Zîlan Vejîn, Hevseroka PJAK’ê
40 sal jı salvegera îlankirina encama referandûma sala 1358 derbs dıbe, lê îro civaka Îranî daxwaziya lidarxistina referandûmeke din dike ji bo ew daxwaziyên xwe ku ji ber Komara Îslamî ji rêya Şoreşa 1357’an derket û nehişt ku civak bigihîje wan telebên xwe. Piştî hilweşîna destpotîzma rejîma Pehlevî ji hêla gel ve, bi taybet jî hêzên çep û beşên bindest ên civaka Îranê, derfet ji bo hin kesên wek Xemeneyî pêk hat. Bloka rojavayî ev erê kir û li beramberî eniya Sosyalîzma Reel û berfirehkirina hegemonya Sovyetê, bi kembera kesk re hevkarî hate kirin. Kêmtir ji du mehan piştî hilweşîna rejîma berê û bêyî pêş hazirtî di nava girseya gel de ji bo derbarê çarenûsa welat de biryar bigrin, referandûmek pêk hat. Di vê referandûmê de ji bo cewaziyên bawerî, netewî û çandî ya gelan tu nirx nehate dayîn, ew di navbera durêya hilbijartina xirab û xirabtir de hiştin. Hilbijratina di rewşa “erê” de dihate wateya çêbûna rejîmeke despotîk, desthilatdar û paşmayî wek Komara Îslamî û ger ku referandûm bi “na” encam bibûya dihate wateya çarenûseke ne diyar û şêlû ku dê ew tevliheviyên pêvajoya şoreşê heya pêşerojeke ne diyar dewam bikira.
Bê ku em bikevin nav nîqaşa çawaniya lidarxistina vê referandûmê û rastbûna encamên wê, xala ku divê were ziman, civak hîna di şoka piştî şoreşê û paşmahiyên rejîma Seltenetî de bûn, tu amadekarî ji bo biryardayîn di mijarên girîng wek hilbijartina şêweya hukûmeta pêşerojê tune bû. Referandûma avabûna Komara Îslamî bêtir dişibî îcazet wergirtina Xomeynî ji gel. Bi şêweyeke pir lez û di demekê de lidar xistin ku tu kes û heta hin kesên pir nêzîk Xomeynî jî ji fêmkirin û şêwaza sîstema pêşerojê û avaniya Komara Îslamî bê agahî bûn.
Komara Îslamî piştî îcazet ji gel wergirt û xwe bicih kir, dest bi tunekirina reqîbên siyasî li Îranê kir. Ew atmosfera zext û çewisandin ya rejîma berê dubare hilberand. Ev rewş di tevahiya pêvajoya vê rejîmê de dewam kiriye û bi çêkirina hûkumeta navend-derdor di hundir de û nakokî bi cîranan û rejîmên cîhanî yên derve re, rewşeke hîna xirabtir ji dema rejîma Pehlevî li ser gelên Îranî sepand. Xomeynî li beramberî gelê Kurd cîhad îlan kir, di şerê 8 salî bi rejîma Bees ya Iraqê israr hate kirin, di salên 1360’an de hejmareke pir zêde kes hatin darvekirin, yên dijber li derve hatin terorkirin, herwiha kuştinên kiryar nediyar yên li hundir û herwiha di demên piştre, hêza mirovî ya di Îranê de lewaz kir. Derbeyên giran li Îranê xist. Ji bo gelên vî welatê dewlemend, ji bilî hejarî û bêparî ji mafên xwe yên seretayî tiştek bi xwe re neanî. Tenê yek mijarê de Komara Îslamî ji rejîma berê cudatir û vê jî wek rewakirina hebûna xwe nîşan dide, ew jî çend car hilbijartin pêk hatine. Hilbijartinên ku şeklî bûne, nekarîne vê rejîmê rewa bikin, heta bûye sedem qeyran çêbibe, acizî û bê îstîqrarî çêkiriye. Mînaka wê di sala 1388’an de berçavtir tê dîtin.
Bi qasî ku rejîma serwer ji armancên şoreşê dûr dikeve, di navbera gel û hukûmetê de jî mesafe zêde dibe, di encama wê de jî nerazbûna gel ji rejîmê di salên dawî de bi şekleke berfirehbûyî zêde bûye; di zivistana 1396’an de ev di çalekiyan de hate dîtin. Bê guuman jin û daxwaziyên wan ên azadîxwaziyê yek ji xalên bingehîn ya mûxalefetên dawî bû. Muxalefeta ku niha jî bi şeklên cuda didome. Wek dijîtiya li beramberî hîcabê (ser girtin) û keçên kolana Înqîlabê (li Tehranê yek ji kolanên navdar e) pêk tên. Di rewşa dewamkirin, berfirehbûn û kûrbûna van çalekiyan dikare bingeha Komara Îslamî bihejîne. Bê sedem nîne ku payebilindên Komarê jî bi şêweyeke pir tûnd bertek nîşanî van çalekiyan didin û ji bo van çalekgeran sizayên giran tê fikirîn.
Ji hêlekê ve rêderketinên aborî û rewşa xirab ya hawîrdorê mînakên berçav wek zuhabûna gol û çavkaniyên xwezayî, zêdebûna ecac û jiholêrabûna daristanan, çêkirina bendavên bê kontrol û derveyî mentiq di encamê de jî qutbûna helqeya ekolojîk li Îranê. Ev hemû jî tabloya xirab a rewşa heyî li Îranê nîşan didin. Rayedarên Îranê bixwe jî êdî îtîraf dikin ku ev bûne tehdîtên cidî ji bo domdariya rejîma Komara Îslamî. Di vê navberê de divê nerazîbûnên çîna karker ku rojane di her ciheke Îranê de em şahid dibin, neyên ji bîrkirin. Ev nerazîbûn pir eşkere îsbat dike sîstema aborî-rantxwar ya heyî di Îranê de karîgeriya wê nemaye. Di bingeh de divê zêdebûna bêkarî, hejarî û daketina asta çîna navîn ber bi çîna feqîr, wek encamên siyaseta neo-lîberalîstî were şîrovekirin. Ev siyaset ji dema Haşimî Refsencanî destpêkir, di dema Ruhanî de bi hemû hêz û tundiya xwe jî dewam kiriye. Em dibînin vê yekê jî bû sedem hejmareke zêde kargeh û karxaneyên piçûk hilweşin, asta bêkarî zêde bû.
Xemeneyî dirûşemya salê ji bo parastina metayên Îranî îlan kir, ev hewldan dişibe ava ku di cohnî de tê kotandin. Dê tu encamên wê yên pratîkî jî nebin. Ji ber zemîn, bingeh û sermaye ji bo vê yekê tune ne. di vê çarçoveyê de yan Komara Îslamî yan dê pêdaçûna neolîberalîzekirina sîstema aborî bidomîne û li gor nêrîna kesên wek Xemeneyî dê ev jî bê wateya helandina Îranê di rejîma cîhanî. Ger bi rastî jî dixwazin xwe bispêrin potansiyel û hêza hundirîn, beriya her tiştekê dive zemîn ji bo çûna ber bi demokrastiya rasteqîn ava bibe û wiha jî dê mêzîna hundirîn û bikargirtina hemû potansiyelên heyî pêk bê ku Komara Îsalmî di şert û mercên heyî de ji vê rewşê her diçe dûr dikeve. Herçend çêkirina dijmin û mijûlkirina civakê bi pirsgirêkên derve wek belavkirina Şîetiyê di cîhan Îslamî de û zêdekirina Îsalmê di cîhanê de, mijarên wek Ereb-Îsarîl heya demekê karî rewabûna Komara Îsalmî di nav raya giştî ya Îranê çêbike, lê di salên dawî de ji ber şerên wek Sûriyê û Yemenê ji bo Îranê mesrefên pir zêde anî, ev rewabûn jî her roj kêm dibe, gel bêtir dixwaze sîstem bi mijarên hundirîn mijûl bibe. Rêderketina sîstemê di nav hukûmetê, firehbûna çalekî û daxwaziyên civakê, herwiha zêdebûna zextên navnetewî li ser Îranê di qadên cuda de, nîşan dide ger Komara Îslamî di asta berfireh û herwiha bi şekleke bingehîn û cidî dest li guhertinan nede, dê nikaribe demdirêj hebûna xwe bidomîne. Di rewşa heyî de sê rê ji bo pêşeroja Komara Îslamî têne texmînkirin. Hilbijartina yekem ewe ku bi sîstemên cîhanî re lihev bike û wiha jî di nav sermayedarî de bihele û bi vî rengî jî dê ji hebûna wê ya heyî tiştek nemîne, hilbijartina duyemîn israr di pozîsyona xwe ya radîkal û bê baldarî di derbarê daxwaziyên hundir û zextên derve, ev jî dê bê aramiya hundir, mudaxeleya derve, çarenûsa wê dê wek Iraq û Sûriyê bi xwe re bîne. Hilbijartek an jî rêya dawî jî pêkanîna guhertinên bingehîn e. Demokratîzekirin û guhertina Zagona Bingehîn ji bo derbaskirina rewşa heyî û çareseriya pirsgirêkên gelên Îranê bi şêweyeke demokratîk mijareke jiyanî ye.
Rêbazên yekemîn û duyemîn di her rewşê de ji bo Komara Îslamî dê mesrefên giran bi xwe re bîne û li gor berjewendiya hêzên Navnetewî û sîstema Kapîstalîst e. herwiha hatina ser kar ya kabîneya alîgirê şer li DYE, giranîdayîn ji çêkirina muxalefetan li dijberê Îranê, nediyar hiştina BERCAM’ê, di pratîk de paşvexistina wê, li beramberî van faktoran, rêya herî baş û meqûl ji bo sîstemê û gelên niştecih li Îranê hilbijarteka sêyemîn û demokratîkirina Îranê bi şêweyeke rasteqîn û di hemû astan de ye. Pêwîste Îran guhertinên bingehîn bijî û guhertinên ku pêk bên dema ji daxwaziyên civakê re bibe bersiv, dê ji rûdana şereke navxweyî an jî mudaxeleya derve bigire. Ji ber vê divê ji bo tevlîbûna azad a gelan û vîna wan ya siyasî di hemû qadan bi taybet jî qada siyasete de astengiyên heyî ji hokê rabin. Nûnerên gel, hêzên muxalîf bikaribin xebat bikin. Di derbarê mijar û pirsgirêkên Îranê de nêrîn û bernameyên xwe peşkeş bikin. sîstema siyasî ya Îranê divê ku ber bi îdareyeke ku hemû dewlemendî û cihêrengiyên civakî di nav xwe de hilgire, biqulipe. Mijarên aborî, siyasî, çandî-hunerî, perwerde û huqûqî hwd. jî dê bi şêweyeke bingehîn çarser bibe. Bi taybet jî xebatkarên siyasî û medenî bê ku siya tirsa girtin û zextan li ser wan hebe xebat bikin. azadiya raman, ragihandin, çalekî bi şêweyeke demokratîk hebe. Hêzên demokratîk derfeta beşdariyê bibînin. Bi vî şêwazî dê Îran ne tene ji şer û xeteriyan xwe biparêze, herwiha dê ji bo herêmê bibe mînak û bandora wê çêbibe.