11 Tirmehê dema yekîneyek hevalên me diçe ser erka xwe li Gûndê Dereziyan yê li ser Merîwanê encama îxbara nokerekî dewleta Îranê de ev yekîneya me dîkeve kemîna dijmin de. Li vir navbera hevalên me û dijmin de pevçun derdikeve. Di encama ve pevçunê de hevalekî me bî qehremanî şehîd dikeve.
Dîsa 14 Tirmehê Eyaleta Hewreman mintiqaya Çiyayê Şaho ya li ser bajarê Pawe, hevalên me dema di çeperê xwe yên parastinê dene cihê wan tê îxbar kirin. Dijmin bi çekên giran êrîş dike ser hevalên me. Li vir navbera hevalên me û dijmin de şer diqewimê. Ev şer 6 seat didome. Hevalên me şerêkî behempa didin û 3 hevalen me heya mermiya xwe dawî li ber xwe didin û bi lehengî digihîjin şehadetê. Emê derheqê wan şer û pevçunên dawî û derbare şehadet û nasnameya her 4 hevalên me yên şehîd ketin de agahiyên berfireh piştre ji gelê xwe raya giştî re parve bikin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
17.07.2018
Fermandariya YRK