Bi berxwedan û rêxistinbûnê dawî li zihniyeta komkujiyê tînin

Bi berxwedan û rêxistinbûnê dawî li zihniyeta komkujiyê tînin

Zihniyeta ku bi dagirkerî, komkujî û talanê hewl dide gelan û civakan bindest bike û wiha pergala xwe saz bike, bi her awayekê mehkûmê têkçûnê ye. Li ser vê bingehê di serî de em hemû jin, zarok, kal, ciwan û kesên ku di komkujiya hovane ya sala 2014’an 3’ê Tebaxê ji hêla çeteyên DAIŞ û hevkarên wî ve hatin qetilkirin, herwiha şehîdên gundê Zergelê ku di encama topbarana balafirên dewleta faşîst ya Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku çawa ku di dîrokê de gelê me ji her awayê dagirkerî, talan û komkujiyê re bersiv daye, îro jî dê bi heman rengî bi berzkirina berxwedan û rêxistinbûnê dawî li vê zihniyetê û hemû paşmayiyên wê bîne.
Komkujiya 3’ê Tebaxê ji bo dîroka mirovahiyê deqeye reş ya ku nayê jibîrkirin e, di komkujiyê de hewl hate dayîn ku gelek, çandeke kevnar û nirxên herî pîroz ê mirovahiyê ji holê were rakirin. Yek ji baweriya ku rehên wê ji çanda herî kevn ya vê axê tê, çanda ku xwe li beramberî hemû tofan û bawelîskên êrîşan parastibû, dubare bi şêweyeke herî bê-exlaqî rastê êrîşan hat. bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin, zarok û ciwan jî dîl hatin girtin. Jinên Êzidî di bazarên wek serdema koletiyê de hatin firotin û li wan tecawuz hate kirin. Di esas de di kesayeta jina Kurd ya Êzidî de peyama îmhekirina çand- exlaq û kevneşopiya gelê Kurd hate dayîn.
Bêguman komkujiya Şengalê ji bo gelê me bi qasî ku biêş û dilazar e, bi heman awayî jî divê jê ezmûnên dîrokî werin wergirtin. Ji ber pir eşkereye ku bi taybet di serdema kapîtalîzma hov de gel, bawerî û civakên ku ji amûrên prastinê bêpar in, bi metirsiyên curbecur re rûbirû dimînin. Lewre divê parastina rewa bibe yek ji jênevegerên bingehîn. Xiyaneta ku ji hêla PDK li beramberî gelê Kurd ê li Şengealê pêk anîn jî di heman astê de divê neyê jibîrkirin û mehkûmkirin. Ji ber bi qasî ku DAIŞ tewanbarê vê komkujiyê ye, PDK jî bi neparastina gel û reva li ber çeteyan tewanbar e û divê ku ji hêla dadgeha gel û wîjandê mirovahiyê ve were darizandin.
Komkujiya Şengalê ger ku bi encam nebû û pêşî lê hate girtin, hêz, bawerî, berxwedana 12 rêhevalên leheng ên HPG-YJA Star û mudaxeyleya şoreşgerî ya YPG-YPJ’ê ku korîdora însanî vekirin e. Derwêş û Edûleyên hemdem li beramberî hovîtiya çeteyan û xiyaneta PDK’ê sekna berxwedêr û şoreşger, zihniyeta azadîxwaziya gelan temsîl dikin. Lehengên ji Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi ruheke netewî û welatparêzî ya bilind ev êrîş şikandin. Lewre hemû şervanên ku bedena xwe kirin sîper û pêşiya hovîtiya serdemê sekinîn, divê wek abîdeyên mirovahiyê tucar neyên jibîrkirin û bi rêzdarî werin bîranîn. Li ser mîrasê bi sedan şehîdên azadkirina Şengelê, niha gelê me yê Êzidî bi rêxistinbûneke berfireh, ji hêlekê ve birînên komkujiyê dipêçe, ji wê jî girîngtir hêza xwe ya prastinê ango rêxistinbûna xwe ya siyasî, civakî, çandî, aborî û leşkerî pêş dixîne. Ev pêvajo ji bo gelê me yê Êzidî dikare wek pêvajoya jinûve zayîn û vejînê jî were pênasekirin. Ji ber di demekê ku bi her şêweyî bêçare û bê parastin bû, niha gihîştiye zihniyet, vîn û baweriya ku li dijî her cure êrîşan li ber xwe bide, bi taybet jî pergala xwe ya xweser birêxistin bike. Ev jî bersiva herî dîrokî û di cih de ya ji zihniyeta komkujiyê re ye. Di serî de jî berxwedana jinên Êzidî di 3’ê Adarê ku li dijî çeteyên PDK’ê rawestiyan û destûr nedan ku dubare komkujiyeke din li ser wan pêk bê, nîşana vejîna jinê û gelê me yê Êzidî ye.
Ji vir pê ve jî divê gelê me yê Êzidî û hemû gelê Kurd li her derê, komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê, bi hemû hokar û sedemên wê ve tehlîl bike, herwiha ji bo pêşîgirtin û dubarenebûna rewşeke wiha xwe bi zanebûneke mezin birêxistin bike, di serî de ewlekarî, lê di tevahiya qadên jiyanê de xwe birêxistin û pergala xwe ya xweser û demokratîk saz bike. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî ku di pêvajoya Şengalê û Kobanê bi piştgiriyeke mezin û ruhê netewî tevgeriya, bi vê ferasetê, asta rêxistinbûna xwe berfirehtir bike û di vê pêvajoya ku rewşa herêmê her diçe aloztir dibe, ji her hêlî ve xwe amade û araste bike. Sekna berxwedêr û rêxistinbûyî li her parçeyê Kurdistanê rêbaza herî rast ya astengkirina zihniyet û pergalên komkujiyê ye.
Komkujiya ku 1’ê Tebaxa sala 2015’an li gundê Zergelê ji hêla dewleta Tirkiyê ya faşîst ve pêk hat jî tu ferqeke wê ji zihniyeta DAIŞ’ê tune ye. Di encama vê komkujiyê de welatparêz û dilsozê doza azadiyê Necîb ji Rojhilatê Kurdistanê û çend ji welatparêzên niştecihên gund şehîd bûn. Çeteyên AKP-DAIŞ li her derê gelan hedef digirin û bi taybet li cihê ku jiyaneke azad û wekhev lê hebe, êrîşên dijawer dikin dikin.
Şehîd Necîb ku ji ber zilm û zordestiya dewleta Îranê neçar mabû ku ji Rojhilatê Kurdistanê koçê Başûrê Kurdistanê bike, li herêma Qendîlê hêlîna gerîlla bi cih bibû û xebateke girîng ji bo têkoşîna azadiya gelê Rojhilat dimeşand. Di demekê ku dewleta Tirk bi êrîşên hewayî dixwest Qendîlê çol bike, wî jî wek hemû niştecihên Qendîlê, diyar kir ku dê kela berxwedanê neterikîne. Em di kesayeta wî de hemû şehîdên Zergelê bi bîr tînin û diyar dikin kir wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK’ê dê tolhildana me ji komkujiya Şengal û Zergelê re, berzkirina rêxistinbûn û gihîştina welateke azad û demokratîk be.
BIJÎ BWERXWEDANA ŞENGALÊ!
Meclîsa PJAK’ê
2017-08-02

بابەتی پەیوەندیدار