Sema Delîl Amed
Eger hebûn di bedenek de were pênasekirin, Şehîd hebûna ji bedenê derketî ye û bi fedakirina bedena xwe hebûneke binirxtir avakirin e. Wateya hebûnê qalibên tên zanîn parçe dike û diherike wateyên jortir, berfirehtir. Hebûneke ji aydî xwe derdikeve û dibe aydî gelekî. Di rastiyê de aydî mirovahiyê. Sekna Şehîd li gor cewherê mirovahiyê ye. Pak û saf, xwezayî û bi zanîn; zanebûneke sade. Fermana vê zanînê; yan azadî yan azadî ye! Jiyaneke din tune. Dirûtî û qirêjiya tevahî şaristaniyê ji hev belav dike Şehîd. Ronahî di wê dem û derê de tîrêjên xwe davêje. Heqîqet derdikeve holê.
Rêya serkeftin û azadiyê wiha nîşanî me da Şehîd. Şehîd bi şerê xwe yê qehremanî jiyan ava kir. Koletî qebûl nekir û ket lêgerîna jiyana azad. Bi cesaret û biryardarî fêrî me kir ku azadî mimkun e. Ne bi qasî stêrkek li asîmanan dûr e lê bi qasî lêdana dilê me nêzî me ye azadî. Jiyaneke em têde dijîn lê çawa dijîn bi me dide nasandin Şehîd.
Di rastiya Şehîd de fedakariyeke bêsînor, kedeke bêhempa heye. Seranser pîrozî diafirîne. Pîrozî nasnameya Şehîdan e. Bi xwînê hatiye nivîsandin û li dîrokê hatiye neqişandin. Di bîr û hafizaya mirovahiyê de cî girtiye. Tu car nayê jibîrkirin.
Di rastiya Şehîd de gel cewhera xwe dibîne, jê hêz û bawerî digire, hêvî digire, lê xwedî derdikeve, dide jiyandin. Gel baş dizane ku jiyaneke bi azadî were jiyankirin, bi giyanê Şehîd ê pîroz hatiye avakirin. Îro navê bi hezaran zarokên vî gelî Egîd, Mazlûm, Kemal, Heqî, Mizgîn, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Elefterya û Şîrîn in. Heqîqeta ku Şehîdan ava kirî di can û ruh de, di nifşên nû de berdewam dijîn. Dayik û bav çiqas car bangî zarokên xwe dikin, bi şîrîniya Şehîd şa dibin. Manewiyateke pir kûr xwe lê dipêçe. Êdî ew zarok ne zarokê dayk û bavekî, aydî gel, neteweyek in. Dibin zarokên agir û Rojê. Li ser rêya azadiyê amade ne têbikoşin, şer bikin.
Ji bo wê jî em tevahî hêza xwe, cesareta xwe ji Şehîd digirin. Ya ku me birêve dibe rastiya Şehîdan e. Rêber Apo dibêje; Partiya me Partiya Şehîdan e. Em divê rastiya şehîd di şexsiyeta xwe de neqiş bikin.
Em çiqas behsa şehîdan bikin kêm dimîne. Em kîngê dest bi vegotina wan bikin em xwe deyndarê wan dihesibînin. Tenê dema ku em heyf û tola wan bigirin, bigihîjin armancên wan ên pîroz, xewn û xeyalên wan ên mezin, em ê wê çaxê bibin layiqî wan. Heqîqet ne parçeyî, yekpare ye. Di gihîştina serkeftinê de em ê heqîqeta Şehîd temam bikin. Ji ber ku Şehîd ewlehiya Serkeftinê ye.
Rêber Apo dibêje; bîranîna Şehîd bîranîna Serkeftinê ye. Bîranîna Şehîd artêşeke têk naçe, şêwaz û jiyana partiyeke têk naçe ye. Hêza Şehîd a mezin di vir de xwe îspat dike…
Em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan her kêlî nû dikin û dibêjin ŞEHÎD NAMIRIN!