Di dîroka tekoşîna gelê kurd de roja vejînê sala 34.emîn li pey xwe hişt. 34 sal berê gulleya yekemîn ya ji bo dagirkerî û metîngerî hatî avêtin hişt ku tevahî gelê kurd yê hatî binaxkirin vejîneke dîrokî jiyan bike. Gelê kurd yê ku bi salan hatî tepisandî,hatî mişextkirin,hatî îşkencekirin û hatî qetilkirin bi derketina vê rojê û bi rihê fedaî û qehremanî ya fermendar Egît ve dest bi nîvîsandina dîrokek zêrîn kir. Gelê kurd di rewşek xwe înkarkirin û ji rastiya xwe direvêde bû. Kurdbûn nasnameyeke hatî jibîrkirin û ya ji jê şerm dihat kirinbû. Lê belê piştî vê roja pîroz û pengava mezin kurdbûn edî bûye cihê şanazî û rumetê. Kurd ji xewa giran şiyar bû ji nu de zindîbû. Edî ji vê nasname ne şerm, pîrozî û serberzî dibare. Edî reya rumet û kerametê, ji xwedî li nasnama xwe û gelê xwe xwedî derketinê derbas dibe. Kurd piştî vê rojê ne mirinê her roj zindîbûnê jiyan dike. Îro bi mîlyonan kurd,jin û ciwan şopdarê vê rêkêne û roj bi roj tekoşîna azadiyê bi cesaretek pir mezin hîn bilindtir dikin. Di bin fermandartiya qehreman Egît te bi hezaran jinên ciwan bi giştî ciwan tekoşîna azadî,wekhevî,edalet û demokrasiyê didin. Li dijî faşîzmê,dagirkerî û metingeriyê hêrs û kînek mezin jiyan dikin û li beramberî vê berxwedan û şerên dîrokî jiyan dikin. Bi çanda tevgera azadiyê dayî avakirin û bi ruhê Egîdan edî tevahî ciwanên Kurdistanê derveyî berxwedan û tekoşînê ti rêyek din ji bo xwe qebul nakin. Ev tekoşîn û berxwedan edî ne tenê ji bo kurd û Kurdistanê ji bo tevahî cîhanê ango ji bo hemu gelên bindest û azadîxwaz bûye heviya sereke ya azadî û rizgariyê. Li ser mîrateya vê dîrokê îro li çar parçeyê Kurdistanê tekoşîna azadiyê bilind dibe û dagirkerî her roj li bin dikeve. Yek ji parçeya Kurdistanê ku li ser mîrateya vê pêngavê dest bi tekoşîna azadiyê kir jî rojhilatê Kurdistanê ye. Li ser esasê şopdariya vê rêkê li vir jî her roj ciwanên Kurdistanê berê xwe didin Egîd bûnê. Dîsa heman demê ev roj damezrandina tevgera ciwanên rojhilatê Kurdistanê ye. Li ser esasê xwedî derketin û bûyîna şopdariya vê rêyê ev roj ji bo îlankirina damezrandinê hatiye hilbijartin. Ji ber ku ji bo ciwanên Kurdistanê rêya serkeftinê ji Egît bûnê derbas dibe. Heman demê mîmarê vejîna gelê Kurd Rêber Apo jî fîzîkî azadkirin û tecrîda giran ya li ser tê meşandin parçe parçe kirin jî encax bi ruhê 15 ê tebaxê ango bi rihê fedaî yê fermandar Egît pêkane. Bi ruhê 15 ê tebaxê faşîzm û dagirkerî têkbirin,Rêber Apo fîzîkî azadkirin û pêşerojeke azad afirandin erkê hemu jinên ciwan û ciwanên rojhilatê kurdistanê ye. derveyî berxwedan û tekoşînê tu rêyek din ji bo serkeftinê nîne. Bi boneya vê rojê em carek din bangawazî li tevahî ciwanên rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin ku bi ruh û girîngiya vê rojê erkê xwe yê li beramberî dîrokê û li beramberî gel û welatê xwe bi cîh bînin û ji bo bilindkirina tekoşînê pêl bi pêl tevlî refên azadiyê ango refên gerîlla bibin. Ji ber ku serkeftina mîsoger encax bi beşdarbûneke çalak û bê tereddut gengaze.  Li tevahî ciwanên Kurdistan û gelêmê cejna vejînê pîroz dikin. Bi biryardariya pengava mezin ya 15 ê tebaxê emê tekoşîna azadiyê serbixin.

Komelgay ciwanani rojhelati kurditan-KCR

15.08.2018