Di 9 Xizîran 2018’an de li mintiqa Sewlawa derdorê gundên Nisl û Goşxanî, dema yekîneyeke me diçin ser erkê xwe yê rêxistinî, di encama îxbara hevkarekî dijmin ê herêmî, heval li vir dikevin kemînê, li vir nêzî 20 deqîqe pevçûnek diqewime, di encama vê pevçûnê de gerîlayeke me bi navê Cihan Azad bi lehengtî şer dike û şehîd dikeve.

Derbarê bûyera ku qewimiye, Fermandariya YRK ev anîn ser ziman;
Heval Cihan Azad girêdayê Xoy li Kotolê, di malbateke welatparêz de tê dinê, piştî li herêmê pêşketina Tevgera Apogerî çê dibe, lêgerîneke şoreşgerî di heval Cihan de dide avakirin. Hê di temeneke xwe ya biçûk de ye berê xwe dide tevgera azadiyê û tevlî refên gerîla dibe. Bi taybet heval Cihan di xeta jina azad de şoreşgerek bû ku her tim pêşengtiyê xwe re esas digirt, di wê de ruhê hevaltiyê pir xurt bû, ji ber wê girêdanbûna xwe ya bi Rêber Apo û gelê xwe re her tim li ser armanca azadiyê xurt dida avakirin. Bi fedakarî û bi ruheke fedaî tevlî xebatê şoreşa Kurdistanê bû.
Em ê her tim li ser bîranîn û daxwazên şehîdên xwe, xeta serkeftinê, têkoşînê bilind bikin, Em bang li ajan û hevkaran dikin ku destê xwe ji komployan bikşînin û xwîna ciwanên Kurd nerêjînin. Kesên ku destê wan di xwîna şehîdên me de ne, em ê efû nekin, divê vêya herkes baş bizane.
Heval Cihan di şoreşa azadiya Kurdistanê de jineke têkoşer û azadîxwaz bû, di serdemeke wisa de şehadeta wê ew ê bibe wesîleya em ê têkoşîna xwe xurtir bikin, li ser vî esasî em ji malbata heval Cihan û tevahî gelên xwe yên welatparêz sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin.
Dîsa girêdayê şehadetê Fermandariya HPJê jî ji malbatê re sersaxiyê xwest û anî ser ziman ku em soza xwe ya girêdana şehîdan dubare dikin û tola şehîdên xwe hildin.

NAVENDA ÇAPEMENÎ Û RAGEHANDİN A YRK
18.6.2018