Gelê Kurd û hemû gelên cîhanê mijara ewlehî, tendurustî û azadiya Rêber Apo ji bo xwe xeta herî sor û hesas dizanin. Ji sala 1999’an ku komploya neyar ya navnetewî li ser Rêber Apo pêk hatiye, çalekî û têkoşîna ji bo pûçkirina armancên komployê û azadiya Rêber Apo heya roja îro bênavber hatiye meşandin. Rêber Apo ne tenê temsiliyeta 40 milyon gelê Kurd, bi îdeolojî û projeyên xwe ji hemû mirovahiya hemdem û azadîxwaz re jî nûnertiyê dike.
Hêzên hegemon ên navnetewî û dewleta faşîst a Tirkiyê ji bo pêşî li xeta azadîxwaziyê ku bi pêşengtiya tevgera azadiyê û Rêber Apo têkoşîn dikin, bigrin, bi komplo û tecrîda şidandî hewl didin ku çemk û planên xwe yên desthilatdar li ser civakan bidomînin. Lewre her nêzîkatiya ji bo Rêber Apo di esas de nêzîkatiya li beramberî têkoşîn û helwesta azadîxwaziya mirovahiyê rave dike. Bêtirî 2 sale ku Tirkiye bi erêkirina hêzên navnetewî yên desthilatdar destûr nade ku hevdîtin bi Rêber Apo re pêk bê û hemû mafên esasî yên di huqûqa welatê xwe û huqûqa navnetewî tê binpêkirin. Di esas de ji rewşa Rêbertiya me, agahiyek nayê girtin û ev yek gumanên cuda pêş dixîne. Di rewşeke wiha aloz ya Rojhilata Navîn de yekane rêya çareseriyê projeyên Rêber Apo yên sîstema Xweseriya Demokratîk e û rêya ku aştiya herêmê û pê ve girêdayî aştiya cîhanê jî bi xwe re bîne, girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Derveyî vê tê wateya şer û pevçûnên giran. Lewre divê were zanîn rewşa Rêber Apo, sedema şer û aştiyê ji bo hemû gel û hêzên herêmê û navnetewî ye. Tu hêz nikare xwe ji vê dûr ragire û derveyî vê bimîne. ji ber vê yekê pêwîste hestyarî û xwedîderketin li Rêber Apo, bi vê zanebûnê were destgirtin.
Gelê Kurd ku sîstema xwe ya demokratîk û wekhev wek projeyeke nû pêşkêş dikin û ji bo pêşxistina pergala xwe bi her awayî di nav berxwedan û têkoşîneke bêhempa de ne, li beramberî tecrîda şidandî û bê agahî ji Rêber Apo, sebra wê dawî bûye û bi tu awayî tecrîdê napejirîne, ji bilî azadiya Rêbertiya xwe jî tiştekê qebûl nake. Jin ku hebûna xwe bi hebûna Rêbertiya xwe re yek dizane, li her derê ji hemleya azadiya Rêber Apo re pêşengtiyê dikin û divê li çar aliyên cîhanê bi vê durûşmeyê jî bi ruhê serhildanê derkeve kolanan.
Di sala 1999’an dema ku komploya navnetewî li ser Rêber Apo pêk hat, gelê Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtî û serkêşiya jinan, li Rêbertiya xwe xwedî derketin. Her pêvajoya ku zext û tecrîd li Îmraliyê giran bû jî jinên Kurd li Rojhilat, nerazîbûna xwe bi şêweyeke tund nîşan dan. Ew agirê ku bi durûşmeya “Kes nikare Roja me tarî bike” di kesayeta jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî hate vêxistin û bersiva herî watedar li Rojhilatê Kurdistanê ji komplogeran re hate dayîn. îro ku dîsa metirsî û xeterî li ser Rêber Apo heye, gumanên pir cidî hene divê heya ku agahî ji Rêber Apo were wergirtin, gelê me li Rojhilatê Kurdistanê jî nesekinin û kolanan bihejînin, dewleta faşîst ya Tirkiyê û komplogeran neçar bikin ku rol û mîsyona Rêbertî binasin û demildest dawî li tecrîdê bînin. Li ser vê bingehê em wek hevserokatiya PJAK bang li gelê xwe yê welatparêz, bi taybet jî jin û ciwanan dikin ku bi ruhê 3’ê Êsfenda sala 1999’an xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.
Hevserokatiya PJAK
16.10.2017