Evîn Nejdet
Tirkiye careke din bêyî ku ji pratîka xwe ya sed salên dawî yên tejî şaşitî dersên hewce wergire, dest bi şaşitiyeke din ya mezin bi operasyona dagirkirina Efînê kiriye. Ev hewldan ku çend sal berê li Serêkanî, Kobanê, Girê Spî jî ceriband û binkef, vê carê wek şensê dawiyê bi tevgerkirina ertêşa xwe yekser pêşxistiye. Elbet serkeftina Serêkanî, Kobanê û Girê Spî ji bo siyasetên Tirkiyê bû binkeftinên mezin, lê herî kêm ji ber ne yekser tê de cih digirt û bi rêya hêzên paramîlîter yên girêdayî xwe ve pêş dixist, di aliyê derûnî de xwe û raya giştî pê dixapand.
Bêguman di navbera şerê Kobanê û yê Efrînê de hin xalên hevbeş hebin jî, pir tişt êdî guherî ne. Ya yekem konjonktura siyasî, planên navnetewî û herî berçavtir jî rewşa Kurdan guhertinên cidî dane ber xwe. Kobanê bi tevahî li dorpêça hêzên çete yên DAÎŞ’ê de bû. Di wê pêvajoyê de Kurd di aliyê alavên leşkerî de araste nebûn, tecrûbeya şerê bajêran jî kêm bû. di heman demê de hazirtî û motivasyona gel ji bo şereke giran guncaw nebû. Ev faktor bûne sedem ku Kurd li Kobanê bedelên pir mezin bidin û piraniya bajêr jî wêran bû. ruxmî vê jî di destên Kurdan de bi tenê kleşek û îradeyeke mezin hebû. Şer di navbera du xetên heya dawî dijberê hev de pêk dihat. Xirabî, kirêtî û rûreşiya cîhanê di kesayeta DAÎŞ’ê de bi ser xeta azadîxwaziya gelan ve êrîşên dijwar pêk dianî. Elbet DAÎŞ wek nexweşiya kombûyî ya cîhanê ye. hem di aliyê zihniyet de, hem jî wek pratîk jî mîkroba di dîrokê de di kesayeta DAÎŞ’ê de civiya ye. DAÎŞ hovîtî, zilamsalarî, desthilatdarî, tundî, kevneperestî, berjewendîxwazî û bêrûmetiya dîrokê hemû di xwe de kom kiriye. Kobanê li ber xwe da û hemû xeyalên Erdoxan yê ku bi îhtîmaleke mezin dixwest nivêja cejna Qurbanê di mizgefta Kobanê li cem DAÎŞ’iyan bixwîne ber belav kir. Bi berxwedana Kobanê re tenê bajarek nehate rizgarkirin, di heman demê de modela jiyana nû, wekhevîtiya jin-zilam, vîna însanê/a azad, wekhevîtiya hemû gelan, bawerî û nasnameyan bi hev re jî hate parastin. Lewre dengvedana wê jî di asta cîhanî de bandor kir. Bi vê berxwedanê re Tevgera azadîxwaziyê baweriya bi hêza xwe kûrtir hîs kir, Şengal ji destên çeteyan derxist, berê xwe da Sirîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê, herêm ji çeteyan paqij kir. bi projeya Rêveberiya Xweser pêngavên şoreşa Bakûrê Sûriyê gihande asteke bilind. Di qada navnetewî de jî bandorkeriya xeta sêyemîn nîşan da. Li ser hêza xwe ya leşkerî, siyasî, dîplomasî û rêxistinî zêdetir kir. Gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Sûryan û hwd. bi rêxistinbûnên xwe yên herêmî, pêşxistina hêza xwe ya parastinî bûne çavkaniyeke mezin ya îrade û pêşketinê.
Di van çend salan li Tirkiyê jî bûyerên pir girîng rû dan. Di serî de dewleta Tirkiyê ku pêvajoya Kobanê ji bo tunekirina têkoşîna azadiya Kurdan wek firsendeke zêrîn didît, pê re jî di bin navê pêvajoya çareseriyê, dixwest gel mijûl bike û di navberê de jî plana hilweşandinê pratîze bike. Paşvekişîna gerîlla ji qada Bakûr, hevdîtinên li Îmraliyê pêk dihatin û herwiha lîberalîzekirina qada siyaseta demokratîk ya Kurdan beşek ji vê planê bûn. Rêber Apo di têgihiştina vê planê de hişyariyên hewce li bizav û gel kir û bi taybet giranîdayîn ji xebatên înşayê re anî ziman. Pêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ji bo Erdoxan û AKP’ê binkeftin bû. lewre dek û dolabên hilbijartina 1’ê Mijdarê û êrîşa ku di 24’ê tîrmehê li ser tevgera azadiyê dane destpêkirin, bi eşkere nîşan da ku wan tucar ji bo çareseriyê niyet nekiribû. Gelê Kurd li Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Gever û Sîlopiyê di bin navê Xweseriya Demokratîk berxwedaneke dîrokî raber kir. Ertêşa Tirkiyê ku nekarî vîna gel bişkêne, bi hemû teknîk û rêbazên derveyî mirovahiyê êrîş kir, lê heta nekarî yek kesê teslîm bigire. Ciwanên Kurd ji bo sax nekevin dest, gule li serê xwe xistin, wek ku Mehmed Tunç jî bang dikir, berxwedan bilind kirin. Ev pêvajo xitimîna siyaseta Tirkiyê bû. Pêkhatina binkeftî ya darbeya 15’ê Tîrmeha sala 2016’an jî tesfiyekirina muxalîfên di nav pergalê de bû. hîna jî ev hewldan dewam dike û rojane însan ji kar têne avêtin, têne girtin. Bi hezaran Kurd jî hatin hedef kirin. Sazî û dezgeh, ragihandin û çapemendiya Kurd û azadîxwazan dest danîn ser. Parlementer, siyasetmedar û şaredar avêtin girtîgehan. Di raya giştî ya Tirkiyê yên li beramberî Erdoxan û faşîzma wî serî rakin, an jî îhtîmala ku nerazîbûn nîşan bidin hemû yekser şandin girtîgehan. Niha li Tirkiyê atmosfereke giran ya tirs û perçiqandinê heye. yan tu bêdeng bibî, yan werî perçiqandin, ger bêdeng bibî jî her dîsa dê perçiqandin di dawiyê de bibe para te. Siyaset li Tirkiyê xetimî ye. tenê hest û nêrînên şoven hene ku îmkanên bêdawî dibînin. aborî jî her diçe paşve diçe, asta feqîriya gel zêdetir dibe.
Tirkiyê di siyaseta xwe ya derve de jî piştî binkeftina DAÎŞ’ê berê xwe ji koalîsyona Sûnî zivirand û ji neçarî ber bi koalîsyona Şîe ya ku Îran serkêşiya wê dike ve çû. Demekê ku ji bo Beşar Esed ji text bikeve hertişt kir, niha di lihevkirina Îran-Sûriye û Rûsiyê de cih digire. bi bazara reş ya li ser çeteyên girêdayî xwe ji van hêzan tewîz werdigire. Bixwe jî li Cerablûs, Ezaz, El Bab û Idlibê leşkerên xwe û çeteyên xwe bicih kir, ji bo pêşî li yekgirtina Federasyona Bakûrê Sûriyê bigire. Kiryarên atnî-demokratîk yên Tirkiyê di hundir de û polîtîkayên dagirkeriyê jî rastê nerazîbûnê cidî jî tên. Lê belê Faşîzma AKP-MHP’ê jiholêrakirina pergala demokratîk ya Bakûrê Sûriyê ji bo xwe kirine hiceta man û namanê. Yan dê pêşiya gelê Kurd û belavbûna sîstema wan bigirin, yan dê ev model li Tirkiyê û Rojhilata Navîn belav bibe û dawî li serdestiya wan bîne. Di vê planê de dewleta Îran jî ciheke aktîf digire. ji ber ku berjewendiyên wan yên hevbeş tenê mijara Kurd e. Di pêvajoya piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê jî wiha hevbeş tevgeriyan û Heşdî Şebî wek hêza girêdayî Îranê pir herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kir. elbet di vir de xiyanet û siyaseta hevkar ya partiyên YNK-PDK rola sereke leyîstin. Wan xwe radest kir, li berxwe nedan û bûn sedem ku destkeftiyên Kurdan yên salan ji holê rabin. Ev xeta xiyanet-hevkarî jixwe tu rêyeke wê ya cuda jî nemabû. Li pey siyaseta dewlet-netewe de polîtîka meşandin û dawî li hebûna xwe ya siyasî anîn.
Li Efrînê niha dorpêçeke berfireh ya artêşa dagirker ya faşîzma Tirkiyê û çeteyên wî heye. hêzên navnetewî wek Rûsya, Amerîka û Ewrûpa jî çirayê kesk vêxistin. Erdoxan qîr dikir ku dê di hefteyekê de dawî li YPG’ê bîne. Ev bêtirî 20 rojan e bi tank, balafir, hewan û çekên giran êrîşê gelê sivîl û şervanên azadiyê dike. Lê hîna yek pêngav pêşve nehatiye. Bi dehan sivîl hatin qetilkirin, gund û mal xirab kirin, lê gelê me yê Efrînê berovajoyê texmînên Erdoxan, cihûwarê xwe neterikand, ji her temenê jin, ciwan, kal û pîr çekdar bûne ji bo parastina yek şitlê dara zeytûnê, ji bo parastina rûmet û nirxên mirovahiyê li berxwe didin. Dibe ev şer hê bidome, ji ber birastî jî faşîzma Tirkiyê vî şerî wek şerê hebûn û tunebûna xwe dihesibîne. Ji bo gelê Kurd jî ev şer girîng e. Li ser axa xwe ya azadkirî bi dijminê xwe yê herî sereke pevdiçe. Lewre wendakirin û binkeftina artêşa dagirker ya Tirkiyê ji bo gelê Kurd jî jiyanî ye. berxwedana serdemê ya Efrînê ku rastê piştgiriya cîhanî ya gelan, beşên demokrat, rêxistinên sivîl yên cîhanî, jinan û ciwanan tê, dê bibe binkeftina serdemê ji bo dagirkeran.
Gelê Kurd vê carê bi tenê nîne, Ereb, Tirkmen, Sûryan û enternasyonalên cîhanê berxwe didin çeperên berxwedana Efrînê. Tecrûbeyên şerên ku di van salan jiya jî danehevên mezin ji bo şervanan ava kiriye. Hêz û vîna gelan dê dawî li vê dagirkeriyê û planên hêzên hevkar yên ku bi şerên herêmî dixwazin hêza gelan lewaz bikin, bîne.