Dewleta faşîst Îranê, bi rêya cehş û kontrayan, demekî dirêj ê hewl dide, bi komplo û kemînan derbe li hêzên me bide. Ruxmê ku hêzên me, naxwazin bikevin temasê jî di vê pêvajoyê de li gelek cihan pevçûn rûdaye.
Li Merîwanê, di 5 Tebaxê vê mehê de, grûbek hevalê me dema li ser erka xwe bû, dikevin kemîna dijmin. Li vir di navbera hêzên me û hêzên dijmin ên dagirker de pevçûnek derdikeve. Di vê pevçûnê de hevalên me, bersiva dijmin didin û paşde dikêşin. Di encama vê pevçûnê de hevalê me, Leşker Dilbirîn, heta mermiya xwe ya dawî bi qehremanî şer dike û şehîd dikeve.
Rêhevalê me Leşker Dilbirîn, di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên gerîla dibe û di demeke kurt de dibe gerîlayekî pêşeng. Bi tevlîbûn, fedakarî, cidiyet û morala xwe, xwe di gerîlatiya serdema nû de di demekî kurt de pêş dixe. Di gerîlatiya nû de sekn û înada rêheval Leşker Dilbirîn, bi taybet di pêvajoyeke wisa de ku dijmin bi her awayî dixwaze nirx û destkeftiyên gelê Kurd tune bike, ji me re bûye mînaka berxwedaniyê. Em baş dizanin ku gelê me yê welatparêz, wê xwedî li şehîdên xwe derkevin û ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo xwîna şehîdên me yên qehreman li erdê nemîne, ew ê şopdarên şehîdên xwe bin. Em di serî de ji malbatê şehîd Leşker Dilbirîn û ji hemû gelê me yê welatparêz sersaxî dixwazin û soza tolhildan û têkoşîna wî bilindkirinê didin.
nasnameya şehîd:
naw û paşnaw: peyman ceferî
naw dayik: soheyla
nawî bav: celal
dîroka ji dayik bûn: 11.01.1999 – seqiz
dîroka şehadetê: 5ê tebax – merîwan





Çapemeniya YRK
8-8-2019