Avakirina Dewleta qirker û dagirker,Kuştina Elbagdadi û Sersûç Girtina Tayyip Erdogan

Avakirina Dewleta qirker û dagirker,Kuştina Elbagdadi û Sersûç Girtina Tayyip Erdogan

Çalak ciwanro

Sibê salvegera 96.avakirina dewleta Tirk a qirker û dagirkere. Dewleta qirker û dagirker îcazeya xwe avakirinê ji konferansa navnetewî a lozan’ê girt. Di konferansa lozanê de, netewa kurd û welatê Kurdistanê hat înkarkirin. Serkêşîya vê jî dewleta emperyalîst a îngilîz û Firansa kirin. Hem netew û welat hate  inkarkirin,hem jî hat parçekirin lê di belgeyên konferansêda ne navê Kurd he nave kurdistanê derbasbû. Dewleta tirk a dagirker û qirker li ser van esasan hat avakirin.Temsîlcîyê delegasyona tirkan,Îsmet İnönü û RIza Nûr, ji bo Kurd bi tu avayî nayên qebûl kirin pir pazariye qirêj kirin. Di biranînê xweda pir pesnê xwe didin. 29ê Cotmeha 1923 bi vî avayi li ser esasê tune kirina gelê Kurd hat avakirin.Yanî li ser bingehê “yek dewlet,yek millet,yek ziman,yek çand û yek al” hat avakirin. Îro jî dixwazin qirkirinê êdi bi encam bikin. Lozan di heman demê dîzayn kirina rojhilata navîn bû. dewleta tirk îro jî bi destekên hêzên hêgemonîk dixwaze qirkirina Kurdan bi encam bike. derfetên şerê cîhanê sêyem da dixwaze împaratorîya Osmanî ya nû zindî bike. Lê pêşiyê xwe Kurdên berxwedêr asteng dibîne û dixwaze wan ji holê rake û xewnên xwe pêk bîne. Zihnîyet bi kûranîya xwe didome. êrişa li ser Rêber APO,êrişa li ser Bakûr,Başûr wateya xwe eve. êrişa li ser Rojava jî bu lûtke.

27ê Cotmehê, Ebûbekir Elbagdadî hate kuştin kû yek ji Kujerê gelan bû.Yê ku êş û eziyeta herî mezin ji destê Ebubekir Elbagdadi dit,du gel bun.Gelên Kurd û gelê Erep.Taybet Êzidxan bi qirkirineki mezin ve rûbirû ma. Bêguman gelên cîhanê yên din jî êş dîtin.Lê tu gel bi vî rengî êş nedîtin.

Cîhan ji Ebûbekir  Elbagdadi xelas bû dikare kêfxweş bibe.Taybet êzidxan, gelên Kurd û Ereb,sûryan,asûrî, ermenî, keldanî dikarin kefxweş bibin. Ji ber di astekî da tolek hate girtin. Lê em bizanibin ku tola muhatabê mezin Tayyip Erdoğan’e û dagirkeriya Tirke. Heya ku dad kirinekî li ser DAİŞ û hevkarê wê yê herî mezin û sadiq Tayyip Erdoğan-Devlet bahçelî çênebe, tol girtin nayê hesibandin. Kêfxweşî yê nîvco bimîne.

Gelan cejnên xilas bûn ji DAİŞ’ê, rizgar kirina Kobanê, Êzidxan,Raqa,Mûsil û bi rizgar kirina Baxozê pîroz kir.  Di rizgar kirina Kurdistan,welatên rojhilata navîn,taybet jin Ji destên dagirkeriya çeteyên DAİŞê rol û mîsyona hereketa APO’yî esas bû.Taybet Jinên kurd destpêkê destan nivîsandin.

Yekemîn berxwedana Serêkanîyê da, li hember dagirkerîya Cephetûl Nûsra û grubê çeteyên din hêvîyek mezin ava kir. Bi rizgar kirina Serêkanîyê da li hember çeteyan gelê me û gelên din yên ku li Rojava û Sûriye jîyan dikin bawerîya xwe bi serkeftinê çêbu. Bedelê xwe jî bi hezaran şehît û deh hezaran birindar dan. Taybet li Başûrê Kurdistanê û di tevahîya Iraq’ê de artêş, gêrilayên azadîya Kurdistan’ê û pêşmerge di têkilîyek rast de rolek mezin lîstin.

Di bin xistina DAİŞ’de rolekî hêzên koalîsyona dij DAİŞ roleki xweyî girîng çêbû. Em naxazin hûrguliyê wahşeta DAİŞ serçete El-Bagdadi bi dirêji li ser bisekinin. Ji bo vê têra xwe pirtûk, belgefîlm,kovar,arşivên rojnemeyan û îtirafên çeteyên DAİŞ’ê bi zêdeyî hene. Armanca vê nivisê ne evin. Armanc ne analîzeki DAİŞ an jî çîroka kuştina serçeteyê DAİŞ’ê ye jî. Armanca vê nivisê tiştek dine.

Di encamda bi operasyonek taybet a ABD û QSDê kujerê mezin,Elbagdadi hat cezakirin.

Roja ewilda hereketa azadîya Kurdistanê iddîaya xwe ev bu: DAİŞ û Dewleta Tirk yekin.Têkîliyê taybet Tayyip Erdoğan û Ebûbekir Bagdadi heye. Gelek tişt ji bo ku va iddîa were îspat kirin, hat gotin. Lê di serîde dagirkeriya tirk, şefên faşîst yê mezin Tayyip Erdogan, AKP,medya wan ev bi tundî red dikirin.Yên ku van tiştan digotin bi haviyeki bêdeng dikirin. Pir hesab-adresên li ser medya mecazi dihatin girtin an jî ku karîbin xwe bighînin van dihatin girtin.

Dagirkerîya tirk, taybet Serok Çeteyê heri mezin,qirkerê gelê Kurd  tayyip Erdoğan xwe pêşengê şer û berxwedana dij DAİŞê îlan kirin. çîrokê derew tên gotin.

Dibêjin rasti  berxwedêre. Roj bi herîyê nayê sivax kirin. Êdi tir di çuvalanda hil nayên.

Serokçete Tayyip Erdogan ji bo şoreşa Rojava têk bibe çi ji destê hat, kir. Bi rêzê çeteyên arteşa azad,Cephetûl Nûsra,paşê jî çeteyên DAİŞ li hember şoreşê bi her awayî destek kir. Lê nikarîbû hem pêşiye şoreşê bigire,hem jî birûxîne. Ji van rastîyan şûnde, xwe geh davet ber lingê Rûsan, geh lingên Amerikîyan dikir.Tavîzên mezin didan van dewletan,bazarên qirêj meşand.

Di raya gîştî re jî digot,”ji ber terorîstên PKK-PYD, YPG-YPJ-QSD,Tirkîye di metirsîyê deye. Em mûsade nadin ku Kurd bibin xwedî statû. Hebûna rêveberîya Kurdan ji Tirkîyê re metirsiye. Emê misoger vana ji holê rabikin. Ji ber ku terorîstin”.Gelek tiştên di van çerçova û watayan de her roj bi lêv dikirin

Ku şoreşa Rojava destpêkirî  heya Ku dijminê gelan êrişê Efrînê kir tu çalaki li hember dagirkerîya tirk çênebûn. Ruxmê ku dagirkerîya tirk li cizîra botan bi sedan insanên kurd dişewitand,tu çalakî li hember dewleta tirk ya qirker çênebû. Cardin jî Tayyip Erdogan,li pêşiya xwe asteng û ji bo xwe metirsî dibîne. Hemû jî îddîayê bê bingehin.Ya din ji heya 2016 jî gelek caran asta herî jorda hikûmeta AKP ya qirker,hevdîtin bi rayedarên şoreşa Rojava ra dikirin. Ewne hemû rastine û belgeyen van hene.Yê ku hevdîtin dikirin piranî jî hîn saxin.

Di êrişê ku roja 9ê cothemê li ser bakûr-rojhilatê sûrîyê kirin armanc ev bû kû QSD 32 km ji sînor dûr bikeve. Di bin çavdêrî û kontrola dewleta dagirkerde heremekî ewle were avakirin. Ji bo van îddîayê vala,dixwaze watayê vê qirkirinê li ser gelê me bisepîne. Heya îro di encama van êrîşanda 300 hezar însan koçber bu. 30 zarok şehît bu,700 însanê medenî, jin, mêr,kal û pîr birîndar bû. Gelek tavanên şer li ber kamêrayan pêk anîn. Carekî bi YDE careki jî bi Rûsya ra îttifaq çêkir.

Tam di vê demêde roja 27’ê cotmehê de serçeteyê DAİŞ, El-bagdadi hat kuştin. Lê pewîst dike ku em li ser kuştina qatilê mezin hîn pirsên esasi bikin?

El-bagdadi li kuderê hate kuştin? Cîhê ku lê hatîye kuştin di bin kontrola kîjan hêzêdê bû? Li ser çi esasi El-bagdadi hatîye wêdere?

El-Bagdadi  li İdlip hatîye kuştin. Li Gundekî İdlibê,nêzi sînorê  dewleta Tirk ya qirker jîyan dikir. Navê gund Barişa’ye. Ew gund wek barageheki dagirkerîya tirke. Li İdlibe 12 baragehên tirk hene. Di kontrol kirina idlip de roleki esasî yê Tirkan heye. Hemû çeteyên li İdlibê kombûne hemû jî taybet 2-3 salên dawî di bin kontrolê tirkan de hatine idlibê. Çeteyên Heleb,yên herdû Guta û ye cîhê din ku dema bin diketin dihatin İdlibê û Diketin bin kontrola dewleta tirk.Ver xûya dike kû DAİŞ jî bi vî rengî ketîye bin kontrola Dewleta tirk. Serok çeteyê DAİŞ’ê jî hatîye idlibê ku di bin kontrola dewleta tirk deye,

Ev çi xûya dike? êdi kes nikare vê rastîye şêlû bike an jî ser bigre.Têkilîye DAİŞ û serçete E.Elbagdadi û Tayyip Erdogan  jî zanabûn an taxmînan zêdetir,kûrtir û xurtire. Cîhê ku serçete lê hatîye kuştin di wateya esasî de ser sûç hate girtin.

Esas Serçeteyê DAİŞ Tayyip Erdogan Ji bo hêzên QSD- dibêje pêwîste 32 km ji sînor dûr bikeve, ku dûr nekeve emê bi zorê dûr bixin, lê birayê xwe Ebûbekir El-bagdadi ji di ber sinorê xwe xwedî dike.

Berdevkê DAİŞê Ebû hesen elmuhacir  Jî li Cereblus cardin hêzên QSDê û Amerîka bi operosyonekî hevbeş hat cezakirin. Cereblus kudere,ser sinore.Yani noqteya sifir. ji 2011 virde cerablus di bin kontrola çeteyan deye. Ew çete hemû bi dewleta tirk ve girêdayî bûn. Ji vê şûnda DAİŞ bixwe li cereblus bu desthilat. ji 2016’dan şûnde ji dîrekt di bin kontrola dagirkerîya tirkande ye. Wê demê ew jî tesadufe?

êdi çend serkirdê û lîderên daiş di bin kontrola hikûmeta AKP’êdene hîn kes tam nizane. Çend kes cereblus,bab,ezaz,Efrîn û îdlibêdene, çend kes şandin lîbya, Avrûpa an cihên din, çend kes derbasê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê kirin?

Tam 5 salin binavê DAİŞ li ser kurdan,Ereban,êzîdîyan,sûryanî,asûrî,keldanî,turkmen,avrûpî,amêrîkî hwd li ser gel û bawerîyan êrişên mezin çêbûn. Gelek goristanê kû DAİŞ kujerê însanê wê ye der dikevin. Her roj goristanê nû derdikeve. ewqas sûç hatine kirin.

Yê ku van sûçan dikin li pêş perdeye da DAİŞ’e. Lîderê aşkere jî dîyare.Yê ku van sûçan dikin diparêze, destekê maddi-manevi-leşkeri-îstixbarî dide jî hene. Em niha ver qebul bikin. Lê niha ewne êdi ne îddîane,delîlê rastin û berçavane.

Ewqas sûç li hember gelan, jin û zarokan hatin kirin. Ewqas talan hatin kirin.Yê kû dikin aşkerene,lê yê ku bi her awayî piştgirî dikirin ji,wek qerargehekî weşartî kar dikir rêveberîya dagirkerîya tirk,yanê hikûmeta AKP-MHP,artêş,asayîş,MİT hwd pêwiste hemû alîkarên van tavanan werin dad kirin. Li mehkemeyê sûçên dij mirovatîyê, li ser esasê alîkariya qirkirinê kirin, sûcê şer werin dad kirin.

Mirovatî nikare ev alîkarê ebûbekir Elbagdadi Tayyip Erdogan re jîyan bike. Mirovatî, DAİŞîyên ku li ser kar Tayyip Erdogan-Devlet bahçelî û Hakan Fîdan-Hûlûsi Akar-Mevlût çavûşoğlû û Suleyman Soylû nikare qabul bike. Cîhê van kesan û kesên din ne rêvebirina gelane, cîhê van destpêk mehkeme paşê jî hepisxane ye. Ji ber E.Elbagdadi û DAİŞ di bin per û baskên dewleta tirkde mezin bûn û Ebû Bekir elbagdadî heya nefesa xweya dawî jî di bin garanturîya Tayyip Erdogan da jîyan kir û niha jî li bakûr û rojhilatê sûrîyê de di bin navê herêma ewleda li hember gelen kurd sûcên qirkirinê pêşdixe. Pêwist dike ji îro şûnda ku eger bi rastî mirovatî yê li şoreşa rojava û gelê kurd xwedî derbikevin, pêwiste daxwaza derketina dagirkerîya tirk demildest ji hemû cîhê ku dagir kir i pêşbixin. dewletên ku li dijî DAİŞ koalîsyon çêkirin jî, êdi dest ji demogojîyan berdin, biryara dadkirina tayyip erdogan têxin rojeva xwe. Le gava yekem, pêwiste herêmekî ku teyarê tirkan nikare bifire bikin armanc. 2 Mijdarê roja Rojava a Cihanê bi van daxwazan were pêşwazî kirin.

بابەتی پەیوەندیدار