69. salroja jidayîkbûna Rêber APO di serî de em li hemû mirovahî, gelên azadîxwaz û bi taybet gelên Kurdistanê pîroz dikin. Her wiha di şexsê berxwedaniya serdemê ya li Efrînê de li hemû gel û şervanên azadiyê yên di çeperên şer de îro ji bo rumet, azadî û xwedîderketina nirx û destkeftiyên xwe şer dikin, pîroz dikin.
Jidayîkbûna Rêber APO ji bo gelê Kurd û Kurdistanê jîndariyek nû, destpêk û vejînek bû ji bo azadiyê. Îsbata hebûna netewa Kurd û Kurdistnê bû. Di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû gelên bindest têkoşîn ji bo azadî û wekheviyê bû. Rêberê gelên Kurdistan Rêber APO bi fikr û felsefa xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê, rêbazên têkoşîna bi seknek berxweder afirad. Nirxên civaka polîtîk û exlaqî ku bi destpêkirina pergala desthilatdariya li ser gelan roj bi roj lewaz û bêwate bibû Rêbertî bi bîrdozî, felsefe û ramana xwe carek da jîndar kir. Xwedîderketina nirxên civaka pîroz û exlaqî weke prensîpek di bîrdozî û têkoşîna xwe de diyar kir. Li ser vê bingehê jî xwedîderketina li nirx û erkên dîrokî, sekna mirovê azad, milîtanê rêya heqîqetê û sekna gelê têkoşer û şoreşger çawaye derxiste holê. Rêber APO, têkoşîna ji bo azadî û wekheviya di navbera jin û mêr de kire bingeha hemû têkoşînê. Di bingeh de jina azad kêye û pêwîste çawa jiyan bike di şexsê bi hezaran têkoşera azadiyê weke Zîlan, Bêrîtan û Sarayan de derxiste pêş.
Roja 4’ê Avrêl herwiha roja damezrandina PJAK’ê ye. Em 14. Salvegera damezrandina PJAK li hemû gelên azadîxwaza Rojhilatê Kurdistan û Îran’ê, bi taybet malbatên Şehîdan û hemû dayîkan pîroz dikin. Roja 4’ê Avrêl di dû wateya bi hevdûve girêdayî de girîngiyeke xwe yê dîrokî ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê heye. PJAK di roniya fikr û ramana Rêber APO de, li ser hîmê azadî, wekhevî û demokrasiyê bû pêşengek di têkoşîna azadiya gelê Rojhiat de. Li ser esasê xwedîderketina li nirx, destkeftî û têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê ku heya roja îro bi bedelên giran bi dest xistiye, PJAK ji bo xwe bi bingeh û mîras girtiye û xebata xwe bi pêşve biriye. Rihê netewî ku di Komara Mehabad de bi pêşengtiya Qazî Mihemmed derket holê bilindtir kir û di vê çarçovê de bi israr bûye ku ya ku karibe pêşî li dagirkeriyê ser Kurd û Kurdistanê bigire û çareseriya pirsa Kurd bîne yekîtiya netewîye. Li beramber sekna kevneşop ku Kurdan parçe dike û têkoşîna bi bedelê giran ku bi pêş ve diçe naxe xizmeta Kurdan de, têkoşiyaye.
Rejîmê Îranê bi siyaseta navendger û ne demokratîk ev çil sale li ser gelê me zext û tirs bi rêbazê xwe yê sêdare ava dike. Li beramber wan kiryarên derveyî mirovahiyê me herdem têkoşînek bênavber da meşandin û şer kir. Ji bo ku rejîm ji pozîsyona qirkirina civak ku tim qeyran û girêkên kor ava dike derkeve, PJAK her dem bi rêya siyaseta demokratîk xwedî proje û bername bûye. Ji ber ku yekane rêya çareseriya qeyranên heyî gohdan bi daxwaz û nerazîbûnên gelên Îran û Kurdistanê û demokratîzekirina pergala heyî ye. Eger ev guhertin pêş nekevin serhildanên ku vê zivistanê pêş ketin di pêşerojê de wê hê radîkaltir û berfirehtir bin.
Wek PJAK herdem li ser hîmê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin kar û xebat hate meşandin. Lê her dem rejîm ev ji nedîtîve hat û di rêbazê xwe yê civak bêkarhêştin û muhtacê xwekirin de israr kir. Bi vê rêbazê gelê me bi qirkirina çandî û exlaqî re rû bi rû dihêle. Li beramber wan rêbazên qirkirin û asîmîlekirinê, şer û têkoşîn bênavber bûye û dê ji vê şûnde jî bi rêbazên cihereng wê dewam bike.
Em di vê baweriyê dene ku têkoşîna ku di pêşengiya PJAK de bi fikr û felsefa Rêber APO li Rojhilatê Kurdistanê pêş ketiye wê pergalek demokratîk misoger bike. Ji ber ku bi berçavgirtina hemû têkoşîna ku ji bo azadî, wekhevî, aştî, yekîtî û demokrasiyê hatiye dayîn û tê dayîn bi hevgirtina gelên demokratîk û aştîxwaza Îranê wê serbikeve. Di têkoşîn û xebata xwe ya çardeh salan de azadiya jin û tevilbûna jin kiriye bingehek esasî ya xebatê û bi baweriya ku eger wekheviya di navbera jin û zilam de ava nebe tu wekheviyek di civakê de pêş nakeve diruşma “heya jin azad nebe civak azad nabe” kiriye bingeha têkoşîna xwe.
Em li ser şopa têkoşerên pêşeng ên weke Şehîd; Stêrk Mako, Fatme Mako, Hanî Îlam, Tevar Mehabad, Zana, Hêmin Şêrdil, Armanc, Ronahî Sine, Tara, Rêbîn Hêmin, Zagros Bêrîtan, Dilêr Azad, Xweşmêhir Kotol, Dilxwaz Çewlîk, Zîlan Pepule, Dr. Afat, Akîf Mamo Zagros, Sîrwan Narî, Zinar Agirî, Raman Cavîd, Dilbirîn Kotol, Dilar Dilbirîn, Feraşîn Selmas, Bêrîwan Hejar, Hêmin Bêkes û Kemal Pêncwêniyan de ku li ber roniya felsefa Rêber APO beşdarê têkoşîna azadiyê bûn û heya kêliya dawî jî di refên herî pêş de rol lîstin, xebatên azadiyê dimeşînin. Wan şoreşgerên rêya heqîqet û azadiyê xwe di xeta APOYÎ de ava kirin û bi baweriya ku ji Rêbertî û gel girtin berpirsyartiyên dîrokî girtin ser milê xwe û ji bo azadiya Rêbertiya xwe, gelê xwe û welatê xwe têkoşîn kirin û bûne sembol. Di serî de di şexsê wan hevalan de, herwiha di şexsê şoreşgerên berxwedaniya ‘Efrîn ên weke Ş. Şiyar Ûrmiye û Ş. Şaho Hewraman de bi sedan şervanên ku canê xwe di oxira têkoşîna azadiyê de feda kirine bi bîr tînin û sonda bilindkirina têkoşînê dûbare dikin.
Di dawî de em jidayîkbûna Rêber APO di serî de di kesayeta dayîka pîroz Dayîka Uveyş de li hemû dayîkan, hemû jinan û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em hêvî dikin ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi rihê Newroza îsal ku bi rihê berxwedana ‘Efrînê hate pîrozkirin wê 4’ê Avrêlê jî bi rihê Berxwedaniya Serdemê pîroz bikin. Bi helwesta ku hemû pîlan û êrîşên ku di şexsê Rêber APO de li ser tevahî Kurd û Kurdistanê tê meşandin vala derkevin, di vê rojê de her kes bi dar çandinê beşdarî pîrozbahiya vê rojê bibe û darçandin weke çandek li Rojhilatê Kurdistanê jî pêş bixin û ev jî bibe helwest û bersiv ji bo dijmin û şînkirin û xweşikkirina xwazaya Kurdistanê.

Bijî Rêber APO!
Bijî Berxwedaniya Gelan!
Bijî Partiya Jiyana Azad a Kurdistan!
Bin Bikeve Dagirkerî!
Meclîsa PJAK
3.4.2018