Di dîrokê de her tim li hemberê  dagirkeriyê,  berxwedêriya mirovatiyê jî çêbûye.  Di roja me ya îro de jî li hember dagirkeriya ku dixwaze gelê Kurd tune bike berxwedaniyek mezin pêk tê.   Ew milîtanin  ku ji bo tekoşîna azadiyê bilind bikin,  jiyaneke bi ar jiyan bikin û bidin jiyandin  û di vê oxirê de bibin lêgerînvanê heqîqetê  di asta lûtkeyêde şer dikin.   Li hember êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rêbertî, gelê Kurd û KurdistanCê gelek qehreman bi tekoşînek mezin berxwedanî kirin.

Di nava tekoşîna azadiyê de xebatên Rojhilat ê Kurdistan’ê  xwedî girîngiyek mezin e.  Di xeta Rêber Apo de  bi sedan heval di vê oxirê de bûn fedaî.  Warê Egid, Akif, Manî, Zîlan Pepûle, Şirin Elemhûli, Zîlan Serdeştan  di hemû aliyên xwe de bûye qada serhildan û berxwedanê.   Kevneşopiya wan hevalan her tim domiya û heta roja me hat û berz bû.

Rejîma İranê di dîrokê de heta niha li dijî gelê Kurd di nava hewldanên komplovarîdeye.  Li dijî  xebatên Rojhilat ê Kurdistan ê yên tekoşînê her tim hewldanên xerakirinê wek plangerî hatiye domandin.  Li hemberê êrîşên rejîma dagirker ya İranê gerîllayên me her tim bi berxwedayînek mezin ve bersiv dane  û tekoşîn kirine.

Li  çiyayê Dalaho 5’ê Gulan’a 2010’an 5  hevalên me di encama qomployekê ku bi jehirkirinê ve ji aliyê rejîma İran ê ve  hatibûn şehit kirin.  Her pênç hevalên me Hekim Tatvan, Nûpelda Kardelen, Şahin Dalaho, Xoşmer Sirvan, Zozan Gernas  ji bo azadiya gelê Kurd û her wiha Rojhilat ê Kurdistanê pêk were bi hewldanek mezin tevgeriyan û gehiştin mertebeya şahadetê.  Qerekterê her penç hevalan jî nêzî hev, bi girêdayîna felsefeya Rêber Apo ve tevgerîn pêk dihat.  Rêheval Hekîm Tatvan sala 2006 tevlî nava refên gerîlla bibû.  Bi xwe ji bakûrê Kurdistanê bû  lê bi hes kirin û kelejanek mezin  ji bo ku li dijî dagirkeriya rejîma İran ê  tekoşînek mezin bike,   li çîyayên Rojhilat şer dike.  Rêheval Hekim bi hes kirin, girêdayîna Reeber Apo  ve ji bo ku xizmeta gelê Rojhilat ê Kurdistan’ê bike her tim di nava tevgerê de bû.   Rihê rêhevaltiyê di asta herî jor de bû.  Girêdayîna gelê Rojhilat di asteke berz de bû.

Rêheval Nûpelda sala 2004 li bajarê Sêrt ê Erûh ê tevlî bibû.  Bi rihê welatparêziya Erûh ê li çiyayên Rojhilat ê Kurdistan ê tekoşînek bi nirx meşand.  Rêheval Nûpelda bi enerjî û morala xwe ve  di dilê gerîlla û gelê Rojhilat ê Kurdistan ê de ciheke girîng girtibû.  Rêheval Nûpelda li bakûr ê Kurdistan ê de jî tekoşîn meşan dibû.  Di asta cesaret û tektîk de wek fermandeyekê her tim pêşengtî dikir.  Di riya jinên qehreman de ku xeta berxwedayînê esas girtin bû sembolek.

Rêheval Zozan ji Rakkayê bû.  Rêheval Zozan  jî ji bo ku li dijî dagirkeriyê di asta herî bilind de şer bike berê xwe da Rojhilat ê Kurdistan ê.  Rêheval Zozan ji bo ku erkên xwe bi cih bîne di nava hewldanek girîng de bû.

Rêheval Xoşmer  sala 2007 tevlî nava refên HRK bibû.   Hevalekê çiyager bû.  Li tevahî çiyayên Kurdistan’ê dixwest bigere û jiyan bike.  Bi rêhevaltiyeke xurt tevlî xebatan dibû.

Rêheval Şahîn ji bajar ê Kirmanşah bû.  Sala 2006 tevlî nava refên HRK bibû.  Rêheval Şahîn wek zarokê  çiyayên Dalaho,  dagirkeriya li ser gelê xwe, xaka xwe qebûl nekiribû.  Ji bo ku dagirkeriyê ji axa xwe derxe tevlî şoreşê bibû.  Heta dawî jî tekoşîna xwe domand.

Rejîma İran ê bi polîtikaya Kurdan bi Kurdan qirkirin ê, kuştin ê komployek wiha bi destên Kurdan pêk anî.  Dahalo ji bo gerîlayê Rojhilat ê Kurdistan ê qadeke stratejîk e.   Rejîma İran ê ya dagirker li dijî gerîlla polîtikaya tunekirin ê dabû destpê kirin.  Di vê çerçeveyê de li ser gerîllayên me êrîşên cûr bicûr pêk anîn.  Pênç hevalên me di encama komployekê de şehît kirin.  Li dijî vê komployê ji wê demê heta niha bi hêrsa tolhildanek e mezin gerîllayên me tekoşîn dikin.  Her wiha bi hezaran ciwanên Rojhilat ê Kurdistan ê beşdarî nava gerîlla bûn.  Çiqasî berdel hatibe dayîn ewqasî serkeftin jî hat dest xistin.  Tola van qehremanên me hatin girtin û tekoşîn hîn jî didome.

Wek hêzên HPJ,   em ê di riya wan şehîdan de heta dawî bimeşin.  Li gorî wê jiyan bikin û ji bo ku em di xeta Rêbertî de hîn bilindtir jiyan bikin û tola van hevalên xwe û bi hezaran şehîdên xwe bigirin em ê bi her awayî bi bir yardarî têbikoşin.  Tola wan girtin wek erkek e li ser milê me ye.  Çawa ku me heta niha bi rihê wan jiyan kir û ji bo ku em tola wan bigirin me tekoşînek mezin kir em ê ji vir şûnde jî bi wê soze û baweriyê di riya wan de bimeşin.  Em di vê çerçeveyê de soza xwe careke din dûbare dikin.

Em pê bawerin ku gelê me yê welatparêz jî çawa ku heta niha li xwedî şehîdên xwe derketiye dê ji vir şûnde jî li dijî dagirkeriyê serî netewîne û hîn zêdetir xwedî li şehîdên xwe derbikeve  û li dijî lîstokên dagirkeriyê bi hişyarî tevbigere.  Em di salvegera 9. De her pênç hevalên xwe careke din bi rêz darî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wan û  ji tevahî gelê Kurdistan ê dixwazin.

 

Farmandarî a HPJ

05.05.2019