Komploya bêbext ya 9’ê Cotmehê ji hêla pergala kapîtalîst ve îro dubare li ser gelê Kurd û tevgera azadîxwaziyê hatiye nûkirin. Komploya navnetewî ji hêla netew-dewletên desthilatdar bi serkêşiya Amerîka, Îsraîl, Îngilistan, Almanya, Rûsya û Yûnanistanê Rêber Apo dîl girtin û radestî dewleta faşîst ya Tirkiyê hate kirin. Di vê komployê de hêzên xayîn û hevkar yên Kurd, dewletên kevneşop û statukoparêzên  herêmê jî rola ku dikete ser wan pêk anîn. Di vê komploya ku di sala dawîya sedsala 20’an de rû da, hemû dekûdolap, lîstok û planên qirêj ên sedsalê ketin meriyetê.

Şer û aloziyên li Rojhilata Navîn tenê bi faydeya hêzên desthilatdar, sîstema sermayedar ya qirker û şîrketên wan yên aboriyê ye, ji bo gelên herêmê jî wêranî, hilweşandin, komkujî û tunekirina jiyaneke azad e. Dewletên desthilatdar yên herêmê jî di vê xefika bêbinî de asê dimînin, pergala siyasî û civakî ji hev dike û di warê aborî de qeyranên heyî kûrtir dibe. komplo di esas de xwe li ser vê dide jiyandin, berdewamkirin û xwe bi şerên nû, komkujiyên berfirehtir nû dike.

Ji bo gelê herî aştîxwaz ê cîhanê tune bikin,  ji bo gelê Kurd ji hebûn, ji rûmet û rêxistinbûna xwe dûr bikeve, bibe pêlîstokek ji bo şerên li Rojhilata Navîn û nokeriyê ji hêzên dagirker û desthilatdar re bike, herwiha hemû gelên cîhanê yên niyeta wan ya jîneke azad hebe werin çavtirsandin, komplo pêk anîn. Rêber Apo ev lîstoka qirêj û hovane ya tevnên wê di dirêjahiya dîrokî de hatibû honandin, ji nêzîk ve dît, ew tehlîl kir û ji bo pêşiya vê komployê were girtin, ji bo çerxa hovane ya sîstema kapîtlîst ji vê zêdetir bi şer, xwîn û komkujiyan hebûna xwe nedomîne, pêvajoyeke girîng ya têkoşînê da destpêkirin. Li ber vê roniyê jî bizava azadiyê û gelê Kurd yek çirke ji berxwedanê nesekinîn, bi buhayên giran û bêmînak planên qirêj pûç kirin. 21 sale ku gelê Kurd bênavber di oxira vê yekê de têdikoşe û ne tenê dest ji azadiya xwe berneda, herwiha li Rojavayê Kurdistanê û bi gelên bakûr û Rojhilatê Sûriyê şoreşa pîroz ya mirovahiyê înşa kir, hem nîşan da ku pergaleke din ya jiyanê gengaz e û hem jî dikare pergala desthilatdar û koletiyê ya sermayedariyê were şikandin.  

Îro sîstema kapîtalîst bi serkêşiya Emerîka û Rûsya bi şerên germ, sar û şerên aborî hewl didin hemû cîhanê dubare dagir bikin, jixwe polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn neguheriye û li gor berjewendiyên xwe yên qirêj nêzîk dibin. Hemû taktîk, îtîfaq û pratîka rojane li ser vê ye. Lewre pergalên ji bo sîstema kapîtalîst xeteriyê îfade bike, bi taybet jî hêvî û têkoşînê di nava gel de pêşbixîne, çand û hebûna dîrokî-civakî ya gelan biparêze wek dijminê xwe yê sereke destnîşan dikin. Dîroka nêzîk jî nîşan dide şoreşên gelan ên azadîxwaziyê herî zêde jî rastî êrîş û komployên sîstema kapîtalîst tên. Lewre êrîşên îro berê xwe dane şoreşa demokratîk û azadîxwaziya gelan û jinan ya bakûr û rojhilatê Sûriyê plana heman pergala komploger ya navnetewî ye.

Hevdîtina dawî ya dewleta faşîst ya Tirkiyê, Îran û Rûsya bi rojeva Sûriyê hate lidarxistin û ji cîhanê re peyama çareseriya pirsgirêkên Sûriyê hate dayîn. Lê belê di rûnişta New York ya Neteweyên Yekgirtî de jî Erdoxan plana komkujiya li Rojavayê Kurdistanê, guhertina demografya herêmê û bicihkirina hêzên çete yên DAÎŞ’ê li vê herêmê eşkere kir. Jixwe bi vekişîna hêzên Koalîsyonê li ser sînorê Bakûrê Sûriyê û herwiha tevgera rejîma Sûriyê ya ber bi Minbicê, tevgera leşkerî ya dewleta faşîst ya Tirkiyê li ser sînor jî nîşan dide komploya navnetewî di navbera hêzên desthilatdar ên navnetewî û dewletên kevneşop û dagirker ên herêmî hatiye nûkirin. Ev komplo azadî û hebûna gelê Kurd, şoreşa gelan hedef dike. Lewre ji bo valaderxistina vê komployê gelê me li her derê divê bi ruheke seferbertiyê xwedî li şoreşa xwe derkeve.

Rojhilatê Kurdistanê çawa ku ji bo şikandina çeteyên dewleta Tirkiyê DAÎŞ’ê her kolan bi alên berxwedanê xemilandin, xwedî li berxwedaniyên Kobanê û Efrînê derketin, îro jî divê em bizanibin şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêşeroja gelê Kurd û azadîxwazan e. Bi vê têgihiştinê pêwîste hemû ciwanên Kurd berê xwe bidin refên têkoşînê. Nabe tu kes bêdeng bimîne, ji ber ev metirsî li ser hemû Kurdan û hêviya azadiyê ye. Lewre divê em xwe li beramberî vê komployê bi erka dîrokî ya berxwedaniyê araste bikin. Em vê bizanibin tu hêz nikare li berameberî vîna azadiyê bisekine. Lewre ji bo şikandina komployê bi azweriyeke bilind em israr, îdea û biryardariya xwe ya ji bo şoreşa azadiyê nîşan bidin. Divê eniyên şerê li dijî dagirkeriyê û komployê bi tenê bi Rojavayê Kurdistanê teng nemîne, em her derê ji bo dagirkeriyê bikin goristan, li dijî faşîzm û desthilatdariyê êrîş bikin, berxwedaniyê bigihînin astekê ku şoreşa me ya azadiyê misoger bibe, dawî li pergala komployê were û wiha jî emê bikaribin di welateke azad bi rêbertiya azad Rêber Apo re ji Rojhilata Navîn û cîhanê re meşeleya azadiyê geştir vêxin. Li ser vê bingehê em ji gelê Rojhilatê Kurdistanê, gelên Îranî yên bi nirxên mirovahiyê ve paybendin dixwazin li dijî êrîşan bisekinin û bibin perçeyek ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê û her derê bi dirûşmeya “herder Rojava ye, her der şoreş e, her der berxwedan e” em dawî li dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirkiyê û hevkarên wî bînin.

Çawa ku komploya navnetewî ya 1999’an bi berxwedaniya Rêber Apo dest pêkir, bi têkoşîna “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” gihîşt lûtkeyê û bi şerê fedayî ya tevgera azadiyê û gelên azadîxwaz bê encam bû, heman çarenûsê ji bo dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirkiyê û hevkarên wî dubare bikin.

Bimre Komploya Navnetewî!

Bimre Dagirkerî Û Desthilatdarî!

Bijî Bexwedaniya Gelan!

Bijî Rêber Apo!

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

8/10/2019