixwe tê dîtin ger ku referandûm pêk bê jî, di aliyê pêkanîna wê de tu zemîneke pratîkî û real tune ye.
Referanduma serbixwebûnê ji hêla Tirkiyê ve jî ji bo ku hukûmeta Iraqê hinekê jêr zext de bimîne, heta li dijî Qendîl-Şengalê pê re bikeve nav têkiliyan, herwiha ji bo tehîd li ser Îranê jî were kirin, tê bikaranîn. Herçend Erdoxan dijberbûna xwe anîbe ziman jî û bi rastî jî ger ku îmkanê pêkhatina serbixwebûna Kurdan li Başûrê Kurdistanê hebûya, Tirkiyê dê bi hemû hebûna xwe li dijber rawestibûya, lê pir eşkereye ku di vir de planeke hîna qirêj tê meşandin. Barzanî û Erdoxan ji bo Îran û Irqaê bikişin ser xeta xwe, ango li dijî PKK’ê bikar bînin, ev referandum wek karta tehdîtê xistine devrê.
Îran çawa dibe ku dikeve nav lîstokê? Di encam de li ser Îranê gefxwarinên Îsraîl, Erebîstan, Emerîka hene. Li Iraqê herçend Heşdî Şebî hêzeke neyê înkarkirin be, lê belê dînamîkên siyasî yên Şîe û Sunî di nav hin lêgerên cuda bi Erebîstan û Rusyayê re ne. Ango îhtîmal heye ku Iraq ji kontrola Îranê derkeve. Herwiha pêkhatina referandumê tê wateya parçebûna Iraqê, ev jî otomatîkmen parçebûna Îran û welatên din jî dixîne rojevê. Îran bi rêya Erdoxan dikare li ser Barzanî zext bide çêkirin, Erdoxan bi hevkariya li dijî PKK vê yekê dipejirîne û Îran di kêleka PKK’ê têkbirina PJAK’ê jî daxwaz dike. Sêgeşoya şeytanî wiha ava dibe.
Ev plan pir aşîna û dubar ye, beriya vê hatiye ceribandin û ji ber berxwedana bêhempa ya gerîlayan û piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê têk çûye. Pir eşkereye ku dîsa dê bê encam bimîne. Ceribandina planeke ku binkeftî ye, hêviya dawî ya Erdoxan-Barzanî-Ruhanî jî îfade dike. Tu rêyeke din ya ku pêşî li serkeftin û azadiya gelê Kurd bigire, nema li ber xwe dibînin. Lê tişta ku ew nabînin û naxwazin bibînin Bizavên Azadiya Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji salên 2008 û 2011’an pir zêdetir mezin bûne û ev hêza bilind ya rêxistinî, leşkerî û birdozî dê eniya dijberê Kurd; AKP-PDK-Îranê mehkûmê binkeftinê bike.