Zîlan vejîn
Hevseroka PJAK

Sîstema hişmendiya mêrsalar û desthilatdar heya roja îro didome û di her hêlî de qeyranin mezin û neXwaşiyê weke penceşêr di hêla rohî, mejî û fîzîkî de dane avakirin bûye belaya herî mezin bi ser mirovahiyê. Her roj bi şêwazek di nava jiyana civakê de rengê xwe dide der. Pergala hişmendîya mêrperest niha di merheleya xwe ya davîde ye. Ji bo vê jî hemû hêza xwe seferberê hebûna vê hişmendî û pergalê dana domandin heye. Pergala ku bi ser kolekirina jinê xwe kir hakim û tehekumkarî da meşandin. Di her kêliya jiyanê de bi her avayî jin kire qurbanê vê zihniyeta xwe ya desthilatdar. Weke enkazekî bi ser jiyana jinê de hat. Ev tenê bi jinê re sînordar nema hemû civak di şexsê jinê de girte nav xwe û ber bi tinekirinê ve def da.

Li hember vê hişmendîya mêrperest jinan her dem têkoşînek bê navber dane meşandin. Di her firsend û kêliyek jiyanê de nêzîkatiya xwe ya dij bi vê pergalê dan diyar kirin. Di oxira vê têkoşînê de jî her dem bedelê herî giran jinan ji canê xwe dane. Ne tenê li beramber pergala heyî di nav têkoşînede bûne. Hişmendiya mêrperest ku hemû şaneyê civakê bandor kiriye. Bi taybet jî şaneya herî esasî malbat wek bingeh girt û di hêlekî de jî civakek kevneşop ya di nav qalib û qedexeyan de çarçoveyek ji bo ku jin tenê hebûna fîzîkî bidomîne diyer kir. Ev jî rastiyek dijwar ji enkaza vê hişmendiyê ye.

Li hember vê hişmendiyê, tevgera azadiya jinên kurd li ser felsefeya Rêber APO û tekoşîna û tecrûbeya hemû jinan ji dîrokê heya roja îro bingeh girt û li her çar beşên kurdistanê, Rohilata Navîn û hemû cîhanê bi salane şer dikin û têdikoşin. Di nava vê rista dîroka azadiyê de jî pir merheleyên dîrokî hatin jîyan kirin. bi pêşketin û berfireh bûna têkoşîna jina kurd her ku dem derbas bû jinan cesaret girt û tevlî têkoşînê bûn. Di serî de li hember kevneşopiya civakî. Nêzîkatiya ku li hember jin di civakê de tê meşandin di hêla bav, bira, hevjîn û bi taybet dewletê . Di serî de jinan xwe nas kirin, hêz û îrada xwe dîtin û ev hemû astengîyên ji bo gihiştina bi îradeyek azad û jîyanek demokratîk tekoşîna xwe destpê kirin.

Niha ev hemleya bi dirûşma “li dijî şîdetê yek bigire, têbikoşe, azad bibe” di hêla KJARê we hatîye destpê kirin û pêngavek li hemberî şîdetê ye ku rojane li dijî jinan li alîyê rejîma îranê tê meşandin . îran yek ji wan dewletana ye ku mafê jin bi şêwazek sîstematîk tê binpê kirin û civak di nava pirsgirêkan de fetisandî. Şîdeta ser jin gihiştiye asta herî jor, xwe kujî û kuştina jinan bi heman şêwazê, bêkarî, hejartî, zevaca di temenê biçûk û hwd.

Naskirin û pênasekirin wan hemiyan gava yekem ya derbaskirinê ye. Lê ji bo gihiştina armanca “îradeyek azad û jiyanek demokratîk” pêwîstî bi têkoşîn kirinê heye. Têkoşîn jî pêwîste hevgirtî be ku bikare bi bandor be. Niha sîyaseta çewsandin û şîdetê di her kêlîya jîyana jinan berdewame. Bê navber û bi sîstematîk wek hebûna pergala xwe vê ji boxwe heyatî dibîne. Ji bo wê pêwîste jin di her milî ve li hemberî wan nêzîkatyana têbikoşin.

hemleya ku KJARê destpê kiriye ji bo hemû jinên rojhilatê kurdistan û îranê di vê demê de guhertin û weguhertinên di her hêlî yê îranê de ava bike. Rejîma despot a îranê li destpêka hatina ser desthilatdarî tu car xwestekê jinan bersiv nedaye û hewl daye têkoşîna wan lewaz bike. Bê guman her çiqas astengî û pelçiqandina dewletê ser jinan zêde dibe ruhê tekoşîn û berxwedana jinan ji bo azadîyê zêdetir dibe. Jinên îran û rojhilatê kurdistanê her tim helwestê xwe hemberî rejîmê nîşan dane. Ji bo wê tevlî bûna wê hemlê ji bo têk birina şîdeta ser jinan erkê ser milê hemû jinên îran û rojhilatê kurdistanê ye.

Her wiha hemleya ku li bakurê kurdistanê bi diruşma “niha dema guhertin û azadiyê ye” beşek li têkoşîn hemberî şîdetê ye. Jin li hemû dema vê serdemê beramberî êrişan tên. Mînaka herî nêz û ber biçav ya çend roj berê li ser birêz Besê Hozat hevseroka koma civakên kurdistanê, KCKê ye ku di kanala Kurdistan 24 de hate kirin bû. ev hêrişek derveyê exlaqê civakê û pirensîbê siyasetê ye. Ji bo vê jî her dema ku têkoşîna jinan ji bo azadî, demokrasî û aştiyê bilindtir dibe êrîşê bi vî rengî jî zêdetir dibe. Lê ev êrişane bi vî avayî tu car nikarin pêşî ji têkoşîna jinan bigirin. Her çend teyîsandina zihniyeta mêr salar zelaltir dibe têkoşîna me dijwartir dibe.