Di 8’ salvegera şehadeta rêheval, têkoşer û pêşengên doza azadiya gelê xwe Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û têkoşer Mehdî İslamiyan de di serî de hemû şehîdên meha gulan bi bîr tînin. Têkoşîn û berxwdana ku wan rêheval û şoreşgeran gihiştandi asteke bilind, emê bi bawerî, biryardarî û coşek mezin berbi serkeftinê ve bibin û emê herya nefesa davî şopdarê xeta tekoşîna wan ya ji bo azadiyê bin. Li ser vê bingehê jî em rejîma sêdare ya İranê û kiryarên wî şermezar û mehkum dikin.

Meha gulanê di tekoşîna gelan de bi taybet ya kurdistanê ji despêk heya dawyê bûye navgîna têkoşînê li beramber dagirkerî, qirkirin, faşîzm û desthilatdaiyê û di vê mehê de pir têkoşer gihiştine asta şehadetê. Şoreşgerên enternasyonal, sosyalîst û kurd bi rihê fedayneve ev meh xemilandin. Ji Denîz Gezmîşan heya heqîqeran û Xosro Rozbihan , ji İbrahîm bîlgen heya mehmed karasûngûran û ji leyla qasiman heya hozan mizgînan  bî sedan şervanên heqîqet û azadîyê meha Gulanê bî destkeftî û nîrxên ku afîrandîn, xemîlandîn û dî kesayeta xwe de gelên bîndest jî nû ve zîndî kîrîn. Ew şoreşgerane bi têkoşîna xwe seknek berxwedêr di nava gelê xwe de ava kirin.

Dewleta İranê ya dagirker her dem bi zagonên xwe yên darveyê mirovahiyê, ji bo pêşî girtina têkoşîna azadiya  gelan rêbazên darvekirin û qetilkirinê bi kar tîne û bi vê şêwazê dixwaze di serî de pêşengên rêxistinê û bizavên ku ji bo azadîyê têdikoşin, dawî li hemû xebatên hêzên demokratîk bigire. Bi taybet di şexsê xosro rozbih di sala 1337, qetlîama 54 ciwanên kurd di sala 1359 li zîndana teberîzê, darvekirina ebdulmelîk rîgî serokê rêxistina parastina gelê  belûç di sala 1389 û bi dehan têkoşerên kurd rejîma dagirker daxwaza wan ya azadiyê weke tewambarî dîtîye qetil kirine. Ji bo ferzkirina vê siyaseta xwe jî di 9’ê Gulana sala 2010’an de bi darvekirina Mamosta Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî û rêhevalên wan xwastin hemû rêbazên li kurdistan dubare bikin. Bi van darvekirinan hewl dan ku tirs û xof di nav gelê Kurd û hemû beşên demokratîk ên İranê de ava bikin.

Meha gulanê ku meha lehengtî, berxwedanî û şehîdên qehremane li çiyayên Rojhilat’ê Kurdistin ji Maku  û Urmiye biger heya çiyayên Qendîl heya Ciwanro û Dalaho û hemû Çiya, Bajaran û Zîndanê bi tevlêbûn û  sekna milîtanên heqîqetê û jiyana azad kirin qadên têkoşîn û berxwedanê.  Weke tevger ji 1’ê vê mehê ku bi şehadeta 6 rêhevalên xwe yê endamên çapemeniya azad di encama êrişa balafirin dewleta faşîst ya Tirk de me pêşvazî kir, di 6 mehê 5 têkoşerên doza azadîyê li çiyayên Dalaho bi kiryarên derveyê mirovahiyê yê dewleta sêdare ya îran’ê, herwha endamê meclîsa PJAK Ş. Jiyan Suruç bi 5 hevalalan re li Urmiyê Deşta Suamy… û fermandar Ş. Kawenda bi 3 pêşengê tevgerê li çiyayên Ciwanro … û bi dehan rêhevalên ku di vê meha pîroz de şehîd ketine. PJAK di vê wateyê de partiya şehîdane. Di her qadek xebatê bi bedelan we det bi têkoşîn kir. Her yek ji wan şehîdên qehreman bi tevlêbûba xwe destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Van 4 lehengên berxwedêr di zindanên dagirkeran de bi vîn û girêdana xwe ya ji doza azadiyê re dîvarên girtîgehên Îranê rûxandin û careke din rûyê reş û faşîzan ya rejîma Îran’ê raxistin ber çavên cîhanê. Şehîdên 9’ê Gulanê îsbat kirin ku tu zext, îşkence, heta sêdare jî nikare pêşiya têkoşerên azadiyê bigire û heman çanda ku ji hêla Mezluman li girtiigeha Amedê siyaseta teslimiyetê bin xist, Ku îro rojê di şexsê leyla gûven bi “Şiyara Faşîzmê Hilveşînin, Tecrîdê Bişkînin û Kudistanê Azad Bikin” bi hezaran dîlên azadiyê di zîndanên dewleta faşîst ya AKP’ê bi mehane di gireva birçîbxwnê dene û 15 şoreşgerên doza azadiyê niha di rojya mirinê dene yê dijmên kurdan mecburê çok şikandinê bikin. Ev çenda berxwedanê ji Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mehmut Zengîn û Eşref Anyîk îro bi hezaran şoreşger vê berdevam dikin li ser heman xet û di heman mekanan de. Ev çand û berxwedanî li girtîgeha Êvînê zîndî kirin û çanda berxwedanê li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê belav kirin.

Rejîma sêdareya Îranê bi kiryarên xwe yên antî-demokratîk bi ser gelan û beşên cuda yên civakî ve zextên pir-alî pêk tîne. Heya niha tu hêz û kiryarên dîktatorên di dîrokê de nekariine pêşî li têkoşîna azadiyê bigrin û hêza gelan bin bixin. Berxwedan û têkoşîna mafdar ya gelê me û gelên Îranî dê dawî li vê rejîma sêdareyê bîne û jiyana wekhev û demokratîk ava bike. ev dê bersiva herî birûmet ji şehîdên ku nîrxên mezin û giranbuha ji me re afirandine. Li ser vê bingehê em di salvegera şehadeta şehîdên 9’ê Gulanê, bang li gelê xwe û raya gîştii ya demokratîk dikin ku li beramberî êrişên rejîma sêdareyê bêdeng nemînin, dewleta îranê ji hemû dema vê demê li hember têkoşîn û berxwedanan levaz ketiye, ji bo vê ji hemû dema zêdetir vê demê bi hevgirtina gelan û têkoşîna hevbeş li İran’ê em dikarin vê sîstema dîktator bigoherin û her qadê bikin cihê bilindkirina têkoşînê û tola şehîdên xwe hilgirin.

Bîjî Şehîdên 9’ê Gulanê!
Bîjî Berxwedana Gîrtîgehan! Bîjî Azadî û Wekhevîya Gelan!

Meclîsa PJAK’ê

2019-05-04