Di sal roja şehadeta Ş. İqbal muradî de hemû şehîdên şoreşa kurdistanê bi bîr tînin û soza têkoşîna di rêya wan de didin. Şehîd İqbal yek ji dilsoz û fedkarê têkoşîn û rêxistina Apoyî bû. Di temenê ciwanî de bindestîya civak, gel , dagirkeriya ser axa xwe qebûl nekir û ev kire bingeh û sebeba têkoşîna azadiy rizgariyê. Roxmê hemû siyaseta dewleta îran ya dij bi kurd û fikrê azad û îrada serbixwe bê tirs û bê navber xebat da meşadnin û xwest erka xwe ya welatparêzî bi cih bîne. Bi dil vêrekî û bê du dilî tevgeriya û têkoşîn kir. Di nava rastiya jiyana gelek bindest û mafê vê  di her hêlî de hatiye qedexekirî de mezin bû. Têkoşîna ji bo azadiyê tenê bi xwere sînordar nehişt di nav her takek malbata xwe de jî kire bingeha bi hevre jiyan kirinê têkoşîna azadiyê.

 Salên dur û dirij di nav hizba komînîsta îranê de cih girt, xebat û têkoşîn da meşandin û li ber xebat û têkoşîna ku dida meşandin êdî mayîna vê li Rojhilatê Kurdistanê zehmet dibû û derbasê Başurê kurdistanê dibe. Li başurê kurdistanê naskirina vê  bi felsefa APOYİ re pêşdikeve hebûna xwe, encamê têkoşîna xwe di vê fikr û felsefê de dibîne û weke layengir, welatparêz û xebatkarek aktîf  li ber roniya vê felsefê têdikoşe. Hemû demê xwe ji bo xebat û têkoşînê cuda dike. Her erkek ku dikete ser milê Ş.İqbal bi avayek serkeftî û di dema vê de bi cih anî. Kesayetek ku hemû jiyana xwe û demê xwe ji bo xebat kirinê diyar dikir bû.

    Di heman demê de endamê rêxistina mafê mirova a kurdistanê bû. Di hêla mafê mirov li rojhilatê kurdistinê de her beyerk ku diqevimî ji bo rojev kirin û ronî kirina vê xwedî hewldanên diyarker bû. Roxêm ku kur û xizmê Ş.İqbal  zanîyar û loqman jî di girtîgeha dewleta mafxwar ya îranê de bû bi qasî ku di vê saziyê de ji bo rojev kirina vê kar dikir di heman demê de ji bo hemû buyerên weke girtiyên siyasî, kolber, teror û hwd… xwedî hewildan û rojev ava kirin bû. Dewleta İranê her car bi darvekirina Zaniyar û Loqman xwestin pêşî li xebata vê bigirin û durê tevgera azadiyê bikin lê belê, Ş. İqbal tucaran ev tehdît ji bo xwe asteng nedît û xwe ji tevger û xebata xwe ya ji bo azadiyê dûr nekir.

    Dewleta îranê her dem xwestiye û hewil dide ku bi kiryarên xwe yê sêdare û terorê çavê civakê û gel bitirsîne û rê li tevlêbûna têkoşîna azadiyê bigire. Ş.îqbal jî di demek de hate teror kirin ku me projeya çareseriyê pêşkêş kiribû di demek kurt piştî vê zaniyar û Loqman Muradî hatin îdam kirin. Dewleta İranê bi wan kiryarên xwe  siyaseta xwe ya dij bi kurd da diyar kirin. bo ronî kirin û eşkere kirina vê xebata me dimeşe. Çawa ku me terora Ş. Kemal Pêncwînî eşkere kir emê vê terorê jî bi vê şêwazî eşkere bikin û hesabê vê bixwazin. Her wiha hevakariya kurdên ku nukertiya vê jî kirine yê bê hesab nemînin.

Çawa ku îro dewleta dagirker ya tirkiyê bê hevkariya PDK û hin hêzên din nikare bi vê şêwazê êrîşê ser axa Başûrê kurdistan bike, kiryar û terorên bi vî avayî jî bêyî kurdên nuker nikarin bê kirin. ji bo me ev rewşa aşkereye û diyare lê pêwîste bi avayekî vekirî bê eşkere kirin.

    Carek din yên ku ev kiryarane pêk anîne şermezar dikin û yek jî rêbaza hesap xwastin û bersiva me yê armanc û xeyalên wan bi cih anîn be.

Meclîsa PJAK

2019-07-16