Mîna her gel û welatekî di welatê me Kurdistan de jî nirxên pir birûmet a gelê me hene ku rih û giyaneke nû didin civaka me. Şehîd fêrgeha herî mezin a têkoşîn û azadiyêne. Mixabin di welatê me de û di cîhana îro de azadî bêbedel nabe. Lewma Şehîdên me xwe kirin bedel ji bo azadiya gelê xwe. Şehîdên me ku îfadeya herî rast a heqîqeta welat û gelê mene bi îlhama ku ji fikir û felsefa Rêber Apo girtin ji bo dawîanîn li êş û janên gelê xwe, li dijî dagîrkerî, talan, înkar û îmha, hovîtî û terorê dewletên serdest di refên herî pêş a tevgera azadiyê de cî girtin û ji gelên azadîxwaz re rêya rizgariyê nîşan dan.
Rejîmê dagîrker û faşîstê Îranê ku bi fetvayê komek meleyên ku xwe weke nûnerê Xweda nîşan didin bi salane di hewla şikandina vîna gelan deye her tim xwe spartiye zilim, tevkujî, zîndan, êşkence û sêdareyan. Ji bo tirsandina çavên gel û şikandina rûmetên mirovî ji tu hovîtiyekî xwe paşve nedaye.
Li hember vê, leheng û egîdên mîna Rêheval; Hêmin Bêkes (Hisên Xizrî) û Dara (Fesîh Yasemenî) jî mîna gelek rêheval û berxwederên din bi berxwedaneke APO’yiyane û bi îradeke ji polayê, di girtîgehên reş û tarî de di bin êşkenceyên herî xedar û hovane de tevahî pîlanên dijmin puç kirin, îrada dijminê qirker û înkarger têkşikandin û îrada gelên bindest û azadîxwaz di kesayeta xwe de temsîl û berceste kirin.
Îro jî tevahî gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di bin ala ku van Şehîdan û hezaran Şehîdên qehreman ên din hildane de ber bi ronahiya meşaleya ku Şehîd hildaneve dimeşin û xwedî li nirxa ku Şehîdan bi can û xwîna xwe afirandine derdikevin. Lewma îro êdî nav, al, armanc û têkoşîna Şehîdan dîwarên hesinê zîndanan rûxandiye û pêl bi pêl belavî tevahî kolan, tax, gund û bajêran bûye û weke dirûşma hevbeş a azadîxwazan lehiya gel bi xwe re herikandiye.
Rêheval Dara di 6’ê Çileya 2010 û Rêheval Hêmin di 5’ê Çileya 2011 de piştî berxwedaneke destanî ji aliyê rejîmê faşîstê Komara Sêdareyê Îranê ve hatin darvekirin. Bi boneya salvegera şehadeta van hevalan, di kesayeta wan û hemû Şehîdên sêdare de em tevahî Şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin, soz didin ku armanc û xeyalên wan bigihînin serkeftinê û bang li tevahî gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin ku ji boy dawîanîn li van wehşet, teror, zilim, êş û trajediyên ku li ser gel û civakên me tên sepandin, bi yekdeng û yekbang kolan û şeqaman dagirin û heya gihîştina serkeftinê raperînan bi dawî nekin ji ber ku aniha ji her demekî zêdetir pêwîstî bi yekrîzî û yekdengîya gelên Rojhilat û Îranê heye. Di heman dem Pêwîste yek ji diruşmên gel di van serhiladana bi davî anîna rejîma sêdare be. Bi vê şêwazê em dikarin tola hemû kesayetên şoreşger û sosyalîst wek Hêmin, Şîrîn, Xosru Gulêsorxî bigirin. Em heya misogerkirina azadî bi gelên xwe rene û xwedî li hemû daxwazên rewaya wan derdikevin. Bi vî awayî em hemû azadîxwazên ku di raperînên şoreşî ya van rojên dawiyê de li Rojhilat û Îranê şehîd ketine bi bîr tînin, bejna xwe li hember wan ditewînin û dibêjin ku: bedela azadiyê çi dibe bila bibe îsrar di jiyana azad de mafê her mirovekiye û meşa di şopa Şehîdan deye.
Meclîsa PJAK
05.01.2018