Qêyrana ku rejîma îran pêra ru bı ru ye bandur lı ser hemu beşên cıvakê kırıye ,gelên îranî hertım dıbın qurbaniyê sîyaseta rêjîma ya tek tîp,di nav 40 sala da hertim nerazibunên gelan hember rejîma dîktator çêbuye u bedelê mezin hatine dawîn ,lê hertim rêjîmê hewil daye bi şewazên serkob,îşkence,îdam , gelan bê deng bike ya da bi siyaseta xwe ya zirav bi reforman emrê xwe direj bike .lê rêjîm jî baş dizane îdî sıyaseta tıneker bı hemu şêwazê xweva hatiye deşîfre kirin,îdî ne desthilat, gelên ku her roj ser şeqama lêdan dixwen ,xun dirijînin wê qedera îranekî demokrat ava bikin,ne desthilat êdî şeqam wê biaxifin.gelên ku bi salaye tê bê deng kirin îdî tîştek nemaye winda bike ,ji bu wê bedel daye berçav u bu mafê xwe yê xwezayi tê dikoşe.beşekî esasî jî jınên îranîne ku bune qurnabiyê ev zêhniyeta desthilat ,jinan hertim pêşengtî kiriye ,bedel daye lê yê ku bê maf maye ,bin navê dîn ,mezheb da hatiye hepis kirin u ji hemo mafê xwezayi mehrom maye jinin.piştî şoreşa îslamî destpêkê jin daketin kolanan hember qanunên mêrsalar ku bu berhema şoreşa îranê derketin . yekemîn gava ku avîtin qanuna(hîcab) paçên reş bu ku çawa fikir u ramanên jinan dorpêç bikin û di xizmeta zehniyeta baviksalar da bi kar bînin,dîn kirin amorekî esasî ya siyaseta ku dijî jin birêva dibin, hemu qadên jiyanê bu jinan teng kirin,cîh negirtina jinan di huner da ,di qada sîpor(verzêş)da, di xwekirina cil u bergan da,di aborî û hw,guneh hate hesibandin û hewil dan vê zêhniyetê weke çand bi civakê bidin qebul kirin ,derketina van hududan weke bê exlaqî hat nasîn û jin bi cezayê giran ra mehkom man. besîcî jî ku sıxurtiya vêlayetê feqiye zêdetir jin têda hatin bi cîh kirin u heta niha jî ev siyaset bin navê ku exlaqê walat biparêze berfirehtir dibe. Lê di rastîda li ser navê exlaq bê exlaqî hate pêş xistin,ser navê parastina walat însan kirin sîxor u dij hev bikar anîn.şoreş bu dij şoreş u bu canewarê ku her warîda êrîşî vîna jinan hat kirin.destpêkê jin kirin hedef,piştra netew ,ziman,bawerî ,hemo bin navê mezhebê şîatîda bi tek reng ,tek dîp tek ziman hatin hepis kirin .ji bu wê gelên îranî xwedî wê tecrobêne ku wê şoreş bu kê bikin , wê çi xizmeta gelan bike yan wê çi dijî wan were pêk anîn .bi taybetî jin ku di hemu beşên civakê da ku me jor rêz kir bê par hatine hîştin û ev heta niha her roj kurtir dibe daha bi zanist u hişyarî tev bigerin.di vê pevajoya ku îran têda derbaz dibe jin pêwîste zêdetir bi pîlan u pirogram xwe bi rêxistin bike û bi yek dengî bi yek hêzê tekoşîn bide meşandin.rêjîma îranê ku bi lingên netew dewlet weke netewperestî,dînperestî,zayendîperestî ji saziya herî jor fêlayetê feqî heta saziya jêr malbat daketiye nav hucreyên însana,hebuna jinan tine dehesibîne.zêhniyetekî heta dawî zayendîperest ku gihîştiye lotkeye.ne tene jin giştî civak dibe qorbanî,ji bu wê gel dadkeve kolanan li heber hemu êrîşan radiweste daxaza di bingeh da guhertina rêjîma îranê dike ,eger îro jin ,ciwan ,giştî civak bi qirîza aborîra ru bi ruye mesele tenê xwe kişandina amrîka ji bercam nîne ,esas mesele polîtîkayên şaş yên rêjîmêne ku gel bedelê wê dide ,rêjîm car din ji bu ku temenê xwe dirêj bike hewil dide di warê siyasî u nizamî da tavîzan bide ,ne li ber menfeta gel, çawa desthilatiya xwe ser lingan bigre nav tevgerêdaye.lê başî jî xerabî jî di nav îranê bi xwedaye ta ku gavên esasî li hindir da nevêje nikare xwe ji qêyrana heyî xelas bike . pirskirêkên asasî jî pirskirêka jine ,guhertin hebe wê di çareserkirina pirskirêka jin da çêbibe ,eger ruxandin jî hebe bi pêşengiya jinan wê were ruxandin.ev di dîroka cîhanê da jî di dîroka îranê da jî hatiye îspat kirin.ya girîng jin xwedî îrada serbixwe bin ,bi rêxistin kirî bin ,di bin yek sîwanê da li ser niqteyen hevbeş yekitiya xwe ava bikin.zêhniyeta zayendîperest bi her şêwazî dixaze pêşî ji fikir u ramanên jinan bigre.hertim jinan dereca duyemîn da dihêle.mixabin ku ev di nav hizbên rojhilatê kurdistan da jî xwe dide pêş ,li ber mêrsalariya heyi jin herçiqasî bi başî piroje u bernameyên me pêşwazî bikin jî lê nikarin li ser xalên hevbeş yên jinan biçin hin qerarên ser bixwe, Zêhniyeta wan ya mêrsalar di her warî da şenber derdikeve holê.bê guman ev zêhniyet wê bi tekoşîna me jinan were şikandin .jinên kurd ku hertim xwedî bername u piroje bune , bi tekoşîna xwena radîkal darbên mezin zêhniyeta paşvero xistine.weke KJAR jî di vê pêvajoya ku îran têda derbaz dibe ji bu hemu jinên îranî pirojeyekî berfireh gurî demê hate pêşkêşkin.di vê pirojeyê da hitiye diyar kirin dewleta îranê bi vê zêhniyeta xwe ya têneker ya antî demokrasî ,antî azdî nikare tu çareseriyê pêş bixîne,ji bu ku gavên çareseriyê nevêje ,gavên qetil kirin ,îşkence kirin û tehdîdên îdam kirinê pêş dixîne.li gurî xwe hewil dide gelan bê deng bike ,potansiyêlê esasî yê azadîxaz weke jîn u ciwanan bi rêkên cuda da bikar bîne .pirojeya me jî pir bi başî rewşa jin di nav rêjîmê da nirxand u rêçareserî pêwîste çawa be xal bi xal anîye ziman,eger di van xalana da guhertin çênebin ne momkîne rêjîm xwe ji bombesta heyi rizgar bike. aryêşên modernîte jî dixaze jinan ber bi xwe va bikşîne ,tekoşîna jinan bi yek du daxaza da mehdud bike ,ji ber ku niqteya zayîf di îran da jine, hêzin derva jî dixazin bi rêke jin daxazên xwe cî bi cî bikin.weke jin pêwîste em di van niqtana da jî baldar bin ,potansiyêl u hêza jin pêwîste xizmetî hebun u demokirasiya ku gelan bîne gel hev bike.bê guman jinên kurd di vê çaeçevê da mohra xwe sedsala 21,mîn dane ,bune nimone bu hemu jinên cîhanê ev di rojavayê kurdistan da pir bi şênber derket ber çav ,jin di her warîda pêşengî dikin ,jinan da îspat kirin ku jin îdî ne qorbanî ,jiyanê ava dikin .jiyan çawa bi rêka jin hat winda kirin îro bi destê jin car din dighêje wateya xwe .weke jinên rojhilat u îranê jî ku bi salaye tekoşîn tê meşandin ,berhemê jinên rojava bu me azmonê esasîne ,KJAR jî ku sîstemekî konfederale xwe ber hemo jinên îranî da berpirsyar dibîne bi berhemê salan hîtabî hemo jinan dike ,ferqa jinekî kurd ,beloç,azer û fars nîne ,em hemu esîrê yek zêhniyetêne ,pêwiste tekoşîna me di her warî da yekkirtî u hemaheng be .bê guman pirsikirêka jin pir kure ta pirskirêka jin çareser nebe tu pirskirêk çareser nabe,lê eger di van xalên esasî da em hevbeş kar bikin wê tekoşîna me jî daha xwert u bi encam be. Em weke KJAR jî di wê beweriyê da ne ku bi pêşengiya jinên rojhilat, bi hev girtina jinên îranî emê van xalana bi piratîk bikin.bê guman ev piroje tenê pirskirêk tehlîl u tespît kirin nîne.di van xalan da gavên cidî tên avîtin,di vê çarçevê da em xwe dighînin hemo jinan, pêşwazî jî pir bi başî u heyecanekî zêde tê kirin . pir cîha da pêşniyar u piştgiriya jinan ji bu vê pirojê bu me tê ragahandin.jin eger yek girtî nebin her çiqasî tekoşîn hebe jî wê parçelî be ,şexsî be ev jî wê nehêle potansiyêlê jinên îranî li hev kom bibe ,bu wê pêwîstiya jinên îranî pir zerorî bi sîwanekî hev beş heye ,di bin vê sîwanê da em dikarin werin gel hev ,her kes bi tekoşîna xwe ,reng u îrada xwe hebuna xwe bide diyar kirin,bi destxistina hebuna jin wê hebuna civaka azad ava bibe.ev jî erka me ya esasîye,di vê demê da pêşengiyekî rast u di cîh da bu gelên îranî pêwîste, ev jî tene bi jina rêxistinkirî ,bi cesaret u îrada azad dikare pêk were.

Pêyman viyan

Endama koordînasyona KJAR.