Evîn Nejdet

Şoreş berhema têkoşîn û bedelên giranbuha ne. Em di dîroka mirovahiyê de dibînin ku di dema zordestî digihîje lûtkeyê û êdî nayê tehemulkirin, serhildan û berxwedanên mezin ên gelan pêş dikevin û wiha şoreşên azadiyê yên gelan derdikevin holê.
Îro em li Îranê ketine qonaxeke bi vî rengî. Dem dema şoreşê ye, şoreşa azadî û demokrasiyê. Şoreşeke bingehîn ya ji bo dawî li zordariya rejîma faşîst dîktator ya Îranê bîne. Ji bo pêkhatina vê şoreşê heya bêjî sedem, heya bêjî pêwîstî, heya bêjî bingeh amade ye. ji ber 39 sal e rejîma faşîst ya heyî bi darê zorê li ser civakê hukûm dike, zext û îşkence pêk tîne. Jixwe Îran ji bo jinan kirine girtîgehek ku nikare cilûbergên xwe jî bixwe diyar bike. Ji cilûbergên wê bigire, heya hemû mafên wê yên însanî, mafê jiyan, zewac, hevberdan, xwendin, çalekî û birêxistinbûnê, faliyetên hunerî û sportîk tev bi destên zilamên desthilatdar, bi mêjiyê wan ê hesûd û fêrbaz hatiye destnîşankirin.
Jin di Îranê de ger ku nikare di saheya siyasî de tenê ji ber ku jine cih bigire, nikare rêxistinbûnên xwe yên siyasî-sivîl ava bike, qanûn ruxmê wê û dijberê wê hatine rûnişkandin û muxalefeta li beramberî van qanûnan jê re qedexe ye, ger ku hemû gotinên rêberê Îranê û rayedarên paye bilind ên dewletê wek kelamên xweda têne dîtin û sepandin û ev jî tev zilam in, ger ku dengê wê heram e û nikare stran bixwîne, nikare spor bike, nikare sporê temaşe bike, nikare di hin beşên zanîngehan de bixwîne û kar bike, nikare bêyî destûra zilamê xwe ji welat derkeve, zarokên wê ne ayîdê wê ne û tu mafê wê bi ser zarokên wê de tune ye, ger di malê de jî jêra împaratoreke zilam hatiye diyarkirin, ger di temenek piçûk de tê zewicandin (firotin), bi madeyên hişbir û fuhuşê ji civakê tê dûrxistin, ji her cure şîdet û tecawuza li ser wê re rê hatiye vekirin, ger di rewşa xwe biparêze de bi sêdareyê tê darizandin û tevahiya pirsgirkên din, wê demê jiyankirin, pejirandin û tehemûlkirina vê pergalê jê re ne gengaz e. Lewma divê kesek matmayî nemîne ku çima jinên Îranî îro serkêşiya serhildanan dikin. Çima hemû qadên têkoşînê bi deng û rengê wan dixemile.
Divê di serî de rejîm, her kes vê bizanibe ku jinên Îranê çawa di dîroka xwe de ji bo jiyaneke demokratîk û azad hertim têkoşiyane û teslimiyet û bindestiya welat û ya li ser xwe qebûl nekirine, îro jî bi heman ruh û baweriyê dê ji bo avakirina jiyaneke hêjayî jiyînê, jiyaneke demokratîk û wekhev ya azadiya jinê bingeha wê dadigire, bedêlên hewce bide û dide jî.
Jinên Îranê di kêleka parastin û daxwazkirina mafên xwe yên bingehîn, di heman demê de li beramberî polîtîkayên rejîmê ku li ser civakê dide meşandin jî di nav serhildanê de ne. Rejîma dîktator desthilatdar ruxmî ku Îran yek ji welatên herî dewlemend di warê çavkaniyên aborî ye, lê civakê bi birçîkirinê re terbiye dike. Zarokên van jinan bi birçî dixewin, di temeneke piçûk de neçarin biçin kar bikin, kargeriyê bikin. dîsa jî birçî ne. Lê desthilatên Îranê di dewlemendiyeke mezin de dijîn û ji berhemên welat sûd digirin.
Jin dema ku dibînin çanda wan ya netewî, olî, mezhebî û etnîkî tê înkarkirin, dema ku bi qedexeya li ser perwerde û pêşxistina zimanê dayikê re rûbirû dibin, dema ku çalekên siyasî li girtîgehan bi îşkenceyên giran û dawiyê jî sêdareyê têne darizandin, dema dibînin ku civak ber bi rûxîna menewî û madî ve diçe, ji bo ku dawî li vê rewşê bînin serî hildane.
Serhildana li Îranê berhema êş û keserên demdirêj, acizî û nerazîbûnên tund ya li beramberî desthilatdariya zilamsalar ya rejîma melayên Îranê ye. Dê ev pergal bi destên jin û ciwanan, bi destên hemû beşên civakî, bawerî û netewan ku ji mafên xwe mehrûm hatine hiştin birûxê û ev yek çarenûseke ku rejîm nema dikare jê bireve.
Lewre di vê pêvajoyê de hemû jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hemû jinên kedkar, karger, rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, hunermend, werzîşkar, xebatkarên rêxistinên femînîst û ekolojîst, jinên di mal de li jêr sêwaneke berfireh kom bibin, di kêleka têkoşîna hevpar ya bi civakê re ji bo dawîhatina pergala heyî, li derdora daxwaziyên xwe yên mafê jinê jî eniyeke xurt bidin çêkirin, bi zanebûneke bilind û berpirsyariyeke mezin hîna zêdetir serî hildin û rê nîşanî civakê bikin. Bi taybet li dijî çemk û ferasetên netew-perest û faşîst, yên ku cudahiyan dikin sedema pevçûn û nakokiyan, li beramberî ew beşên ku li pey desthilatdariya xwe ne, li beramberî nêzîkatiyên seranser û yên tenê şîdetê esas digirin û nizanin ku çi dixwazin, yên ku zirarê digihînin nirxên civakê jî bi awayeke şiyar û bi helwest nêzîk bibin. Ji bo avabûna Îraneke Demorkatîk ya ku mafên hemû gel û pêkhateyan esas wergire, têkoşîn bikin.
Ev yek teqez e ku dê pêşengtiya jinê dawî li rejîma heyî bîne, dê şoreşa Îranê jî bibe şoreşa jinê û dê pêşengtiya jinê şoreşa gelên Îranê biser bixîne.