Di salvegera şehadeta rêhevalên xwe yên leheng Ronahî Denîz (Senem Erîşen) û Egîd (Hesen Hîkmet Demîr) de, em tevahiya şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza xwe ya domandin û biserxistina têkoşîna şehîdan dubare dikin.
Di têkoşîna her gelekê de hin çalekî û kesayet hene ku çarenûsaz in û ji wî gelî re dibin îlhama şoreşên mezin. Ger ku ew çalekî û helwesta şoreşgerî ya wan kesayetan nebin, dê seyra têkoşînê jî bi awayekê kêm bimîne û nikaribe ku bibe xwedî berhemên ku kêlî û dîrok ferz dikin. di demekê ku faşîzma dewleta Tirkiyê û Îranê li beramberî tevgera Apoyî, bi konsepteke nû dest bi êrîşên pir-alî kirin, di nav civak û raya giştî de jî dixwestin ku pêleke mezin ya tirs û xofê bidin çêkirin, li beramberî hêzên gerîlla operasyonên îmhekirinê dihatin plankirin û ji bo vê yekê polîtayeke nû li ser girtî û dîlên siyasî yên girtîgehan dihate meşandin, darvekirina Rêhevalê Egîd (Hesen Hîkmet Demîr) ku bi awayeke derveyî huqûq û bêyî berçavgirtina zagonên navnetewî hatibû darizandin, di esas de ji gelê Kurd û mirovahiya azadîxwaz re peyameke pir girîng dihate dayîn. Hevalê Egîd ruxmî ku bi salan di şertûmercên giran ên girtîgehê de dihate ragirtin, dest ji berxwedan û baweriya ji azadiyê re berneda û li beramberî polîtîkayên rejîma dagirker ya Îranê serî netewand. Bi darvekirina hevalê Egîd re xwestin ku vê vîn û baweriyê bêdeng bikin, bişkênin. Lê belê peyama ku rejîma faşîst ya Îranê dida, ji hêla şervanên azadiyê ve bê bersiv nema û diviya ku nemîne jî. Rêhevala Ronahî Denîz (Senem Erîşen) bi ruheke fedayî û azweriyeke bilind, bi xwendina rast ya pêvajoyê û têgihiştina erka dîrokî ya ku ji milîtantiya şoreşger dihate xwestin, li beramberî hêzên dagirker yên rejîma Îranê çalekiya fedayî pêk anî û ji dost û dijmin re ragihand ku dê jinên şoreşger yên Apoyî li herderê û li dijî her awayê zilim û êrîşê têbikoşin.
Hevala Ronahî ku ji bajarê Wanê navçeya Ercîşê ji dayik bibû, bi salan di nav têkoşîn û xebata li Bakûrê Kurdistanê di asta pêşengtî wek jineke ciwan rol hilgirtibû, piştî dîlgirtina Rêber Apo, bi hest û girêdaneke mezin ji xeta Apoyî re, berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê û demeke dirêj li qadên gerîlla têkoşîn kir. Di salên 2005 heya 2007’an jî li Rojhilatê Kurdistanê herêma Makûyê xebat meşand û di demeke kin de di nav gel de hezkirin û girêdaneke bê mînak avakir. Hevala Ronahî ruhê welatparêzî û netewî ya jinên Kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê, bi evîn û coşeke mezin ala têkoşînê hilgirtine, li her mal û gundê Makûyê dubare bilind kir û li beramberî polîtîkayên asîmîlasyon, girtin û êrîşên dewleta dagirker ya Îranê jin û ciwan, zarok û bi giştî civak perwerde dikir. Dilnizmî, hezkirin û bawermendiya kûr ya hevala Ronahî hişt ku di dilê gel de ciheke berfireh bigire.
Hevala Ronahî di ferqa kêliyê de bû, dizanîbû ku divê ji vê pêvajoyê re, ji hemû destwerdan û nêzîkatiyên faşîzan yên dijmin re bersiv were dayîn, dizanîbû ku kêlî li benda çalekiyeke şoreşgerî ye ji bo ku biherike ber bi têkoşînê ve. Diviya ew kêlî neyê ji dest dayîn. Çalekiyê xwe di wê kêliyê de ferz dikir, kêliyê ew çalekî dixwest û hevala Ronahî jî dixwest ku bibe xwediyê vê çalekiyê. Çalekiya Rêhevala Ronahî çalekiya li dijî her cure dagirkerî, polîtîkayên çewisandin û îmhekirinê ye. Li ser bingeha vê ruhê şoreşgerî çandeke nû ya berxwedanê ya ku ji bilî serkeftinê tu rêyeke din nas nake, afirand. Lewre Ronahî Denîz li Rojhilatê Kurdistanê çanda têkoşînê gihande asta lûtkeyê û ji gel û kadroyên tevgera azadiyê re mîrateyeke mezin bi cih hişt.
Di qonaxa niha de ku rejîmên faşîst yên Îran û Tirkiye, di heman demê de dewletên Iraq û Sûriyê jî li beramberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd peyman û hevkariyên nû pêş dixin, Rêber Apo di nav tecrîdeke şidandî de tê ragirtin, li ser gelê me li Rojhilatê Kurdistanê jî siyaseta qirêj ya birçîkirin, bêvînkirin, çavtirsandin û îmhekirinê bi berdewamî tê birêvebirin, pêdiviya pêşxistina têkoşînê ji her demekê zêdetir derdikeve holê. Girêdan û xwedîderketin li bîranîn û mîrasê rêhevala Ronahî û Egîdan jî, ji birêxistinkirin, berxwedan û têkoşîna hevgirtî ya gelê me derbas dibe. li ser vê bingehê emê bikaribin azadiya welat û azadiya civaka xwe jî misoger bikin. teqez ji bilî vê jî tu rêyên me yên din tune ne.
Em li ser vê esasê bang li gelê xwe yê welatparêz, bi taybet jî jin û ciwanan dikin, bi ruhê Ronahî û Egîdan, li beramberî pergala faşîst ya desthilatdar têkoşîna xwe pir-alî bikin û heya dawîkirina siyaseta qirkirin û dagirkeriyê, yek kêlî û yek nefes nesekinin. Em dubare hemû şehîdên di oxira azadiyê de bûne meşele bi bîr tînin û diyar dikin ku emê di vê rêyê de heya serkeftinê bimeşin.
BIJÎ SEROK APO!
BIJÎ DOZA AZADÎ Û BERXWEDAN!
ŞEHÎD NAMIRIN!

2017-12-28
Meclîsa PJAK’ê