Di serî de em 22 salvegera pîlangeriya navnetevî ya 26 Rêbendana 1377 (15 Sibata 1999) li hember Rêber APO hatî meşandin lenet dikin, komplogeran bi kîndarî şermezar û mehkum dikin. Herweiha didin diyar kirin ku pîlangeran tişta ku bi dîlgirtina Rêber APO re armanc kiribûn, têkoşîn û çalakiyên  ku bi rihê şehîdên bi dirûşma Kes Nikare Roja Me Tarî Bike vala derket. Hêzên ku bi pêkanîna pîlangeriya navnetewî hewl dan gele kurd ji rûpelên dîrokê rakin, ev yek hesab nekirin ku gel Kurd tucar dest ji azadiya xwe û azadiya rêbertiya xwe ber nade.

Hêzên sermayedarê cîhanî, serdest û dijminê civak û gelê bindest bi pîlan û pîlangeriyê tenê  Rêber APO armanc negirtin. Di serî de gel kurd û tevgera azadiya kurd, hemû gelên azadîxwaz, tevger û kesayetên demokrat, sosyalîst hatin hedef girtin. Rêbertî ji bo sîstema modernîteya sermayedar û dewlet-netewe astengî û metirsiya herî mezin e. Dewlet, hêzên serdest, hevkarên wan ji felsefeya Rêber APO ya ku pergala sermayedar, statûkuparêz hilweşîne, ketibûn nava metirsiyek mezin. Di hemû cîhanê de ji dost û dijminê gele kurd û tevgerên azadiyê yê gelê kurd re hatiye îspat kirin alternatîfa herî bi hêz ya sîstema demokratik û azadiya gelên bindest projerya Rêber APO ya konfederalîzma demokratik û siyaseta xeta sêyemîne. Îrada ku li hember hemû êrişên dagirkeriy dewleta dagirkeriya li herçar beşên kurdistinê de berxwedide bîrdozî, felsefe û rihê APOGERIYE. Bo vê jî di serî de gele kurd hemû gel û tevgerên azadîxwazên cîhanê di vê baweriyê dene ku ji bi davî buna şer û aloziyên di rojhilata navîn û cîhanê de bi azadiya Rêber APO re pêkan e.

Hemû hêzên nav-netewî ku di plangeriya Rêbertî bi dewletên menteqê bûne yek îro dîsan heman plangeriyê bi hevre di şexsê Rêbertî de bi ser gele kurd de bi rêve dibin. Hemû deskeftiyên ku tevgera azadiyê û civaka kur dli ser xeta bîrdozî û xesta siyasî ya sêyem bi îtîfaqa gelan bi dest xistiye dîsa dixwazin tine bikin, bê vîn û sîstem bikin û çawa bixwazin bi rêve bibin. Tecrîda girankirî û pêyvendiya Rêbertiya me bi dervere qut kirin beşek ji vê plangeriyê ye. Êrişên dagirkeriyê yê li ser Başûr û Bakur û Rojava yê Surî îtîfaqa faşist ya AKP û MHP beşej ji vê yekê ye. Îro qierkirinek siyasî û çandî li her çar beşên kurdistinê ku bi zihniyeta hêzên komploger bi rêve diçe dîsa negihiştiy armanca xwe.

 Dewleta Îranê ku bi kiryarên xwe yê dij-mirovahiyê li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, xwedî dîrokeke reş e; bi taybet bi êrişên hovane ku di 3’ê Isfenda sala 1377’an li beramberî gelê me yê ku li dijî plangeriya nav-devnetevî  bi ruhê netewî di nav berxwedanê de bû, nîşan da ku beşek ji vê pîlangeriya qirêj e. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi têgihiştineke bilind a di têkoşîna azadiyê de û ruhê welatparêziyê li dijî plangeriyê serî rakir û pir bedelên giranbuha jî da. Ev jî ji bo Rojhilatê Kurdistanê bû destpêkeke nû ya pêşxistina têkoşîna azadî û gihîştina mafên xwe yên rewa. Bi sedan ciwanên Kurd, keç û xortên leheng jî berê xwe dane refên têkoşîna azadiyê û ev yek jî hîmê rêxistinbûna partiya me PJAK’ê da avakirin. PJAK di esas de bi ruhê berxwedanya 26’ê Rêbendanê xwe kire rêxistin û bû dengê daxwaziyên azadiyê ya gelê me. Li ser vê bingehê em di şexsê şehîdên ku li Rojhilatê Kurdistanê bûne xelekek li dora Rêber Apo, hemû şehîdên ku bi diruşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” bedena xwe kirin mertalek ji agir, bi bîr tînin û sonda pêkanîna xeyalên wan a azadiya Rêber APO dûbare dikin.

piştî derbasbûna 21 sal bi ser vê plangeriya qirêj û bêbext hîna jî planên li dijî Rêbertiya me û gelê me dewam dike. Bi taybet tecrîda şidandî ya Îmraliyê, israra hêzên dagirker û kopmloger ya di tunekirina hebûn û daxwazên azadiyê ya gelê me îfade dike. Lewre em ji gelê xwe yê li Rojhilat û derveyê welat, hemû gelên azadîxwaz ên Îranî û kesayetên demokratîkxwaz û sosyalîst dixwazin ku 26’ê Rêbendana îsal bi ruhê sala 1377’an pêşwazî bikin. Îro jî pêwîste li beramberî tecrîda dij-mirovahiyê tu kes bêhelwest nemîne û bi diruşma “tecrîdê bişkîne, Rêbertî azad bike” ji hêzên pîlanger hesab were xwestin. Weke PJAK ku me tekoşîna xwe bi fkir û felsefeya Rêber APO li rojhilatê kurdistin dest pêkir, ji bo vê jî xebata me ji bo şikandina tecrîd û azadiya Rêbertî ya serke be. emê têkoşîna xwe bi vê armanca pîroz tacîdar bikin. ji gelê xwe jî dixwazin ku bi vê perspektîfa şoreşgerî, berteka xwe li beramberî komplogeran û tecrîda şidandî raber bikin.

MECLîSA PJAK

2020-02-14