19 Tebaxê berbanga sibehê dewleta dagirker a Tirka Bakurê Kurdistan û hîn bajarên Tirkan dest avêt li ser gelekî malan û nêzî 500 kesî girt, herweha bi destê Valiyê xweyê mêtîngerve desdanî li ser Rêvebiriya Bjarên Amed, Wan û Mêrdînê. Ev rewşekî destanîna vîna gelê û ne huqukî bîryarekî dagirkerî polîtîke.

Devleta faşîst a Tirk, herweha serokê wê Tayîp Erdxan, hevkarê wê Devlet Bahçelî wek serpêhatiyên xweyê xwîn xwer bê navber Kurdistanê talankarî, dest dirêjî, kuştin û şewitandin berdewamdike. Rewşa dawî destanîna li ser sê rêvebiriyê Bajarên mezin dixweze vîna gelê Kurd bişkêne, gel teslîm bigire, lê gelê Kurd çawa ku Berxwedana xweya bê navber pêşeyên Tayîp Erdoxan şandin sergoyê, bê guman ê Tayîp Erdoxanjî bişîne li sergoyê dîrokê.

Em wek PJAK, di vê êrişa dagirkerî a tirkan bi tundî şermezardikin û emê her qadê de li cem gel xwe ê Bakurê Kurdistanbin. Herweha em dizanin ku ev eriş ne despêke nejî ê dawîbe, lê ji boy van êrişa em têk bibin, gelê xwe Azad bikin, şerê azadiya netewî de her astêde yekitiya netewî pêk anin her demê behtir wek nan av giringtire. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker stratejîya xwe li ser tunebuna gelê Kurde avakiriye, êrişê her deskeftekî gelê Kurd dike, ev êriş Çandiniye, Aboriye, Polîtîke, Surştiyeye, Derûniye û Eskeriye. Di van êrişê xwe xwecehî dimeşîne, heremî dimeşîne û qada cîhanî dimeşîne, ji bervê êrişen tunekirna netewî, seknê giştî netewî nebe em nikarin serkevin, li ser vê bingehê em cardin bang hemu sazî, rêxistinê Kurdistanî û kesayetê vîjdana civakî rewşenbîra dikin da ku demekî zutir ji boy yekitiya netewî çi dikeve li ser şanême em bikin. ev êrişên dawî dikare bibe sedem ku kurd hêza xwe bikin yek u yekitiya  netewî pêk bînin, êrişên faşîzan têk bibin.

Cardin deste serkirina Rêvebiriyê Bajarê Mezin a Amed, Wan û Mêrdînê bi tundî şermezardikin, tekoşîna gelê xwe silavdikin.

Bijî berxwedana gelê Kurdistan

HEVSEROKATIYA PJAK

21 .08 .2019