• فارسی
  • English
  • کوردی
rss
twitter
  • دەستپێک
  • ڕوانگە
    • وتار
    • دیمانە
    • پێنوسی گەریلا
    • ژن
    • جەوان
  • لێدوان
  • تیۆری
  • رووداوەکان
  • شەهیدان
  • چالاکیەکان
  • پەیڕەو و پڕۆگرام
  • چاپەمەنی
    • کتێب
    • گۆڤار

Bi ruhê şehîdên “Kes nikare Roja Me Tarî bike” em komloyê vala derxin

13.02.2018
nenas
Off

15’ê sibat’ê ango 26’ê Rêbendanê di dîroka Kurdistanê de roja herî reş e. Kombûya tevahî êş û janên gelê Kurd û mirovahiyê ye. Em di 19’emîn salvegera vê roja reş de, dubare bi kîneke mezin komplogeran mehkûm dikin û dibêjin ku komplo nekarî bigihîje armanca xwe û dê bi ruhê şehîdên “Kes Nikare Roja me Tarî Bike” ev komplo vala derkeve.
Hêzên zordest, komploger û înkarger piştî sedan sal tevkujî û helandin, îcar bi dîlgirtina Rêberê ku bi vîneke azad ji bo vejîna gelê Kurd û azadîxwazan rabû, hewl dan plana qirkirin û jiholêrakirina vê vînê bigihînin encamê. Di komploya navnetewî ya 15’ê Sibata sala 1999’an destên û bi lenet
gelek dewlet û hêzên desthilatdar, xayîn, hevkarên Kurd yên noker û gelek hêzên paşverû yên din hebûn. Her ew hêz îro jî di tevahî planên qirêj ên dijî gelê Kurd de cih digirin, her roj planeke nû ji bo qir û tunekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê datînin. Carna xwe wek dost nîşan bidin jî, dema berjewendiya wan derdkeve pêş, hemû qanûnên navnetewî û nirxên mirovahiyê binpê dikin. mînaka herî dawî Rusyaya ku xwe nêzîk Kurdan nîşan dide, Ewrupaya ku peyvên demokrasî û mafê mirov kiriye diruşma xwe û Emrîkayê ku propagandeya “azadî û rizgarî” ji ser zimanê wî kêm nabe, dema mijar dibe sosyalîzm, demokrasî, maf, rizgarî û azadiya gelê Kurd, van diruşmên xwe weke çekeke qirker li dijî Kurdan bi kar tînin. Netewên Yekbûyî ku qaşo li ser pirsgirêkên netewan radiweste, Dadgeha Mafên Mirov a Ewrupa ku qaşo li dijî bêdadî her cure dozekî lêpirsîn dike û dadê tîne cîh, CPT’ya ku qaşo saziya pêşîgirtin li êşkenceyê ye û hwd. tevahî sazî û dezgehên navnetewî ku xwe wek parêzvanên dad û mafên mirovahiyê nîşan didin, li hember gelê Kurd, Rêber Apo, rewşa esaretê ya li Îmraliyê, bêmafî û tecrîda şidyayî ya li ser Rêbertî tê meşandin, qutkirina hevdîtina parêzeran, tevkujî û ruxandina bajêr û gundên Kurdan li Bakur û êrîşên dagîrkeriyê Tirkiyê li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bêdengî kirine diruşmeya xwe ya sereke, wiha beşek ji komployê û dewamkerê wê ne.
Dema Rêber Apo hat dîlgirtin dîrokê şahidî ji dîmeneke nû kir; ji zarokên 11 salî heya pîrên 60 salî, bi dehan dilsozên Rêber Apo li derdora dirûşmeya “Kes Nikare Roja me Tarî Bike” xwe kirin topa agir, bi dehan kes xwe di nav dilê dijmin de teqandin, hezaran ciwan derketin ser çiya û çek rakirin. Ev, dîmenek bû ku ji bo tu pêxember, Rêber û pêşengekî rû nedabû. Îro jî gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanî û dostên wan bi heman hestên germ pêwîste li dora Rêberê xwe kom bibin. Heya roja ku dawî li dîlbûna Rêbertî neyê her roj ji bo gelê Kurd roja reş ya 15’ê Sibatê ye. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku xwedîderketin li Rêber Apo gihîşte astek bilind, divê dîsa bi rihê germ yê Şehîd Hanî Îlam ku berteka xwe li dijî komployê bi agir anî ziman, îsal jî vê roja bi lenet pêşwazî bikin.
Planên dijminê faşîst Tirkiye û dagirkerên Kurdistanê yên komploger dawî lê nehatiye. Di şexsê Rêber Apo de vîn û nasnameya gelê Kurd ya berxwedêr, di şexsê Efrînê de jî destkeftyên şoreşê dikin hedef. Lewre ji bo komplo bi tevahî vala derkeve, roj roja çalakî û lehengiyê ye. Nirxê herî pîroz û bi rûmet ya gelê me Rêberê me ye. Ji bo parastina nirx, rûmet, nasname û vîna gelê xwe ku Rêber Apo nûnertiya wê dike, pêwîste ji zarokên pir biçuk heya pîr û kalan, bi taybet jî jin û ciwan vê roja reş, bikin roja raperîn, serhildan, çalakî û îsyanan. Diruşma her azadîxwazekê pêwîste ev be: “Bê Serok Jiyan Nabe!”. Her azadîxwazek pêwîste li dijî komployê navnetewî bi wîjdana xwe ya azad hemû kîn û nefreta xwe veguherîne çalakiyên bi heybet, xwedî helwestên herî radîkal be û bi her şêwazê çalakiyan xwedî li nasnameyê kurdê azad; Rêber Apo, wiha jî xwedî li nirxên mirovbûnê derkeve.
Bi hêvî û baweriya ku em bi gelê xwe re, Rêberê xwe li welateke azad pêşwazî bikin, em di kesayeta Şehîdên 15’ê Sibat û 3’ê Reşemeya 1999 ya Rojhilatê Kurdistanê, hemû Şehîdên azadiyê bibîr tînin û sond û peymana xwe ya pêkanîna xeyala wan ku azadiya Rêbertî ye, nû dikin.
BIJÎ RÊBER APO!
BÊ SEROK JIYAN NABE!
BIMIRE KOMPLO Û KOMPLOGER!
MECLÎSA PJAK’ê
2018-02-13

لە بارەی نووسەری بابەت

مانیفستۆی شارستانێتی دیموکراتیک ۵ – فارسی

گۆڤار

ئاڵتەرناتیڤ 62

27.04.2017

ئاڵتەرناتیڤ 61

27.04.2017

ژیله‌مۆ 2

31.01.2017

کتێب

رەگەزنامەی HPJ - کۆنفرانسی یەکەم

22.02.2016

مۆمێک لە بەندیخانەی تاریکدا

01.01.2016

ئاگرێکی زەردەشتی

11.09.2014

مانیفستۆی شارستانێتی دیموکراتیک ۵ - فارسی

19.12.2013

چۆن بژین - فارسی

11.12.2013

بابەتی تایبەت

Şehîd Kemal û şehîd Sidîq di têkoşîna me ya azadiyê de dijîn

پەیامی سەرەخۆشی پژاك بە بۆنەی كۆچی دوایی كاك سارم الدین سادق وزیری

پارادایمی باشور سەرکەوتن لەگەڵ خۆی ناهێنێ

هەموو کەسێک لە ١٥ی خاکەلێوە دا بە چاندنی دار بەشداری لە پیرۆزباییەکان بکات

her kes bi dar çandinê beşdarî pîrozbahiya 4’ê Avrêlê bibe

Demokratîkirina Îranê rêya herî baş û meqûl e

ژمارەی ٦٦ی گۆڤاری ئاڵتەرناتیڤ بڵاو کرایەوە

نەورۆز هێمای بەرخۆدانە

کۆمەڵکوژی عەفرین درێژەی کارەساتی هەڵەبجەیە

له‌عه‌فرین رۆچنی حه‌قیقه‌ت و ئازادی سه‌رهه‌ڵده‌دات

وێنەی چالاکیەکان

نوێترین بابەتەکان

Şehîd Kemal û şehîd Sidîq di têkoşîna me ya azadiyê de dijîn

13.04.2018
No Responses.

پەیامی سەرەخۆشی پژاك بە بۆنەی كۆچی دوایی كاك سارم الدین سادق وزیری

11.04.2018
No Responses.

پارادایمی باشور سەرکەوتن لەگەڵ خۆی ناهێنێ

10.04.2018
No Responses.

هەموو کەسێک لە ١٥ی خاکەلێوە دا بە چاندنی دار بەشداری لە پیرۆزباییەکان بکات

03.04.2018
No Responses.
Tweets by @EuPJAK

بەشەکان

Kurmancî بابەتی تایبەت تیۆری جەوان دابەش نەکراو دیمانە رووداوەکان شەهیدان لێدوان وتار پێنوسی گەریلا چالاکیەکان ڕوانگە ژن
آوریل 2018
د س چ پ ج ش ی
« مارس    
 1
2345678
9101112131415
16171819202122
23242526272829
30  

کتێب و گۆڤار

ئاڵتەرناتیڤ ئینگلیزی زیلان فارسی نەتەوەی دیموکراتیک هەموو کتێبەکان هەموو گۆڤارەکان وڵاتی ئازاد ژنانی رۆژهەڵات ژیلەمۆ کوردی کەژوان
Copyright 2012, PJAK Official Website
پەیوەندی | لە بارەی ئێمە | نەخشەی ماڵپەرەکەمان