ÇALAK CİWANRO.

Pêngava 15 Tebaxê dikeve sala 36’emîn, 36 sal beriya niha, bi pêşengtiya fermandarê nemir, fermandarê mezin, lehengê gelê Kurdistanê yê bêhempa rêheval Egîd pêngava 15 Tebaxê pêş ket. Di serî de mîmarê 15 Tebaxê Rêber APO silav dikin, Pêngava 15 Tebaxê, cejna vejînê, cejna Rêber APO li gelê me, gerîla, gelê Rojhilata Navîn û hemû mirovahîya cihanê ya pêşverû pîroz dikin. Di serî de rêheval Egîd, Abdullah Ekîncî, Bozan Ozkay, Yaşar Qehreman, Şahîn Bîlîcî, Mehmet Aslan, Şahîn Kilavûz, di şexsê van hevalan de, em hemû şehîdên Kurdistanê, bi bîr tînin û em soza şopdarî, tolhildan û serkeftinê dubare dikin.
divê mirov wate û girîngiya15 Tebaxê bizane, pêwîst e ku dema ev pêngava dîrokî pêş ket, rewş çi bû, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn çi bû, rewşa civak û gelê me, rewşa dijmin çi bû, divê em şîroveyeke vê bikin, çima? Ji ber ku li ser bûyerên dîrokî re dem derbas dibe, yanî pir kes êdî wate û girîngiya sedema wê rojê, an ji bîr dikin, dikevin xefletekî an jî nêzîkatiyeke seranser pêş dikeve; çi nêzîkatiya seranser, çi jibîrkirin, çi jî weke tê xwestin wateya hewce nedayîn, bi rastî jî tehlîkeyeke mezin e; tehlîkeya herî mezin jibîrkirine, Serokatî got jibîrkirin îxanet e, ev ne tişteke normal e ku mirov ji bîr bike. Tişteke ku li ser axa Kurdistanê cara yekemîn çêbûye û dewam kiriye. Yanî tovê dewamiyê hatiye çandin. Lewma kurd be jî pêwîste em di çarçoveyê vê nivîsê de bînin ser ziman.
Tê zanîn, dagirkeriya Tirk li ser esasê tunebûna gelê Kurd û Kurdistanê ava bû, roja ku ser vî esasî ava bû û heta roja me ya îro jî hemû hewldanê xwe, gelê Kurd ji xwe re bike amûreke netewa Tirk, Kurdistanê jî ji xwe re bike ax, ji xwe re bike welat e; yanî Kurd ji Kurdbûnê der bixe, Kurdistanê jî ji welatbûnê derxe. Esas sîyaseta dagirkeriya Tirk wisa bû, îro jî kujer, qirker û dagirkerên li ser Kurdistanê Erdoxan, Dewlet Bahçelî, di her fersendê de dema dibêjin; yek ziman ,yek çand, yek al, yek welat, yek netew, li ser vî esasî ye. Yek car li hember van axaftinan nêzîkatiyeke pir sivik tên kirin. Her dibêjin tek, tek, ma tişteke cûda bizanin nîn e? Bêguman pir tiştan dizanin, lê ev ‘tek tek’a ku her roj dibêjin yanî vêya dibêjin; em ê we tune bikin, biryara xwe ya tunekirina Kurdan raber dikin. Eger tu jî fêhm nekî, ew jî pirsgirêka te ye; bêfehmiya te ye. Feqet em bizanin her çendî dibêjin yek ziman yek çand yek al, yek welat, ji gelê Kurd re dibêjin; em ê we tune bikin, rizgariya we nîn e, ji hemû civaka xwe re vêya dibêje, ji bo tunekirina Kurd seferber bin. Wateya xwe vêya ye.
Dema PKK derket holê, hişyariyek di nav civaka Kurdistanê de çêbû, dagirkeriya Tirk agahdar bû şûn ve; xwest hin tedbîran bigire, pêşiya PKKê bigire. Gelek tedbîr girtin. Pêwîst nake mirov hemûyan li vir bêje. Di milekî de tasfiyegerî, ajantî; di milekî de li ser civakê zexteke mezin, di milekî de xwestin tevgera Serokatî tengav bikin, bêhareket bêhêlin. Di milekî de MHP, mîlîsên faşîst xistin hareketê, di milekî de hin desthilatê xayîn, komprador, feodal û axa ketin nav êrîşê. Hin çepgirên, bi nav çepgir bûn, lê dijî şoreşê bûn; ketin êrîşekê. Di milê din de jî di bin navê Kurd û Kurdistanê hin kesên ku tu caran cesareta dijî dagirkeriya li hember Kurdistanê têkirin, raber nekirin; çend grûbên biçûk hebûn, ew jî li hemberê me ketin nav êrîşê. PKK di pêşengtiya Rêber APO de, bi van hemûyan re di nav şer û pevçûnê de bû, destpêkê li beramberê vana hemûyan, têkoşîneke îdeolojîk, felsefîk, teorîk meşand û piştî ev êrîş pêşketin şûnde, têkoşîneke parastinê meşandin. Di wê demê de gelek ajan, mûxbîr, çete hatin cezakirin. Ev, di milekî de pêş ketin, lê di milê din de jî dagirkeriya Tirk, dev ji êrîşên xwe berneda. Bi taybet piştî PKKê hat avakirin şûnde, ji bo pêşiya berbelavbûna PKKê di nav civakê de bigire, êrîşên dijwar meşandin. Bi van êrîşan re yek jî qirkirina Mereşê pêk anî. Di 27 Mijdarê de PKK hat avakirin lê nehat îlankirin; bi îxaneta Şahîn Donmez hat fêhmkirin, dagirkeriya Tirk “qetlîama Meraşê” pêş xist. Ev hem ji bo PKK hem jî ji bo gelê Kurd tehdîteke mezin bû. Yanî hûn, hin hesaban dikin, lê şaştiyan nekin, vê dersê jî baş fêhm bikin. Wateya qetlîama Mereşê ev bû.
Beramberê vana, PKKê têkoşîna xwe bilindvkir. Li Hîlwan, Siwerêg li giştî Kurdistanê, têkoşînek meşand. Li hin bajaran zêde li hin bajaran kêm; PKKê li her derê Bakûrê Kurdistanê têkoşîna xwe meşand. Ciheke ku lingê PKKê neçû nema, ji bo vê jî dagirkeriya Tirk li ser esasê ku PKKê bipelçiqîne, tasfiye bike, hêviya gelê Kurd tune bike; êrîşeke dijwar meşand. Li her derê, “rêvebirina şidiyayî” pêş xist. Di heman demê de li ser hin grûbên çepê Tirk ku têkoşîna şerê çekdarî dimeşand; li hember wan jî kete nav êrîşekî. Vana weke tê xwestin encam negirtin, ber bi derbê çûn, beriya derbeyê, Serokatî pêşiya xwe dît, hin taybetmendiyên Serokatî heye ku dîrokî difikire û pêşiya xwe dibîne. Duh, îro, sibê bi hev re girê dide lewma pêşiya xwe dît û got “em nikarin bi vî şêwazî li hember dagirkeriya Tirk têkoşîneke bimeşînin, pêwîst dike em amadekariyên xurt bikin.” Di milekî de Serokatî ev tedbîr girt, 12 Îlonê dagirkeriya Tirk êrîşeke dijwar li ser hevalan, gelê me û sempatîzan, taraftarên me hat şûnde; gelek sempatîzan, taraftar û kadro hatin girtin. Mirov dikare bêje ku sedî 95 kadroyên partiyê, sempatîzan û girseya ku baweriya xwe PKK dianî, alîkarî dida hate girtin.
Di zîndanan de dagirkeriya Tirk, siyaseteke xwe meşand, tabî hevalên ku dîl ketin dest, kesayetên weke Heval Xeyrî, Mezlûm, Kemal, Karasû, Elî Çîçek, Akîf yanî di asteke zêde de endamên navenda PKKê û kadroyên pêşeng, dîl ketin destê dagirkeriya Tirk. Dagirkeriya Tirk li hember hem kadroyên pêşeng ên PKK hem jî li beramberê partîzan, sempatîzan, taraftarên PKKê hem jî li derve beramberê girseyê, siyaseteke tunekirinê meşand. Tune kirineke fîzîkî nebû, ew jî tê de bû, di şexsê hevalan de hêviya dawî maye, xilaskirin bû, hêviya dawî çi bû, hêviya dawî PKK bû; cara yekemîn piştî qirkirina Dersîmê şûnde bi Serokatiya xwe, bi bernameya , stratejiya û rêxistinbûna xwe, partiyek derket holê, di demekî kurt de di nav Kurdistana Bakûr, di nav metropolên Tirkiyê de, bi taybet di nav ciwanan de dengvedanek mezin çê kir. Ev ji bo kedkar, ciwan, jin û gelê Tirkiyê bû hêviyek. Dagirkeriya Tirk ji bo pêşiya vêya bigire, ev siyaset da pêşiya xwe. Yên tên girtin, bikaribin di pêvajoya lêpirsînê de wana bi îşkenceyeke giran, teslîm bigirin, wana bixin refên îxanetkaran.
Bi rastî jî di şexsê Rêber APO de, di şexsê hevalên pêşeng de ya derket, ev bû, ev baweriyeke mezin çêkir. Di demeke kurt de mîna Hîlwan, Siwerêg dengvedaneke mezin çêkir. Li hember îxanetkar û dagirkerî, weke “hefta sor” hate îlankirin û li her derê pêşket. Dijî faşîstan, dijî MHPyîyan tarzê gerîla çalakiyên pir xurt hatin meşandin. Ev bû hêviyekî. dagirkeriya Tirk ev rastî dît û eger hinek dereng bimînin ew ê nikaribin pêşî bigirin, zevt bikin û weke lehiyekê biherike. Tişta ku di sala 1923’an de dagirkeriya Tirk li Kurdistanê avakirî, ew ê hemû bide ber xwe perçe bike. Lewma ji bo pêşiya vê bigirin, di zîndanan de ev siyaset, esas hate girtin. Hevalên zîndana Amedê dibêjin “wehşetek” bû, li Amedê wehşet hate jiyandin. Hemû hevalên li zîndana Amedê bûne, vê peyvê pir bi hêrs lê bi bawerî tînin ser ziman. Tişta ku dîtin ev e, tişteke din nîn e, dîtîna xwe, êşên ku jiyandin, bi wê peyvê îfade kirin. Li hember wê, berxwedana mezin derket holê. Di şexsê Mezlûm Doxan, Xeyrî, Kemal Pîr, Eşref, Mahmût, Akîf, Elî Çîçekan de berxwedaniyeke dîrokî derket.
14 Tîrmehê lûtkeya vê berxwedaniyê bû, ev berxwedanî, di nav destê dagirkeriyê de dihate jiyandin. Dijmin wir ji xwe re kiribû qale, hevalên me jî di wê qaleyê de esîr bûn. Ya ew ê teslîm bibin, ew ê îxanet bikin an jî ew ê bimirin, tune bibin. Di dawiyê de bi 14 Tîrmehê ve em dikarin pir bi rehetî bêjin ku em weke mûxarebe bigirin dest, di mûxabereya zîndanan de bi serkeftina mîlîtanên PKKê bi dawî bû. Belkî li ser zîndana Amedê, ala dagirkeriya Tirk hebû lê em dikarin bêjin ku di hundirê zîndanê de belkî ji derve nedihat xuyakirin, belkî nedihat bihîstin jî, jixwe bi salan ev berxwedanî nehat bihîstin; ala berxwedanê, ala Newrozê careke din bilind bibû. Wateya 14 Tîrmehê, wateya berxwedaniyê ew bû ku em dev ji Serokatî û partiya xwe ber nadin, em heya nefesa xwe ya dawî li hember dagirkeriya Tirk ber xwe bidin. Di vê rêyê de ji şûn de veger nîn e, veger îxanet e. Em hêviya gelê Kurd a dawî ne, eger em ber xwe nedin, em ê hêviya dawî ya gelê Kurd bişkînin. Hevalên di zîndana Amedê bi vê bawerî û hestê, ber xwe da û serketin. Mesaja wan hemû, ev bû; em hemû dikarin di zîndanan de ber xwe bidin û hûn ê çima li derve berxwedaniyeke mezin pêş nexin? Partî, hevalên ku derketine derve, perwerde dibînin ji bo wan bangawaziyeke mezin bû.
15 Tebaxê li ser esasê amadekariya xwe 79’an destpêkir heta 82’an bû, di rastî de amadekariya bersivdayina berxwedana zîndana Amedê bû. Serokatî ev wisa nirxand, “dema me bihîst, li hember Kemal û Xeyriyan îşkenceyeke bêaman pêş dikeve, eger em dereng bimînin, îxanet e, em ê biçin îxanetê.” Bi vê hestyarî, bi vê berpirsiyartî, bi vê ruhê rêhevaltî tevgeriya û ev amadekarî li ser vî esasî pêş ket. Rastiya ku li zîndana Amedê, bi taybet 14 Tîrmeh hat bihîstin şûnde, hemû heval berê xwe dan Bakûr, bêguman tasfiyegerî hebû. Hin kesên ku li beramberê êrîşên dagirkeriya Tirk, bi çanda leşkergeha Tirk hatine terbiyekirin, mejî û ruhê xwe bi Kemalîzmê tije kiribûn, wan berê xwe nedan Bakûr, berê xwe dan avrûpa û gotin em ê li wir têkoşîn bikin. Li PKKê, kesayetên weke heval Egîd, heval Mûstafa Yondem, heval Bedran (Mehmet Sevgat), Mehmet Emîn Taşkan, Mehmet Erturk, Yaşar Kahraman, heval Bozan, Gozliklî Alî (Abdullah Ekîncî) vana jî di nav lêhûrbûnê de bûn ku ew ê çawa rojekî zûtir xwe bigihênîn Bakûrê Kurdistanê, tola hevalan rakin.
Beriya vê, demekî kurt şehadeta heval Rûbar(Huseyin Poyraz) hate îlankirin. Bi vê wesileyê em careke din heval Rûbar bi bîr tînin, heval Rûbar di dema îdeolojîk de beşdar bû, di paşvekişandinê de perwerde dît, hevalên me yên yekem car çûne Bakûr û dest bi xebat kiriye, yek jî ji wan heval Rûbar e, em careke din wana bi bîr tînin. Bi rastî jî îro di asta cihanê de ku bi navê Kurd û Kurdistanê rojevek heye, ev girîng e, Kurdê hatiye jibîrkirin, weke gotina gelê me; “Kurdê ji defterê hatine paqijkirin.” Lê bi têkoşîna wan, careke din ketin nav defterê. Van hevalana, wate û bingeha wê çêkir. Hem li sehaya Lubnanê perwerde, bi gelê Ereb re, mirov dikare bêje îtîfaqeke bingehîn li hember emperyalîzm û siyonîzmê hate avêtin. Hem jî amadekariyek hate kirin. Piştî vî şûnde, hevalan berê xwe da Bakûrê Kurdistanê, mixabin di pêşengtiya rêheval Şahîn Klavûz de ku xwe rêkûpêk amadekirî hebû, di çema Hêzilê de hemû şehîd ketin. Eger ev hevalana bigihiştana Bakûrê Kurdistanê, belkî şêwaza Pêngavê cûda bûya.
Di wê demê de tasfiyegerî derket, hinekan digotin bila kes neçe Bakûr, kê biçe ew ê bimire. Tiştekî ku em li devera Tirkiye bikin nîn e, yanî dagirkeriya Tirk tirseke wisa di mejî û dilê wan de dabû avakirin, çandin ku berê xwe didan her derê, lê nedidan Bakûr. Ji tirsa berê xwe bidin Bakûr çi were serê wan fikirîne û di wê çarçoveyê de wisa tevgeriyan. Însanên ku bi welatparêziyeke xurt, hêrs û kîneke li hember dagirkeriya Tirk, xwe avakirî, çêkirî; ne tank û topên dagirkeriya Tirk dan ber çavên xwe, ne jî tişteke din. Bidin berçavê xwe jî li ser esasê wana çawa tunebikin, tasfiye bikin, derbe lêxin bû. Hevalan li ser vî esasî amadekariya çalakiya 15 Tebaxê kirin. Zemîn çawa bû li Rojhilata Navîn, bakûrê Kurdistanê, bi navê berxwedaniyê, berxwedanî nîn e, hin grûbên di asta propagandaya çekdarî de kar dikirin hebû. Dagirkeriya Tirk di pêşengtiya dîktator Kenan Evren de qanûna esasî li ser tunekirina Kurd derxistibûn, biryar girtibûn Kurdan tune bikin, partî ava kiribûn, êdî li gorî xwe piştre derbasî demokrasiyê bin. Lîstokek wisa hebû, Wê demê jî hin kesên Kurdên ruhê firotî digot, demokrasî hatiye, em herin derfetê demokrasiyê îstîfade bikin, xwe cardin rêxistin bikin yên wisa difikirin hebûn, wana bi taybet di sehaya ewropa de xwe bi cih kiribûn. Ewropa hembêza xwe ji wan re vekirî bû, yek jî ji wana Kemal Bûrkay bû. Li Rojava, 82’an şûnde di nav gel de hin hareketbûn hebû, lê di esas de zêdetir tesîra KDP, YNK hebû, tevgereke rêkûpêk li holê nebû. Rejîma BAAS ji wan re cih vedikir, wana di astekê de xebat dimeşand lê wisa rêkûpêk nebû. Li Başûrê Kurdistanê, li ser sînorên Bakûr nêzî van derana hin maqar hebûn (makarên pdk, ynk) 83’an de jî 85’an de jî dagirkeriya Tirk yekem car li ser Başûr êrîş çê kir şûnde ev der tasfiye kir. Wisa hareketeke rêkûpêk nebû. Wisa li ser sînor hin tevger hebûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet şoreşa gelan şûnde ku rejîma Xûmeynî êrîş bir ser Kurdistana Rojhilat; Demokrat û Komala di nav çend salan de hemû tasfiye kir. Bi rastî jî dagirkeriya Îranê, li ser gelê Kurd qirkirin meşand. Dema gihaşt 84’an bi tevahî li Rojhilatê Kurdistanê, îranê dagirkeriya hakîm kiribû. Li Rojhilatê Kurdistanê êdî bêdengiyeke hakîm bû. Li Başûr di asteke pir biçûk de xebatên grûbên PDK, YNK hebû. Rewşeke wisa dihate jiyandin. Di demeke wisa de, yê ku amadekariya 15 Tebaxê bi rêkûpêk meşandî, fermandarê mezin, fermandarê yekemîn Mehmet Karasûngûr bi bîr tînin, di esas de amadekariya esasî meşand, heval Mehmet Karasûngûr bû, têkiliya gel avakirin, perwerdekirin, kamp avakirin, nêzî sînor) li gel heval Mehmet Karasûngûr piştre heval Egîd û hin hevalên din beşdar bûn. 83’an de dema heval Mehmet Karasûngûr şehîd ket ku ji aliyê YNKê hate şehîdkirin. Ji bo yekîtiyê ava bike çû kampeke partiya şiî(partiya komunîst). YNK li vir êrîş kir û heval Mehmet Karasûngûr li vir li gel hevalê Îbrahîm Bîlgîn şehîd ket. Lê hinekî bi vî awayî xebat lewaz ket, pêngav dereng ket. Ji ber ku hem tecrûbeya heval Karasûngûr sîwereg hebû, hem jî perwerde dîtibû, lêhûrbûn kiribû û zanebûneke xwe hebû. Şehadeta çêbû, bêwext bû. Vêya jî gelek tişt bi xwe re bir, heta careke din amadekarî, xebat çêbû, derengmayinek pêşket. 15 Tebaxê, di şert û merceke wisa de pêşket. Di asta rojhilata navîn û Kurdistanê de bû. Tiştên ku mirov li ser zêde bike, şerê Îran û Iraqê bû, ev bi xwe re zemînek ava kir, ji vê zemînê îstîfade kirinek hebû. Mirov dikare vana bîne ser ziman. Di asta cihanê de jî Reygan û Titcher hebû, weke bayekî lîberalîzma nû (neolîberalîzm jê re tê gotin) dijî yekîtiya sovyet, dijî gelan, dij şoreşgeran êrîşeke dijwar dimeşandin. Di rewşeke wisa de mirov dikare bêje ku pêngava 15 Tebaxê pêşket. Roja 15 Tebaxê li Dihê (Erûh) û Şemzînan pêşket. Bi du grûbên propagandaya çekdarî çalakî pêşketin. Fermandarê Dihê heval Egîd alîkarî wî Mûstafa Yondem bû, yê Şemzînan heval Abdullah Ekîncî bû alîkarî wî Mehmet emîn Taştan bû. Di demekî kurt de Çalakî bi serkeftî pêşketin, dagirkeriya tirk xwest vêya veşêre, lê dît nekarî veşêre, ev aşkere kir. Beriya wê, BBC û televîzyonên welatên ewropa anîn ser ziman lewma tişteke ku veşêrin nema. Dagirkeriya Tirk ket nav panîkek. Nizanibûn çi bêjin, Kenan Evren ku kujerê gelê Kurd, îşkencekarê zîndana Amedê digot em ê 48 seat’an de wana tune bikin piştre 72 seat’an. Berê navê cûda digotin, îcar gotin şarçî yanî eşqiya. Hareketeke çend eşqiya ne, em ê wana bi dawî bikin. Niha ev ketin hareketê, dest bi êrîşê kirin. Bi şêwazên gerîla bersiv hate dayin, ew ketin valatiyê. Destpêkê weke şerekî klasîk fêhmkirin û dîtin ku tarzeke gerîla ye, wana dest bi guherîn û veguherînê kir. Niha wateya 15 Tebaxê çi ye, Franz Fannon mirov dikare bêje weke zanebûn, rih û zimanê gelê bindest, gelê ku welatê wan hatibû dagirkirin, zimanê wan bû, wîcdana wan bû. Nêrîneke wî ya wisa hebû, teoriya wî hebû mermiya yekem; gelê bindest ji ber ku zextê dibînin, li gel zextê, têne perwerdekirin, tiştek dil û mejiyê wan de tê avakirin, psîkolojiyek di wan de tê çêkirin. Psîkolojiya çi, li hember dagirkerî rabûn nabe. Yê herî xurt, yê herî baş dagirker in, li hember wan rabûn nabin, encax mirov dikare li gel wana weke kole, jiyaneke wisa bijîn. Ev di însanan de tê avakirin. Mirov dikare bêje ku weke şexsiyeteke hatiye dagirkirin, civakeke hatiye dagirkirin, ne fikreke xwe, ne rêxistineke xwe, ne jî îradeyeke xwe, ne jî baweriyeke xwe heye, ne li hember xwe, ne jî li hember kesekî din. Li Bakûrê Kurdistanê, ev rewş hîn zêdetir kûr bû, ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, li her derê Kurdistanê bi vî rengî bû, di dawî de em vêya dibêjin, heta kesayetek biryar bide, li hember dagirkerî rabe, çalakî bike, mermî bavêje, divê kesayeta ku berê hatiye avakirin, gerekî bikuje.
Dema ku guleye yekem li beramberê dijmin davêje, ew gule hem li dijmin dikeve, hem li wê kesayetê dikeve. Ji ber ku Heta ew kesayeta ku dijmin avakirî neyê kuştin, nikare kesayeteke nû ava bike. Kesayeteke nû neyê avakirin jî, ew fikr, ew îrade, ew cesaret û ew ruh tê de nayê avakirin. Heqîqet wisa ye, ev di gelek welatan de hatiye îspatkirin. Di encam de Franz Fannon jî wisa pênase kiriye. Li Kurdistanê jî bi vî rengî hate binavkirin. Mirov dikare vêya wisa binirxîne. Wateya 15 Tebaxê wisa ye, cara yekemîn li Kurdistanê, guleya yekem hate teqandin. Yanî kesayeta ku êdî dijmin tê de hatiye avakirî, hate kuştin. Bi ew kesayeta nû, li hember dagirkerî gule hate teqandin. Yekem, Mirov dikare bêje ku li Kurdistanêê, ew kesayet hate avakirin. Hin kesayet niha rêxistin() ava kir, PKK û fikra Serokatî bingeha vê bû, hêzên rizgariya Kurdistanê HRK jî îfadeya wê bû. Ew tişta ku di civakê de hatiye avakirin, şkest. Civak bi çavê xwe dît ku du bajarê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirk de dem kurt jî be hate kontrolkirin, li wan deran çalakî hatin pêşxistin. Wê demê, yên ku li hember dagirkeriya Tirk rabin û karibin çalakî bikin, hene. Ev hate îspatkirin. Di heman demê de ev çalakî, çalakiya tolhildana zîndana Amedê bû, hesabpirsîna îşkenceya zîndana Amedê bû, bersiva bangawaziya 14 Tîrmehê zivirandina welat bû. Êdî li Kurdistanê, demekî xilas bû, demekî nû dest pê kir. Ev di kesayet û civakê de çêbû. Êdî mirov dikare bêje ku ronesasa Kurdistan, heta ronesansa Rojhilata Navîn, ronakbîriya Rojhilata Navîn jî, bi wê guleyê dest pê kir. Kurdistanê êdî civakeke beriya 15 Tebaxê nîn e, çawa behsa mîladê tê kirin. Li Kurdistan jî mîlad 15ê Tebax e. Dengeyên Rojhilata Navîn de, di destpêk de guhertinek çêbû, di heman demê de hesabê dagirkeriya Tirk, erdê ve kirin yek. Hesabê ku bizivirin demokrasiyeke nû, demokrasiyeke pêşketî û li ser vî esasî gelê Tirk ê kedkar û gelê Kurdistanê bixapînin, ev bi erdê re bû yek. Dagirkeriya Tirk yên bi navê şoreşgerî qederekî grûbên çepên Tirk hebû, di serî de Kemal Bûrkay grûbên weke xwe Kurdistanî dihesibandin hebûn, wana digotin em jî grûb in, partî ne, welatparêz in, şoreşger in; bi vî awayî zimandirêjiyeke ne normal pêşxistibûn. Heman rastî ji bo çepê Tirkan jî derbasdar e. 15 Tebaxê tiştekî ronî kir, esas welatparêzî, şoreşgerî çi ye, xwedî vê axê, vî welatî kî ye, yê ku li ser daxwaziya vî gelî difikire kî ye, ferq kir. Maskeya rûyê xwe kiribû, maskeya welatparêzî, maskeya şoreşgerî û PKK re dijûn dikirin, bi xwe şoreşger bûn, em terorîst bûn, ew şoreşger bûn, em dij-şoreşê bûn, êrîş li ser êrîş anîn; yekîtî li hember dagirkerî, faşîzmê ava nekirin, li hember PKKê ava kirin. Piştgiriya dagirkeriya Tirk ev çêbûn, ev pêşketin. Lê şoreş çi ye, şoreşgerî çi ye, welatparêziya rast çi ye, welatparêzî, şoreşgeriya sexte çi ye, asteke ku neyê nîqaşkirin de derket holê. 15 Tebaxê yek jî ev zelal kir. Çi vî gelî bibe rizgariyê, azadiyê, û çi tu feyda xwe nîn e, zerera xwe heye; ev jî zelal bû; lewma bi rûyê sexte, durûtiya ewropa aşkere bû, heta demekî digotin li Tirkiye çi heye, çi nîn e, mafê mirovan hwd. lê piştî 15 Tebaxê şûnde li hember şoreşgeriya rast, cûnta hembêz kirin, biryarê derheqê dewleta tirk de mafê mirovan bin pê dike, li zîndanan îşkence heye, îdam heye vana hemû dan kêlekekî, ketin nav koroya li hember PKKê; lê ev maskeya demokrasî hate çirandin, esas demokrasiya rast çi ye, kî pêşengtiya vê dike, ev jî zelaltir kir. Lê em careke din bizivîrin li ser welat û gelê me bandora xwe çi bû, rastî va ku îro di bin Rojava, çeteyê daîş hemû hem dewletên herêmê yek bi yek binxistin, rejîma baas a sûrî bin xist, rejîma iraqê bin xist, pdk, ynk bin xist, grûbên çekdar ên din hemû binxist. Yên ku faşîzma wek berdewamiya hîtler a rojhilata navîn, a demê bin xist jî careke din xeta 15 Tebaxê bû, cardin mîlîtantiya PKK daîş bin xist, çanda 15 Tebaxê bin xist. Ev çand tenê di Kurdan de nebû, ev çand bakûr-rojhilatê sûriyê de di nav aşûrî, sûryanî, gelê ereb, Tirkmen û çeçenan de jî ev li pir pêş e. Li ser terzê çeteyê daîş bin xistî, ew ê heqê wî teslîm bike, ruhê 15 Tebaxê ye; gelek kes li şengalê destpêkê pêşmergeyên kdp reviyan, dema ew direviyan; 12 hevalên PKKê berê xwe dan şengalê, ew jî ruhê 15 Tebaxê, berdewamî û xeleka wê ye. Li kobanê, Gelhat’an ruhê 15 Tebaxê weke alekî li orta Kobanê çikandin, kes nikare vêya înkar bike. Gelhat’an Zozan’an û sedan kesayetên mezin, êrîşê daîş ku piştgiriya wan dagirkeriya Tirk dike bi erdê re kir yek; şehîd rûbar’an, şehîd hîwayan, şehîd arîn’an ruhê van hevalan bû, li hember teknîka herî bilind, weke komploya navnetewî weke nûbûneyeke wê, êrîşa Efrînê jî rastî çawa li Kobanê di pêşengtiya heval Arîn de berxwedan pêşket, di heman demê de li Efrînê jî pêşengtiya heval Avesta û heval Karker de ev berxwedanî pêş ket, ev jî ruhê 15 Tebaxê bû, îro dagirkeriya Tirk, 36 sal şûnde bi hemû hewldana xwe ve di nav êrîşekî de ye ku bi plana hilweşandinê her roj vêya nû dike, dixwaze zêdetir pêş bixe, bi piştgiriya xaînan dixwaze ew ruhê 15 Tebaxê, ew çand û exlaqa 15 Tebaxê, ew jiyana di encama wê de li Kurdistanê avabûyî li holê rake. Êrîş û tecrîda li ser serokatî wateya xwe ev e, êrîşa niha li ser Rojava jî wateya xwe ev e, êrîşa niha li ser parastina medya bi taybet li ser Xakûrkê tê meşandin jî wateya xwe ev e, li hember vê jî bi rastî di pêşengtiya gerîla de berxwedaneke dîrokî tê meşandin; ruhê 15ê Tebaxê, ruhê Egîd’an û Ebdûllah hem li Bakûrê Kurdistanê, hem li Xakûrkê li ser pêya ne. Dagirkeriya Tirk bi rastî jî xeyalan dibîne, grûbek biçûk ji wê Xakûrkê, ji wê ava Lolanê ku plan hate çêkirin, nirxandin û amadekarî li wir hatin çêkirin û li Dihê û Şemzînanê ew amadekarî bûn çalakî. Niha 36 sal şûnde ma ew ê hakîmiyeta xwe mayinde bike, ev xeyal e; dagirkeriya Tirk wek cinawarekî, heywanekî brîndar bûye, lê nemiriye. Çi derbeyên navnetewî nakokiya xwe hene û hêz li gor xwe li hember dagirkeriya Tirk siyasetek dimeşîne, dagirkeriya Tirk hesabên xwe yên li ser Rojhilata Navîn yek bi yek têk diçe, hesabên xwe giştî li ser Daîşê bû, daîş têk çû; niha dixwaze vê valatiyê çawa tijî bike, di nav hewldana vêya de ye, careke li ser Îdlîb, careke li ser Efrîn, careke li Rojhilatê Firat dibêjin, careke li ser Xakûrkê, Parastina Medya bi rastî hemû hêzên xwe ve dixwaze vê valatiyê tije bike, lê em bizanin ku ev êdî çû, dema ku 15 Tebaxê çêbû, li Başûrê Kurdistanê çend kampên biçûk û çend grûbên heval hebûn, lê êdî Başûr, şehîdên me helbet hene, êdî şehîd viyan heye, weke gerîlatî şehîd herêm heye; hezaran şehîdên Başûr hene, di vê xetê de. Êdî welatparêzê ku xwe rêxistinkirî û xwe îlankirî, hêzên parastina Başûr hene ku îro her roj dirûşmeya dagirkerî bimire bilind dikin hene, jê re na dibêjin hene, kesayetên weke Genco hene li hember Daîş şer dikin, hene ew bû sembola berxwedaniyê. Yanî ev tesîra 15 Tebaxê ye, sînora Bakûrê Kurdistanê derbas kir; tesîra wê niha li Rojhilat e, li Ciwanro şehîd Botan e, şehîd Ferhad e; berxwedana li Qendîlê Şehîd Simko ye, li zîndana dagirkeriya Îranê de şehîd Hêmîn, Şehîd Şîrîn e, li Şaho şehîd Tolhildan e. Êdî li Rojava şehîd Xebat e, şehîd Şîlan e, şehîd Hîwa ye, şehîd Huseyin Çawiş e; tenê ev na; di nav gelê Ereb de Ezîz Ereb û bi hezaran şehîdên Ereb yên li hemberê Daîşê şer kirin û şehîd ketin hene. Îro 15 Tebaxê wateya xwe ji bo gel û Rojhilata Navîn çi ye, careke din di nav şerê cihanê yê sêyemîn de, di nav nakokiyên li herêmê hegemonyayên pêş dikevin de 15 Tebaxê biryarbûna xwe ya roja destpêkê, cesareta roja destpêk, aqla roja destpêkê hîn pêşdatir e, xurttir û kûrtir e. Pêşde yên ku li ser axa Kurdistanê hesaban dikin, careke din ew ê li ser Kurdistanê dagirkerî bimeşînin, divê hesabê xwe careke din berçavan derbas bikin. 15 Tebaxê li Kurdistanê rêyeke din vekir; ew jî çi bû? jina ku navê xwe tune ye, kesayet û îradeya xwe tune ye, weke ku navê Kurdistan û Kurd tune ye, çarenûsa xwe weke Kurdistanê ye, lê li heman demê qasî Kurdistanê, qasî gelê Kurdistanê bi azadî û wekheviyê îhtîyaca xwe heye; îrade jina Kurd derxist holê. Îro îradeya jina Kurd sînorê Kurdistanê derbas kir, wa ev ruha bû Zîlan, bû Delal di dawî de jî bû Leyla Guven, bû zehra yanî êdî civakek bi jin û zilamê xwe ve şiyar bûye, zane bûye. Kî dikare careke din vî gelî, vê civakê koletiyê lê ferz bike. Dikarin hesaban bikin, îdîaya xwe ya dagirkeriyê dikarin bimeşînin, lê êdî herkes divê bizane ku li ser vê axê ruhê 15 Tebaxê tê jiyandin, û ev ruhê 15 Tebaxê îro li Rojavayê Kurdistanê civak, avakirina netewa demokratîk; li Bakûrê Kurdistanê ruxmê hemû êrîşan berxwedaneke dîrokî tê raberkirin; li Rojhilatê Kurdistanê hêviyeke mezin heye, li Başûrê Kurdistanê lêgerîna yekîtiyê heye, dijî îxanetê, li hember dagirkeriyê yekîtiya gelê Kurd e, êdî 15 Tebax ev e, dibêjin ku fikrek gihaşt civakê, eger fikreke rast be û dema wexta wê were, kes nikare pêşiya vê bigire, 15 Tebaxê ev çêkir, êdî erk, berpirsiyartî hin mezintir li ser pêşeng, li ser mîlîtanên partî, li ser gerîla, li ser rewşenbîr, hunermend, gel ferz dike, em demekî wisa de dijîn, rastî vê demê kî pêvajoya rast bixwîne, li gor wê xwe rast rêxistin bike, ew ser dikeve; kî pêvajoyê rast nexwîne, li gorî wê xwe rêxistin neke, li gorî wê rêxistin neke, erk û berpirsiyariya demê pêk neyne, bi taybet ji bo me ruhê 15 Tebaxê, ruhê ku bi 14 Tîrmehê ve xwe avakirî, çêkirî û bûye pratîk; li Erûh û şemzînan beramberê dagirkeriya Tirk. Vêya ji bîr bike, ew ê her tişt ji bîr bike, ew ê her tişt wenda bike, em ji ber vê dibêjin bi ruhê 15 Tebaxê, em Rêber APO azad bikin, Kurdistanê azad bikin; dewletên ku li ser Kurdistanê dagirkeriyê dimeşînin, em dikarin demokratîk bikin, em dikarin Rojhilata Navîneke demokratîk pêş bixin. 15 Tebaxê, ruh û salvegera 15 Tebaxê weke emreke vêya dide pêşiya me.