Zîlan Vejîn، Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê_PJAK’ê

Piştî hevdîtina serfermandariyên giştî yên Îran û Tirkiyê, behs li ser operasyoneke hevbeş ya li
dijî Başûrê Kurdistanê tê kirin. Bi vî awayî hevgirtinek li beramberî gelê Kurd dubare dikeve meriyetê. Ji bo fêmkirina hîna bêtir ya vê hevdîtinê û egerên wê jî divê rabirdûya têkîliya di navbera her du hêzan de jî were bidest girtin.
Tirkiyê di salên dawî de pir eşkere ji bloka Sûnî re serkêşî kir û di oxira xeyala pêkanîna Împaratoriya Osmanî de bi hêzên herî paşverû û derveyî serdemê wek Îxwanî Muslimîn, El-Nûsra û DAIŞ re di pir xalan de hevkar bû, xwest bibe hêza Sûniyan li jêr ala xwe kom dike. Di heman demê de Îranê jî ala eniya Şîe hilgirte ser xwe û di navbera her du hêzan de nakokî gihîştin lûtkeyê. Herçend şereke germ û rasterast di navbera Îran û Tirkiyê de pêk nehatibe jî, yên li Sûriyê û Iraqê li hev xistin, hêzên girêdayî wan bû. Elbet nakokiya di navbera Îran û Tirkiyê xwedî pêşîneyeke pir dûr e, heya serdema Osmanî-Sefeviyan ve diçe. Di esas de di bin navên mezheb de du hêzên împaratorî ava bibûn û şereke pir wêranker ya desthilatdariyê, bi taybet jî li ser axa Kurdistanê pêk anîn ku di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin, koçberkirin û sûrgûnkirin. Ev şer heya Hevpeymana Qesrî Şîrîn berdewam kir ku mijara girîng jî ew e ku Kurdistan kirin du parçe. Bakûr, Sûriye û Başûrê Kurdistanê li jêr kontrola Osmaniyan de ma, Rojhilatê Kurdistanê jî bû beşeke ji axa Sefeviyan. Ev sînor heya roja îro jî bi hin destwerdanên piçûk, maye.
Nakokiya di navbera her du hêzên ku dixwazin li herêmê bandorkeriya xwe zêde bikin, bi pêvajoya Bihara Gelan dîsa gur bû. Îranê heya dawî piştgiriya rejîma Bees ya Elevî ya Sûriyê û malbata Esed kir, mayîna vê rejîmê wek palpişta xwe zanî û Tirkiyê jî heya dawî dijberî kir, ji bo hilweşandina vê rejîmê hewleke pir zêde, heta dikare were gotin bi rêxistinên terorîst wek El-Nûsra û DAIŞ’ê re hevbeş tevgeriya, alîkariya pêwîst ji wan re da. Bi îhtîmaleke pir mezin dê ev pevçûn rê li ber aloziyên cudatir jî vekiribûya. Lê Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, herî girîng jî berxwedana Kobanê, dengvedayîna vê têkoşînê û hevgirtina gelên cîhanê bi gelê Kurd re, paşê jî pêşveçûna hêzên parastina gel ya li Rojava, Şengal û Kerkûkê jî darbeya mirinê li DAIŞ’ê xist. Bi pêşengtiya gelê Kurd li Bakûrê Sûriyê modeleke nû ya rêveberin û hêzeke xurt ava bû. QSD ji ber di qada cîhanê de wek hêza herî serkeftî ya li dijî DAIŞ’ê xwe îsbat kir, koalîsyona dijî terora DAIŞ’ê jî hewl da ku operasyona têkbirina DAIŞ’ê pê re hevbeş bide meşandin. Lewre operasyona Minbic û niha jî ya Reqa bi serkeftî dewam dike. Di vê rewşê de plana Tirkiyê têk çû. Eniya Sûnî bi ser neket, îmaja Tirkiyê ya navnetewî pir zede bû, ji wê jî xirabtir, têkîliya di navbera Tirkiyê, Emerîka û YE jî kete rewşeke aloz. Lewre Tirkiye li alternatîfeke cuda geriya. Ango xwest herî kêm xwe ji germola ku bixwe çêkiribû paqij derxîne. Ji ber vê sedemê jî rû li Rûsye û mûtefîqên wê Îran-Suriyê kir. di berdêla Cerablûs û Babê de Heleb radestê hêzên Suriyê kir. herwiha ji bo ku Bakûrê Sûriyê nekeve jêr kontrola QSD’ê êrîşê Efrîn û herêmên El Şehba dike, ji bo vê jî dibe ku di rojên bê de Idlibê jî radest bike. Îran-Tirkiye û Rûsiyê vêcarê rola çareserkerên pirsgirêka Suriyê dane ber xwe û bi hevdîtinên Astana, xwestin formulekê bibînin. Di vê navberê de nakokiya di navbera Iraq û Tirkiyê de jî, sedemeke din ya nêzîkbûna Îran û Tirkiyê ye. ango Tirkiye xwe neçarê Îranê dibîne ji bo li ser Iraqê bikaribe hin karîgerî û bandor ava bike.
Lê di vê navberê de bazareke germ li ser Kurdan jî tê meşandin. Îran û Tirkiyê pêkhatina sîstema Federal Demokratîk ya Bakûrê Sûriyê wek xeterî dibînin. Ji ber her du dewlet jî bi zextan bi ser gelê Kurd ve diçin û naxwazin bi navê gelê Kurd pergalek li herêmê li derveyî kontrola wan ava bibe. Ev model ji bo wan metirsî ye, netew-dewleta wan hildiweşîne.
Niha hin xususên sereke ku ji hevdîtina Baqirî-Erdoxan derdikevin holê hene. Piştî hevdîtina mijara gotinê ji hêla Erdoxan ve agahiya operasyona hevbeş ya li dijî Başûrê Kurdistanê li ser hêzên PKK-PJAK hate dayîn, herçend ev agahî ji hêla hêzên Îranê nehatibe piştrastkirin jî, diyar dibe ku di derbarê gelê Kurd de plan û lîstokên nû goftûgo kirine.
Divê ev yek neyê piştçavkirin ku şereke li herêmê rû bide, herçend ku bê gotin li dijî tevgerên gelê Kurd e, ango tenê Herêma Parastina Medya bigire nav xwe jî, dê bi tu awayî bi vê herêmê re bi sînor nemîne. Bi îhtîmaleke pir mezin dê berê şerê herêmê vêcarê vegere ser Îranê û dibe ku ji bo mudaxeleya li ser Îranê jî ji hêla hêzên navnetewî bikar bê. Ji ber ev şer dê wek şerê sala 2011’an ya li ser Qendîlê nebe. Pêşketinên siyasî yên herêmê li gor wê demê pir guherî ne. Lewre pirsa ku gelo Tirkiye çima dixwaze Îranê bixîne nav vî şerî jî derdikeve holê? Pir eşkereye şerek ku ji hêla Îran û Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd were destpêkirin, dê tenê Kurdan jî negire nav xwe, dê berfirehtir bibe.
Îran dema ku ber bi hilbijartina Serokomarî ve çû, herî bêtir îhtîmala mudaxeleya derve di rojevê de bû ku ev mijar hîna berdewam dike. Ruhanî jî wek hilbijarteka gel û desthilatê ku pêşî li şer bigire, ango bi polîtîkayên lîberal û muzakereyan hewl bide reşwê aram bike, derkete pêş. Nexasim rojevkirina êrîşa li ser başûrê Kurdistanê dê ji hêla raya giştî ya cîhanê û gelên Îranî ve çawa were bidestgirtin û rastê çi refleks û helwestan bê, pêwîste ji hêla Îranê baş were pîvandin. Herwiha hêza gelê Kurd, tevgera PKK’ê ya ku di her çar parçeyên Kurdistanê û di nav gelên cîhanê de hêzeke mezin avakiriye, xwedî tecrûbeyên berfireh ya têkoşîna li bajêr û çiya ye, PJAK jî wek nûnerê gelê Rojhilatê Kurdistanê di aliyê rêxistinbûn û parastinê de hêzeke berfireh heye, dê têkoşîn û berxwedanê di cih û dem de raber bikin. divê dewleta Îranê hêza gelê Kurd bi tu awayî ji nedîtinê ve neyê. Bi hezaran gerîlayên şoreşger û fedayî yên gelê Kurd amadene ku di berdêla azadî û parastina axa xwe, heya dawî şer bikin û ji bo têkbirina dagirkerî û êrîşan jî bi lehengî li ber xwe bidin. Kurdistan û gelê Kurd jî ne di serdema sedsala 16’an ya ku hevpeymana Qesrî Şîrîn pêk hat de ye. ruhê netewî û yekgirtî ya gelê Kurd çawa di berxwedaniya Kobanê de dîwarên di navbera Bakûr-Rojava-Başûr û Rojhilat de bêwate kir, hîna ji wê demê xurtir dê eniyeke mezin ya têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriyê çêbike û sînorên heyî bi tevahî ji holê rabike. Em wek PJAK li berameberî her awayê êrîşên dagirker yên dijberê gelê Kurd, amadene ku têkoşîn bikin û heya serxistina azadiyê û avakirina pergaleke demokratîk jî narewestin.
Lewre operasyoneke muhtemel ku ji hêla Îran-Tikriyê ve li ser Başûrê Kurdistanê pêk bê, nagihîje armanca xwe. Bi baweriyeke mezin dikare were gotin ku dê ji bo van welatan bixwe zirar û xisareke pir mezin bîne. Wek ku îşare pê hate kirin, dibe ku deriyê şereke navxweyî û giran li ser Îranê jî veke. Jixwe rejîma Tirkiye wek ku karta herî dawî ji bo desthilatiya Erdoxan jî dixwaze bikar bîne, dikeve nav vê planê û ev dê dawiya rejîma faşîst ya li Tirkiyê jî bîne.