Mîtra Arjîn
Komelgeya jinên azad ê Rojhilat beri çend rojan kampanyayek bi silogana“Li Dijî Tûndûtûji Yekbigre, Têbikoşe û Azad bibe” dest pêkirEv kampanya di vê demê de ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û ji bo jinên Îranê gelek girînge û tam jî di dema xwe de ye. Ji bo civak, ji bo jin peyva “ dijî ” , yanî dijbûn, dijatî û dijî derketin, tê wateya serhildanê, serî rakirinê. Kampanya “li dijî ..tûndûtûjî”…li dijî.. dagirkerî.., li dijî.. qanûnê li ser jin, li dijî desthilatî.., li dijî …zewaca zaroka…, li dijî kuştinê jinan, li dijî hemû cûre zilm û zorên li ser civak û jinan. “YEKBIGRIN, TÊBIKOŞIN Û AZAD BIBIN”
Em jin êdî dizanin ku dema zanabûn xwe naskirin, ketina ferqa xwe pêşbikeve ew hest û helwesta “li dijî” sekn bi me re derdikeve. Bê guman jina ku zanabûn yanî fikra azad bi xwe re avakiriye, wê demê vîna azad jî pêre derdikeve holê. “Xwe bizane”, “xwe nasbike” bingehê hemû zanebûna ye. Ji peyvên yekem yên felsefeyê ne.
Lê em hemû jî dizanin ku dema jin dikeve ferqa xwe û êdî “ LI DIJÎ ” disekine her tişt dest pê dike. Di nav malbatekê de jî, di nav pergalê giştîde jî ku îro moderniteya kapîtalist jin çawa dinêre û dest digre tê zanîn. Ew zanabûn ji ber ku jiyana me bixwe ye. Em dizanin; ku çawa bi çavê cînselî, biyolojiya jinê weke makîneyekê zarokan, weke amûrekê kirîn û firotinê tê mêzekirin. Em dizanin ku; Keda jin – dayik ji kedê nayê hesibandin û her tim tê pelçiqandin. Karên herî zor û zehmet, zarok anîn û mezin kirin, xarin çêkirin, mal paqij kirin, li ber malê bûyîn tenê karên wê tên dîtin. Hetta ji xwe wisa tê pênasekirin ku, ji van erkan pêve tu kar û jiyana wê nîn e ! ji bo vê jî, bi ser jin de qîrkirin, lêdan, qewitandin, û hwd hemû jî cûre yên “TÛNDÛ TÛJI” ye. Ev hemû jî berhemên civaka zayendparêz in.
Jin jî êdî di zanabûn û di ferqa xwe û rolê xwe de ye. Rêber APO dibêje “rastiyê civakê, rastiyên ku hatine înşakirine” ji bo vê jî em çi înşa bikin? em çi avabikin, wê wisa bimeşe. Li hember civaka zayendparêz jiyana jin bi azadiyê honandin di derbarê jin de bi fikra azad û demokratîk tevgerandin pêwîst dike. Yanî bi jiyana wekhev û azad!
Ji bo civakekê, ji bo jinekê dixwaze azadiya xwe bidest bixe li mafê xwe, li nasnameya xwe, li hebûna xwe, li rûmeta xwe xwedî derdikeve divê “TÊBIKOŞE”… ger têkoşîn nebe tû nikarî xwe bigîhînî daxwaziyên xwe. Her tiştekê ku tu dixwazî jê re ked û hewildan lazim e, têkoşîn û berxwedan lazim e. dayîk û dapîrên me dibêjin “Dara xweziyan hişk e” yanî hema li cîhê xwe rûnê û bibêje “xweziya ev, ev pêk bihata”, mixabin û sed mixabin ku pêk nayê. Me ev di rewşa jin ya hezaran salan de dît, me di xweziyên dapîr û dayêkên xwe de dît. Me di êş û azarên jin de, me di xwe de dît û dît….
Lê me dît ku ger tu tekoşîn nekî li berxwe nedî nikarî bi ser bikevî. Nikarî bibî xwediyê tu mafan.! Ew slogana ku ji milê me hemûyan ve tê zanîn “Maf nayê dayîn, maf tê girtin!” ji bo hemû bindestan rastiyê îfade dike lê ji bo jin jî zêdetir rastiyê îfade dike û gelek di cîhê xwe de ye. Ger em ji bo hebûna xwe, ji bo nasnameya xwe têbikoşin û “YEKBIGRIN” em ê xwe bigîhînin armanca xwe.
Yekbûna jin, yekbûna neteweya me, yekgirtin gelek gelek girînge. Pêkvehî, ligelhevbûn tê wateye rêxistinbûna gelekê an rêxistin bûna JIN. Jin a bê rêxistin ne tişt e. Ger ku jin rêxistinkirî be, ger ku jin pêkvebe, yekgirtî be wê bi ser bikeve. Ew dem wê hêz be û dengê wê gur be. Tu kes, an tu pergal jî nikare dengê xwe li hemberê wê derbixe, pêşî lê bigre. Bi taybet di rastiya jina Rojhilatê Kurdistanê de jî yekgirtin û pêkve têkoşîn lazim e. ji ber ku dîroka jina Kurd bi jinên navdar, bi jinên berxwedêr ve dagirtiye. Jina Kurd, jina Rojhilat tu car serê xwe li hember zilm û zora desthilatdaran netewandiye. Xwediya, çanda resen e, xwedî çanda bêrxwedêr e. Em vê di gelek destan û efsaneyan de dibînin û îro jî di berxwedanî û tekoşîna jina ku li hemberê desthilatiya zilam, li hemberê desthilatî û dagirkirina dewletan, li hemberê rejîma sêdare, li hember qanûnên di derbarên jin de hatine dayîn û di gelek hêlan de, jin li ser piya ne û ev zilm, zor ev xuşûnet qebûl nake.
Ji bo vê jî em weke jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê divê zêdetir li vê kampêynan xwedî derbikevin û hemû jî ji bo vê kar bikin. Jina serî hilde jina ku liberxwe bide û jina ku rêxistinkirî be wê bi ser bikeve. Ez bawer dikim ku, bi yekgirtinê em ê di rêya azadiyê de bi serkeftîbin.