Bi munasebeta duyemîn salvegera şehadeta rêheval Kemal û Sidîq de em tevahiya şehîdên xwe yên canfeda bi bîr tînin û diyar dikin ku dê têkoşîna me li ser rêç û hêviyên wan bigihîje serkeftinê.
Rêheval Kemal ji ciwaniyê ve bi têgihiştina welatparêzî ya bilind, hertim hewl daye ku ji bo azadiya dayîk-niştîman rola xwe bi cih bîne û bidawîkirina dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nekiriye. Ev lêgera wî ya mezin di salên 2000’an de ew ber bi naskirina firkira Apoyîstî û tevgera azadiyê ve anî. Piştî ku rêheval Kemal nêrîna tevgera azadîxwaz nas kir, jiyana xwe li ser vê binemayê da rûnişkandin û bi heyecan, coş û hezkirineke mezin kete tevgerê. Êdî kêliyên hevalê Kemal bi berxwedan û têkoşînê hate dagirtin. Yek kêlî nedisekinî û ev bawerî û îdeaya xwe ya kûr jî di hemû livûtevgera xwe de nîşan dida. Rêhevalê Kemal ji bo pergala demokratîk û azadiya Kurdistanê misoger bike, ji malbata xwe, civata li derdora xwe destpê kir û her ku çû wek nûnereke bi hêz û berçav yê têkoşînê hate nasîn. Xeta Apoyî di kesayeta xwe de temsîl kir. bi vî awayî jî bandoreke girîng da çêkirin. Her ji ber vê sedemê jî bû armanca dijminên neyar ê gelê Kurd.
Di sala 2016’an 13’ê Nîsanê rêhevalê Kemal û Sidiq bi şêweyeke bê exlaqî û rêbazeke terorîstî hatin revandin û şehîd xistin. Di vê terorê de peyam ji gelê Kurd, bi taybet jî welatparêzên Kurd re dihate dayîn. Ji bo tirs di nav gel de bidin çêkirin, ji bo ku mesafe bixin navbera welatparêz û tevgera azadiyê dîsa kiryarên dij-mirovahiyê pêk anîn. Lê belê bawerî, girêdan û hezkirina ku hevalê Kemal dabû avakirin, her wiha nirx û kedê ku di encama xebata xwe ya demdirêj dabû çêkirin, bû sedem ku ev plana qirêj negihîje armancê. Gelê me yê welatparêz hîna bêtir xwedî li têkoşîna xwe ya mafdar, xwedî li tevgera xwe ya azadîxwaziyê derdikeve.
Rêhevlê Kemal û Sidiq di encama komplo û lîstokekê hatin qetilkirin, em ê wek tevgera gelê Kurd ya azadîxwaz hesaba vê qetlê ji dijmin bipirsin, emê bi bilindkirina têkoşînê û bi serxistina wê hemû şehîdên xwe bidin jiyîn. Em ji gelê xwe yê leheng û berxwedêr jî dixwazin dest ji şop û bîranîna şehîdên xwe bernedin û bîranîna wan bi serkeftinê bixemilînin. Bi vê wesîleyê em rêzdarî û minetdariya xwe ji bo şehîdên xwe dubare dikin.

Meclîsa PJAK’ê
2018-04-13