Berwar Avent

Hawîrdor kir û sakîn e, rojên dawî yên meha Hezîranê ye, tavê xwe li nav pel û çiqilên daran dirêjî erdê kiriye. Dengê lêdana baskên pepûle tê, awirên min li ser firîna wê ji kulîlkekê bo kulîlka din eliqî maye, carna jî li dor xwe helqeyan çêdike û bi aramî li ser pelekê rûdinê. Ez wek her carê matmayî û bi heyran lê dinêrim. Xweziya min bikariya çend gotinan jê re bêjim, wan tiştên ku bi salan in mêjiyê min mijûl dikin, jê re vebêjim. Jê re bêjim; pepûle, were li ser gulberga dilê min rûnê û careke din ji min re behsa xwe bike. Behsê wê çîrokê bike ku ne bi yekcar bi hezar car, bi şev û roj, bi caran te ji min re wek lorika dayîkan ku payan jê re nîne û dilê mirov her bêriya wê dike gotiye. Ka dîsa ji min re bêje wê strana xwe ya xweş. Bêje, te çawa karî bigihîjî wan baskên rengîn ku her rengeke wê ji sedan awayên pejn û gotin, serpêhatî û xeyalan hatiye vehonandin. Ka ji min re bêje, wiha bêdeng nemîne. Ez bi mereq û di nav bêaramiyê de me. Ka bêje belku kêm be jî hêmin bibe, belku ev dil li cihê xwe bisekine, wiha nerecife û xwe ji ser lat û zinarên bêrîkirinê neavêje. Ka bêje, beriya ku biçike nefesa min a herî dawî li kêleka xema ku ba û bahozên boran bi xwe re anîne. Bêje, careke din bêje ku tu ji ku hatî, tu diçî ku. Behsê eşqa xwe bike, evîna pepûle û agir. Min pir li ser te bihîstiye; Zîlan herdayîm bi eşqa ku nû pêhesiyabe, bi xirûşî wiha çîroka te vedigot; “Her pepûle di lêgera wateya xweşikiyê de ye û rêbazekî hildibijêre, lê ew pepûleya ku bi rastî xwe digihîne wateya wê, ji ber ku pê re dibe yek, nikare remza wê ji pepûleyên din re vebêje. Wiha jî serûvena pepûleyan bêdawî berdewam dike. Ev serpêhatî her û her xwe dubare dike, lê bi naverokekî hîna cudatir barkirî dibe.” Ez di çîroka te de li dengekî cuda hayil dibim. Li ew dengê ku ji demên dûr û dirêj ve maye û her nehatiye bihîstin. Nizanim navê wê çiye û ew kê ye, lê tu bi xwe re awaza wê tînî ber guhê min.
Pepûle, tu ne tenê hebûnekî xweşik a xwezayêyî, herwiha tu nîşaneya jiyan û hebûna her cure xweşikiyêyî. Pepûle, were bes di nava agir de bireqise, bihêle pêtên agirê jîna ji ar li baskên te ramûsin û berde bila tama jînê ne bi sotînerî be, bila wek kena Zîlan li ser rûyê te bişkove.
Tu Zîlan dinasî? Dê baş e, niha li kêleka min rûnê, da ku ez behsa wê ji te re bikim; Zîlan, ew keça ciwan ku di bihara xwe ya 16’an de bû şervana azadiyê. Şervana ku wek pir evîndarên welatê xwe, li ber dergeha Rêber APO dest bi gera jînê kir. Sala 99’an bû û Roja azad ji hêla tarîperestan ve hatibû dîlgirtin. Vê bûyera rûreş wek çarşefa bêyûm xwe li ser asîmanê hemû Kurdan û azadîhezan rapêçabû. Nemimkûn bû ku ti Kurdek ji vê bûyerê êş nekêşe û li çarenûsa xirab a li ser Kurdistanê lenetê nebarîne. Lê tenê acizî û lorandin nedibû, hewce dikir Kurd vêcarê bi ti awayî li pêşberî çarenûsa xirab serê xwe netewînin, ev şensê dawî bû û heke vêcarê jî xwedî li rêber û pêşengê xwe derneketibûna, wê birastî jî ji jêr betonan bihatana çalkirin. Hemû cîhan li benda encamekî bi vî awayî bû, lê gelê Kurd bi taybet jî ciwanên Kurd keysa kesekê bi xwe neanîn û bi hemû hêza xwe rabûn ser piyan. Di atmosferekî wih hesas û giran de rêhevala Zîlan Pepûle jî ji bajêrê Urmiyê rojhilatê Kurdistanê tevlî refên şoreşa azadiyê bû. Tevlîbûna hevala Zîlan ne tenê li malbatê, li hawîrdorê jî deng veda, ji ber ku ew bi coş û bandorkeriya xwe her dibû navenda têkîliyên berfireh.
Rêya wê ji çiyayê Şehîdanê destpêkir, li wir yekemîn waneyên gêrîlabûnê elimî. Wek jineke şoreşger rextê berpirsyariya şoreşa azadiyê li kembera ramanên xwe girêda. Kefyeya biryardariyê avête ser milên baweriyên xwe. Zîlan li nav şikêrên Cîlû û lûtkeya Çarçêla soza xwe ya pêşerojên geş ji zarokên welatê xwe re dubare kir. Li wir bû ku beybûn û binefşên rêhevaltiyê rûpelên lênûsa jiyana wê neqişandin. Zîlan li warê xwedawendan li quntarên çiyayê Zagrosê wek şervanekî Apoyî hem ruh hem jê bedena xwe bi dîroka gelê xwe re kire yek. Bihûst bi bihûst axa Zagorsê, her kevir û kulîlka zozanên wê jê re destanekî kevnar vegotin. Rêhevala Zîlan li wir ne tenê bi rêhevalên xwe yên şoreşê re hevaltî pêşxist, ew û xweza bi hev re bûn hevrêyên herî nêz. Wan jî ji Zîlanê pir hez kir. Ji ber ruhê rêhevala Zîlan ji cewherê xwezayê hatibû meyandin. Coş û şadiya pepûleyan di her liv û tevgera wê de dixuya.
Zîlan ji pepûleyan pir hez dikir û paşnavê xwe jî danîbû Pepûle, dema jê sedema vê yekê dipirsîn, bi dengekî nerm û tejî hezkirin wiha digot; “Di nava evqas nîmetan de Yezdan tenê 7 roj ji pepûleyan re veqetandiye. Lê pepûle ji vê bêdadiya Yezdan naqehire. Berovajî, temenê xwe yê kin herî xweş û bitevger dijî. Wiha jî ji bo hemû zindiyên din dibe mînaka jiyana watedar, xweş û pak.” Rêhevala Zîlan jî di nav bêdadî û neheqiyên ku li ser zarokên gelê Kurd pêkhatin, rêya têkoşîn û serîrakirinê hilbijartibû. Dizanîbû ku dibe temenê wê jî wek bi hezaran rêhevalên wê, zêde nedirêj be. Lê ev qet ne girîng bû, ya xwedî wate ew bû ku bizanibe çawa bijî, li gor xwestek û bi zanebûn jiyîn gihîştina heqîqetê îfade dike. Ew jî bi vê felsefeyê di serî de ji bo tîna agirê Rêbertî hîs bike, xwedî hewldaneke taybet bû. Ev lêgera xwe li Qendîl û Xinêrê gihande lûtkeyê. Li wir ji av û tîrêjên roja pîroz vexwar, xwe ji çal û bîrên dîrokê bi zorî û zehmetiyan derbas kir û xwe gihande dayîka xwe ya Xwedawend.
Piştî demekê jî derbasî axa rojhilatê Kurdistanê bû, li bajêrê berxwedanê, ew warê birîndar Mihabatê bîr û bawerî di zeviya dilê gel de çand. Berê ew ax bi demdirêjî nehatibû çandin û dijmin wer dihesiband ku êdî nema kes diwêre tov li wir biçîne, an jî heke kesekê bi şaşitî hewl da jî, dê ji wê axê ti behre nestîne. Rejîma faşîst û dîktator a Îranê wer dihesiband ku êdî zarokên Kurd fêrî tarîtî û bindestiyê bûne, li beramber zorî û zehmetiyan nikarin liberxwe bidin. Lê rêhevala Zîlan, şaşitiya wan bi sekn û berxwedana xwe ya li bajarê Mêrîvanê îsbat kir. Wê, ne tenê dijmin şermezar û rûreş kir, her wiha ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re jî bû banga azadî û serînetewandinê. Ji Mêrîvana Rojhilatê Kurdistanê di 30’ê Hezîranê bangî rêhevala Zîlan (Zeyneb Kincaî) kir. Wiha jî pirkeke qahîm di navbera van du dilên ji evîndarên azadiyê avabû. Rêhevala Zîlan Pepûle di sala 2006’an ji hêla rejîma dagirker û zalim a Îranê û caşên xwefiroş ve hate şehîdkirin. Pepûleyê roja xwe ya dawî, ango piştî 7 sal têkoşîna bêsekn û bêrawest, li Mêrîvanê bi agireke mezin ê azadiyê bidawî kir. Bi vî awayî jî li Rojhilatê Kurdistanê Zîlan tê wateya serhildêrî, berxwedan û azadbûnê. Zîlan ango bilindbûn, hilkişîn û nesekinîn. Jinên Kurd ji bo ku ji jiyanê hes bikin û di vê rêyê de jî gav biavêjin dikarin rêhevala Zîlan Pepûle ji bo xwe wek mînak bigrin. Ew, di wateya rastîn de sembola jiyana birûmet, bi coş û xweş bû.