Em Cejna vejînê, salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li Rêber Apo û hemû şehîdên rêya azadiyê, gelê Kurd yê berxwedêr, dayikên şehîdan û hemû şervanên rêya heqîqetê ku bi ronya rojê îro li her çar beşên Kurdistanê û cîhanê li dijî dagirkerî û wehşeta pergala desthilatdariyê têdikoşin, pîroz dikin.
Partiya Karkerên Kurdistan’ê di demekê ku hemû hêzên dagirker û hegmonîk ên cîhanê bi siyaset û hişmendiya xwe ya desthilatdar û dewletger ya “parçe bike û bi rêve bibe” êrîşê berxwedaniya gelên azadîxwaz û jiyana sosyalîst dikirin, bi rêbertiya Rêber Apo ve hate damezirandin. Derketina PKK’ê serîrakirin li hemberî faşîzmê bû. PKK wek felsefe û hêviyekê bû ku li Kurdistanê pêşengtiya şervantiya sosyalîst û demokrasiyê girte ser milên xwe û bi vê erkê re rabû. PKK di demek kurt de bi têkoşîna xwe re bû hêviyek ji bo gelên Kurd û Rojhilata Navîn. Kurdên ku bi her şêwazî rastê înkar û îmheyê dihatin, ji dîrok, rastî, nasname û civakbûna xwe hatibû dûrxistin, ji nû ve hate jîndar kirin. Pênaseyek nû ji rastiya Kurd re danî û Kurd bi rastiya dîrokî xwe re aşîna bû, wiha jî berxwedanên bê mînak di 40 salên dawî de jiya. Bi derketina PKK’ê re êdî tu siyaset û rêbazên dagirkerî û mitîngeriyê nekarî li pêşiya têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê bigire. PKK bû hêvî û roniya herî mezin ji bo her çar beşên Kurdistanê û cara yekem li jêr sîwan û bîrdoziya PKK’ê têkoşîna netewî ya gelê Kurd, di vê astê de hate meşandin. Sînorên ku li ser erdnîgariya Kurdistanê ji hêla dagirkeran ve hatibû diyarkirin, bi derketina PKK’ê re bêwate ma. PKK çawa ji hêla siyasî, netewî û civakî ve destkeftiyên mezin ji civak û gelê Kurd re avakir, di heman demê de kesayeta kurda/ê azad, sosyalîst û domkratîk ku çawa ava dibe nîşan kir. PKK bi pêşengên wek Sakîne Cansiz, Bêrîtan û Zîlan’an, di têkoşîna 40 salan de kesayeta jina azad bi felsefeya Rêber Apo di her kêliya jiyan û xebatê de mîsoger kir. Ya rast PKK bi esasgirtina asta beşdarbûn û azadbûna jinê xebat û têkoşîna xwe bi pêşve bir û ne tenê li Kurdistanê, di cîhanê de jî bû mînaka yekem di vê mijarê de.
Rêber Apo di avakirina PKK’ê de rêbertiya rast ya têkoşîna azadiyê çawa tê kirin derxiste holê. Îro Rêber Apo, ne tenê rêberê gel û civaka Kurd e, di heman demê de bi ferlsefa xwe ya gerdûnî bûye hêviya hemû gelên bidest û xilasiya ji dagirkerî û mitîngeriyê. Rêber Apo bi rêhevalên weke Kemal Pîr, Heqî Qerar, Mezlûm Doxan û Sakîne Cansiz’an xeta rast ya partîbûnê ava kir. Rêbertiyê bi avabûna PKK’ê re rêhevaltiya rast ya jiyan, têkoşîn û doza heqîqetê avakir. PKK li ser bingeha felsefa Rêber Apo esasê jiyana rast bi hevrêtiya rast ava dibe ye. Di têkoşîna xwe ya 40 salî de ne tenê têkoşîn û hestên netewî ava kiriye, di heman demê de jiyana bi hevre ya gelan bê ku tu cudabûneke netewî, etnîkî, olî û mezhebî derkeve holê, jiyana hevbeş û aştiyane ya gelan pêş xistiye.
Bi derketina PKK’ê re felsefa Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîn û şoreşa civaka azad jîndar bû. ji Rojhilatê Kurdistanê re bû mînaka ku; rêbaza têkoşînek bi zanist û bawerî, bi rêxistinkirina civakê dikare serkeftinê bi dest bêxîne. Bi naskirina PKK’ê re bi sedan keç û xortên ciwan yên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nav refên têkoşîna azadî û demokrasiyê ya her çar beşên Kurdistanê bûn, li dijî dagirkeriya faşîst şer kirin û canê xwe feda kirin. Ev rastî bi awayeke pir şênber û eşkere li Kobanê, Şengalê û hemû devera Bakurê Kurdistanê derkete holê. Ger îro li Rojhilatê Kurdistanê xwedî li derketina mafê xwe û daxweziya azadiyê ev çend li pêş e, bi saya tekoşîna Tevgera Azadiyê û keda Rêber Apo ye. Bi felsefeya Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê keç û xortên weke Şêrîn, Akîf, Zîlan û Ferzad’an di têkoşîna azadiyê de bûne sembol.
PKK’ê 40 sal e têkoşîna azadî û demokrasiyê dide, îro li herêmê û cihanê bi keda xwe hîmeke mezin û alternatîfeke herî bi hêz ji bona çareseriya hemû pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, zayendî û pergalê pêş xistiye. Her Kurdek pêwîste di ferqa vê ked û rista xwe de be û ji bona Kurdistaneke azad û jiyaneke bi rûmet li derdora van nirxan xwe bike mertal û heya serxistina vê dozê li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek ruh û deng tevbigere. Çewa ku li Kobanê ev ruh û deng bû yek hêz, ji vir û şûn ve jî pêwîste ev sekn li hemû devera Kurdistanê were raberkirin. Xwedî derketin ji destkeftiyên vê demê, xwedî derketin ji bedêl û keda ku vî gelî bi xwe di oxira vê têkoşînê de daye. Banga me li hemû ciwan, jin û gelê me li her çar parçê kurdistan û taybet gelê me li Rojhilatê Kurdistanê, ew e ku bi ruhê PKK’ê, di vê qonaxê de bi erka xwe rabin û bi dirûşmeya “Emê pergala Imraliyê bişkênin û dawî li esareta Rêbertiya xwe bînin” her qadê bikin qada têkoşînê.
Em weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK’ê, dameziradina PKK’ê ji bona gelê kurd weke nirxeke herî mezin û dîrokî dibînin û vê rojê dubare pîroz dikin. Îro em û gelê Kurd xwe deyndarê cangoriyên têkoşîna azadiya gelê Kurd dibînin. Em bi vê bawerin ku têkoşîna azadiya gelê Kurd bi felsefeya Apoyî dê ser bikeve û siyaseta dagirkirina Kurdistanê têk biçe. Careke din salvegera PKK’ê li hemû Kurd û Kurdistaniyan pîroz dikin.
Bijî Rêber Apo!
Bijî Berxwedana Azadiya Gelê Kurd!
Bijî Tevgera Azadiya Kurdistanê!
MECLÎSA PJAK’ê
2017-11-26