Özgür Soma
Sineta Jinê
Mînaka herî ber bi çav a tund û tîjiya ku ji aliyê hîşmendiya zilamsalarî li ser jin tê pêk anîn sinet kirina jinêye, ev bi hemû dijwartiya xwe di rojeva jin de cîhê xwe diparêze. Bi Dagirkirina Rojhilata Navîn û şerê lê nayê sekinandin bivê ve tesîra wê jî li ser tund û tijiya li hemberî jinê tê meşandin ev hovîtî li tevahî dinyayê belavbûye, berê di bin navê ku tenê li Afrîqayê tê jiyankirin vîna dayîna derbaskirin û ev tarzê tund û tijiyê wekî ku li Afrîqayê wek çandekê nêzbûyîn seranser derbaskirin halbûkî di roja meya îro de ev tund û tijî hema li hemû cîhanê belavbûye, ji bona jinan tişta ku were kirin wek erk yan jî mecbûriyet anîne vê rewşê û ev hovîtiyekî ji derveyî mirovahiyê ye.
Îro ev hovîtiya ku sineta jinê tê gotin ji Avrupayê bigrîn heya koşeya Rojhilata Navîn tê çînkirin. Li gorî vê tenê olperestî, barbarî yan jî wek wehşî girtina dest ne raste ev rabêjene ji derveyî tund û tijiyê normal kirinê nagihije cihekî, bi salane tekoşîna ku li beramberî vê tund û tijiyê tê meşandin piraniya xwe bê bandor mane û ev şêwazê tund û tijiyê hîna jî berdewam dike. Sîstema zilamsalar ku ji vê wehşiyetêre bêje bes yan jî dayîna sekinandin tu rewşekî bivî awayî nayê ser ziman, yên ku vê rewşê jiyandikin nayên parastin yên ku didin jiyankirin jî ji wanre sezayên texilker nayê dayîn ev jî zihniyeta zilam a desthilatdar ya heyî û ya esas resen xwediyê vê êşkenceyê dide diyarkirin.
Bivê boneyê di sala 1975 an de li darxistina konferansa navnetewî de sineta jinê bûye rojev, ev pirsgirêk di encama hewildana rêxistina tenduristî ya cîhanî de lê piştî sala 1980 an li meydana navnetewî de cihê xwe girtiye. Dema bikevîn nava hurguliyan de sedemê vê êşkenceyê bivî şêwazî dikarîn bînin ser ziman; di tevahî jiyana jinê a cinsî de, ji bona ku zilam nifşê xwe bide berdewamkirin, hemû sermayederiya xwe ya jiyanê li ser jinê dikin, vê jî bi jinê êşkencekirinê dikin herwiha bûyîna xwedî jinan û cînselyita zarokên keç girtina bin kontrola xwede, divê bingehê de heq di xwede dîtin heya rojameya îro bi hezaran sale di kevneşopiya sineta jinê de di cewher de jin dibin serweriya zilam de wek cinsê duyemîn tê dîtin û xwe spartiye kevneşopiya nîzama zilamsalar a tê jiyandin.
Ji dîrokê heya roja îro binêrin ev kevneşopî; di kolandinên arkeolojîk ên ku li Misrê hinek jinên mumya hatine dîtin derketiye holê ku sinetkirîne, di heman demê de sineta jinê çawa hatiye kirin di salên B.M 1600 de di resmên dîwar de bi awayekî hurgulî hatiye taswîrkirin. Koka Kevneşopiya sineta jinê xwe dispêre serdemên pir kevin. Suneta jinê heya niha li gelek welatên Afrîqayê, Xiristiyan, Musilman, Mûsevî û grûbên ku baweriya xwe bi olên yek xudayî naynin de sinet bi awayekî karwerî sepînkirina kevneşopiya sinetê di olên yek xudayî de tê dîtin ku xwe dispêre dîrokekî kevnartir, li gorî vê di olên yek xudayî de hilbijartinên xwe diyare ku divî alî de kiriye yanî ev hovîtî li ser jinê tê berdewamkirin.
Suneta jinê bi taybet li parzemîna Afrîqayê de di xeta navendê de cîh digre di 30 welatên Afrîqayê de tê sepandin. Divan navçeyan de % 72- 99 an de di welatên din ên Afriqayê de hinek nîjadan de yan jî jinên qabîleyê % 18- 72 an de sinetkirîne. Di despêk de Umman, Yemen, Yekitiya Emîrtiya Ereban de, Endonezya û di hinek navçeyên Malezyayê de li başûrê Kurdistanê de li hermên soranan de û car caran li Rojhilatê Kurdistanê hinek kêmtir bi hevre kevneşopiya sinetê tê jiyandin. Hêzên di navbera welatan de yên ku xwediyê vê kevneşopiyêne û kevneşopiyê didin berdewam kirin û belavkirin. Bivî awayî dibin navê vê kevneşopiyê de hovitiya ku bi rêve dibin di roja îro de Avrupa, Kananda, Amerîka, zêlandêno û Avusturalya tê dîtin, lewma ev pirgirêka jinê tevahiya dinyayê eleqedar dike.
Li gorî statîstîkan di dinyayê de 140 milyon jin û zarokên keç sinetkirine. Her sal nêzî 2 milyon zarokên keç ji ber sinetkirinê bi mirinêre rû bi rû ne.
Sineta jinê wekî kevneşopî yan jî wek çandekê girtina dest bi temamî li dijî jinê pêkaknîna vê wehşetê dide diyarkirin, sinet kirina jinê û dema zilam bi temamî jinê dibin tahekûma xwe de girtin dîsa jinê tenê ji bona nifşê xwe berdewam kirinê bikaranîn û ji derveyî anîna rewşa metayekê cuda tiştekdin nîne. Nexasim ev hovîtî di temenê piçûk de pêkanîna wê hêza ku li beranberî wê sekinandinê nîne, yan jî temenê zaroktiyê derbas kiribe bi zorê tê pêkanîn. Ev îşkenceya ku hîna di serdema mede berdewam dike sedemê wê ya rast dîsa ketina bin xizmeta nizama zilamsalar de ye, divê rewşa heyî de nirxên jinan bi awayekî malî tê çinandin û ev berdêl li gorî jina ku sinet nekiriye hîn jordetir hatin girtin li beramberî vê malbatên ku xwediyê zarokên keçin wana teşfîkê wê dikin yanî malbat zarokên xweyên keç wek metayekî madî lê meyzedikin ku li gorî vê hîna çavê xwe ne qirpandiye vê êşkenceyê pêktînin. Yanî sineta jinê bi temamî îradeya jinê tune hesibandin jinê wek mirov ne dîtin şeklê ku dixwaze dayîn û kolekirine.
Sineta jinê ku di aliyê tenduristî de rê vekirina fikaran; di despêkê de vana bidin diyarkirin ev sepan dema tê pêkanîn nayê benckirin yanî dema vê êşkenceyê didin jiyandin ji bona jin nefret li beramberî jintîyê bike her tişt tê kirin. Di heman demî de bi temamî cihên ku ne paqijin di gelek kesan de amûrên jêkirinê tê pêkanîn yanî ev amûrên jêkirinê ji yek kesî zêdetir re tê bikaranîn û amûrên ku istrîl nînin tê bikaranîn;
-Di dema pêkanînê de bi zêde winda kirina xwînê dimire yan jî bi bê xwîniyê re rû bi rû dimîne.
-Di îdrar kirinê de zehmetî kişandin bi vê zehmetî kişandin re derneketina îdrarê bivî awayî di endamên hundir de tehrîbat çêdibe.
-Jehirbûna xwînê, tetenos, şewb bûna vîrosa hiv(aids)
-Di rêya îdrarê de îltahapbûn
-Di vajînayê de enfeksiyona kronîk
-Kîst û fîstûl pêşdikevin dîsa li derdora endama cinsî de di astek jor de êş, yan jî bi temamî windakirina hîsê
-Di dema zayinê de bûyîna sedema xeteriya jiyana dayik û zarokê
-Di rovî yan jî di torbeya îdrarê de birînbûn
-Heya dawîya temenê xwe dîtina kabûs, depresyon, şikbûn h.w.d di aliyê fîzîkî û ruhî de pirsgirêkên tenduristî
Kî hîna em rêz bikin pir pirsgirêk derdikevin pêş;
-Rêbazên êşkenceya sinetkirina jinê hene;
-Bi temamî rakirina klîtorîs (clitorodectomy)
-Bi klîtorîsê re rakirina beşek jî lêva piçûk û mezin (excîsîon)
-Bi klitorîs re rakirina tevahî lêvên derve û hundir (infibulation)
Dema ev sepan tê pêkanîn tenê ji bona îdrar û ji bo her serê mehê xwîn dîtinê vekirinekê tê hiştin yê din hemû tê duritin, di durînê de yan stiriya dara akasyayê yan jî derziyên ku ji hestî hatine çêkirin ji mûyê heywanan yan jî postê heywanan ta tê bikaranîn yek ji van jî nakevin şertên tenduristiyê ku van sepandina ne tê pêkanîn herwiha jin yan jî zarokên keç di pêkanîna vê sepandinê de bimirin tu pirsgirêk nabe berovajî tê vaşartin û wekî ku tiştek nebûye tê berdewam kirin.
Her çiqas rêxistina tenduristiya cîhanê di demekê de di mijara li beramberî jinê bikaranîna vê êşkenceyê de xwestiye hinek tiştan bike lê di roja meya îro de hîna sineta jinê tê pêkanîn sîstema zilamsalar a heyî ji bona li pêşiya van êşkenceyane bigre ne sezayên têkîldar ne jî xebatek ji bona mudaxileyê nehatiye bi rêvebirin kû heya roja meya îro tê domandin.
Pêdiviya anatomiya jinê zindîbûna çeşîdê însan çavkaniya esil ya jiyanê ye û parastvanê xwezayî yê vê jiyanêye li gorî vê kapîtalîzm yanî zûhnûyeta zilam a desthilatdar şerên ku îro dayî meşandin de çawa jiyanê kuştiye xwezayê qetilkiriye û divan şeran de çima armanca herî mezin jin bûye bivê rastiyê re derdikeve holê ku êrîşî bingehê çavkaniya jiyanê dike.
Ruxmê hemû êşkenceyan berdewama jiyanê, parezvanê herî dîyarker ê vê jiyanê ku bi îradeya jinê ye, ji nûve bi xwezayê bi hevre vê têkbirina vê sîstemê û bi hêza cewherî re bi awayekî rêxistinî xwe parastin û li beramberî van êrîşane wê bi awayekî azad li ser lingan bisekine. Li beramberî êrîşên ku pêkahatin di her şert û mercan de li her derê rêxistinkirî û bi awayekî zana bikeve tevgerê ji sîstema êşkenceyên ku hatin jiyîn û jiyandin de bêje bes û vê sîstemê bi hevre têkbibin.