Zîaln tanya hevseroka civavaka demokratîk û azada rojhelat a kurdistan,KODAR di reportajek xwe de li gel govara ALTERNATÎV bal kişand ser çend mijarê girîng. Wê gotinê xwe wiha destpê kir ku PJAK û KODAR xwe li ser esasê civaka ekolojîk, demokratîk û azadî ya jin li îran û rojhilatê kurdistanê bi rêxistin kirine. Armanca me ya esasî rizgar kirina civaka îranê li dîktatorî û despotîsma hezaran salîye û her wiha bi hêz kirina hêzên hundurîn û têkoşîn hemberî hêzên dijcivakê yanî sîstema kapîtalîsm û dewlet netewe ye. Em vê yekê bawer dikin ku rê ya gihîştin bi serkeftinê yekîtî û hevgirtinek bi rêxistin kirî ye.

Tanya girîngîya avakirina enîyek demokratîk ya rojhilatê kurdistanê û îranê wiha nirxand, yek ji armancê têkoşîna me bi dest xistina jîyanek sîyasî û exlaqî di hemû qada ne. Ji bo vê jî bingeha kar û xebatê me li nav birina milîgerayî, cînsîyetparêzî, pozîtîvîsm û dîncîtî ye. Tanya berdewam kir azadîya her neteweyek di şert û mercên azad de,bê azadî ya gelên din pêkane nîne ji bo vê pêwîstî bi tekoşîn di enîyên hev beş de heye. Di dîrokê de pir mînak hene ger tevgerek ji mewzî û enîyên hevbeş bê par be, di encam de li hember hêzên dije şoreş û paşverû yê têk biçe.

Tanya da xûya kirin ku projeya PJAKê helwêstê me li hemberî sîstema hejmonîka cîhanî û despotîsma hakim li ser îranê nîşan dide. PJAK her tim li ser esasê muşariket bi hizbên din re pêngavê stratêjîk avêtî û zemînek demokratîk ji bo dîyalogê ava kirî ye.

Tanya di mijara projeya çareserî ku sala derbas bû yî ji alîyê PJAK û KODAR ji bo rizgar kirina gelê îranê ji buhran û qeyranan pêşkeş kiri bû wiha nirxand ku proje ya me tenê projeyek sîyasî, demkurt û taybet ji bo demek dîyar kirî nîne. Me di vê projeyê de çavkanîya hemû pirsgirikê îranê nirxand û rêka çareserî jî pêşkeş kir. Proja me li alîyê civaka îranê hate pêşwazî kirin û pejirandin. Her roj xwestekê civakê radîkaltir dibin û hewl didin sîstema xwe ya alternatîv pêk bînin û di oxira wê de astê têkoşîn û rêxistin kirinê xwe berfireh dikin.

Tanya di dawî de anî ser ziman ku PJAK weke partî ji bo yekîtî di navbera hizbên rojhilatê kurdistan de rola pêşengtî pêk tîne. PJAK astê têkoşîna xwe tenê di nav partîyek de nehêştîn ye belkî sînorên çê kirî derbas kirîye û gihandîye ava kirina sîstem. Damezirandina civaka demokratîk û azad a rojhilatê kurdistanê KODAR îsbata vê rastyê ye. Armanca me ya esasî bi hêz kirina hêzên civakî û rola me ya sereke şikil girtina ev faza sîyasî di civakê de ye.

serçave; ALTIRNATÎV hijmar 73