Wekî tê zanîn dewleta faşîst û dagirkera tirk di 22.Emin salvegera komploya navnetewî ya ku li beramberî Rêber Apo de hate pêşxistin bi şêwazekî hovane êrîşê bakûr-Rojhilatê Suriye ango xaka rojava kir. Faşîzm,dagirkerî û dijminatiya dewleta tirk dema mijar dibe kurd bi tu awayî sînor nasnake. Dîsa dema mijar dibe gelê Kurd û doza wî ya mafdar hemû cîhan dikare ger û lal bibe û li dijî vê yekê temaşavan bibe. Wekî di dîroka gelê Kurd de hatî jiyankirin dîsa li hemberî hebûn û azadiya gelê Kurd hemû hêzên desthilatdar yek dibin û ji bo destkeftiyên gelê kurd tune bikin her tiştî dikin. Kurd di dîroka xwe de yekem car bi hebûn, ziman,çand û nasnameya xwe û ji bo di beşeke Kurdistanê de bi têkoşîna xwe ya azadiyê gelek destkeftî bidestxistin û tenê bi vê yekê sînordar neman heman demê bi şoreşa Rojava hem jiyana azad,wekhev û mirovperwer ji bo gelê herêmê wekî ereb, tirkmen, suryan û hwd. Pêşxistin hem jî ji bo tevahî cîhanê bûne modela rasteqîne ya jiyana demokratîk û azadîxwaz. Ji ber vê yekê ev şoreş bi qasî ku bû hêviya gelê Kurd û bi keda çar parçê Kurdistanê hate ava kirin heman demê bû hêvîya giştî gelên cihanê yên azadîxwaz ango bû sembola şoreşa enternasyonal ya vê sedsalê. Li dijî faşîzma DAİŞ û çeteyên wekî wê di pêşengtiya jina azad de ev şoreş li tevahî cîhanê deng veda. Di cîhanê de tu şoreş bi qasî vê şoreşê kelecan û hêvî nedan tevahî gelan. Di ronahiya felsefeya Rêber Apo de di nav ewqas êrîş,şer,talankarî, zulumkarî de wekî tavekî ji bo tunekirina hemû tarîtiyan hilhat. Ev şoreş bû şoreşa hemû gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û demokratîk. Bû şoreşa jinan, ciwanan, zarokan û kal û pîran. Temsîliyeta hemû nirxên mirovatî ya ji dîrokê heta roja me ya îro hat kir. Tu şoreş evqasî ruhê mirovahîyê, bawerî , exlaq û vîjdanê neda jîyan kirin. Ji ber ku berdelên di oxira vê şoreşê de hatin dayîn ruhê hemû Kurdistan û gelên azadîxwaz da jîyankirin. Yek ji beşê Kurdistanê ku bi ked û berdelek mezin li vê şoreşê xwedî derket jî Rojhilatê Kurdistanê bû. Bi sedan ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo vê şoreşê can û xwîna xwe dan. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dema şerê Kobanê bi ruhekî seferberî û hestên herî kur yên netewî fedakariyên pir mezin kirin. Îro jî ew roje ku ji wan deman hîn zêdetir dema xwedî derketina li nasname û hebûna xwe ye. Rojava hêviyê tevahî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Em bangawazî ji tevahî ciwan û jinên ciwan yên Rojhilatê Kurdistan dikin eger em îro li Rojava xwedî dernekevin sibe welatek me yê bi navê Kurdistan dibe ku nemîne. Ji ber yê ku îro êrîşê Rojava dike ne tenê dewleta faşist ya tirke hemû hêzên desthilatdar, hegemon û dijminên Kurd in. Niha hemû dijminê gelê me bi kêfxweşiyek mezin piştgirî didin vê dagirkeriyê. Em nebêjin ku ev êrîş tenê li ser rojava ye ev êriş bi navê Kurd û nasnameya Kurd her çi hebe li ser wê ye. Îro qirkirin li ser Rojava tê ferzkirin dibe ku sibe li Rojhilat yan jî li ser Başûr were ferzkirin. Jixwe plana sereke ya van hêzên komploger jî ev e. 22 sal berê ew komploya li ser Rêbertiya me hatî meşandin jî bi vê armancê bû. Jixwe ji ber vê yekê bi taybet ji bo êrîşê jî ev roj hilbijartin. Em ji tevahî ciwanê Rojhilatê Kurdistanê re dibêjin îro dem dema man û nemanêye, ev şer şerê namus,şeref û xîretêye. Çawa ku di têkoşîna azadiyê de ciwanên rojhilatê Kurdistanê bi ruhekî fedaî û netewî tevgeriyabin û di oxira wê de berdel dabin îro jî bi ruhekî fedayî yên hîn bilindtir divê tevlî parastina vê şoreşê bibin. Em banga seferberiyê li tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistan û İran ê dikin. Werin tevlî parastina vê şoreşê bibin. Ne bi tirs bi wêrekiyek mezin hemû kolan û taxan veguherînin qadên serhildanê. Hîç ciwanek divê di mala xwe de li ser karê xwe nemîne. Erkê hemû ciwanan parastina civaka xwe ye parastina gelê xwe û netewê xwe ye. Em nehêlin carek din neyarên me kêfxweş bibin em nehêlin carek din ala me ya pîroz li erdê bikeve. Çawa ku komploya lanetî gelê me têkbir wê van êrîşên hovane faşist dagirker jî têk bibe. Eger em bibin yek ne tenê dewleta faşist ya tirk tu hêz û dewletek çiqas bi hêz jî be nikare xwe li beramberî me rabigre. Ji ber vê îro roja wêrekî û pêşengtiya ciwanên Kurd e, roja serhildan, berxwedan û tolhildana hemû gel û şehîden meye. Têkoşîna me wê serkeve û hemû dijminên gelê Kurd jî wê bi erdê re bibin yek.

Koordinasyona KCR

  11.10.2019