Bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor, bi zanyarî û hozantiyeke mezin dibe

Bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor, bi zanyarî û hozantiyeke mezin dibe

— ABDULLAH ÖCALAN

Ez divê eşkere diyar bikim ku ez analîzên cinsparêz ên civakî, pozitîvîst dibînim. Ez yeqîn nakim ku em karibin bi nêzîkatiyên objektîv ên seresere û çor jinê analîz û çareser bikin. Nexasim em bi şîfreyên koletiyê yên dawerivandine hinavên jinê nizanin. Ez yeqîn dikim ku pirr zêde bi zêhniyeta fallus-vajînayê hatiye kirin û ev zêhniyet qabîliyetên din ên mirovî kotrimî dike. Di vê babetê de nuqteya balê dikişîne ew e, di cîhana nebat û heywanan hemûyan de diyardeya têkiliya cinsî ya şêwe, dem û fonksiyona xwe ya diyar heye, li cem cinsê mirov ev şêwe, dem û fonksiyon ketiye rewşekê ku zêde hatiye dejenerekirin. Ji sedî sed diyar e ku çavkaniya dejenerebûnê civakî ye. Ya rastî, mirov dikare bibêje; bi derketin û giştîbûna pirsgirêka civakî (zordestî û mêtinkarî) bi pêş ketiye. Ji ber ku civaka dayikê ji her alî ve ji hev hatiye xistin, pirsgirêka jinê pirsgirêka sereke ya civakê ye. Ji bo terîfeke rast, bi vî awayî destnîşankirina pirsgirêkê hewce ye.Di mijara jinê de mirov dikare li egoîstî û çavkoriya zilam weke diyardeyeke rojane, her saetê çav bidêre. Di vê babetê de zilamê ji her tebeqeya civakî, bêyî ku rêzikeke huquqî û exlaqî nas bike, çavê xwe namiçîne dikuje, qetil dike. Ma kesê xwedî wijdan dikare vê rastiyê nebîne. Helwestên bi vî rengî jî pirranî li ser navê eşqê têne nîşandan. Ji ber ku têkiliya eşqê bi heqîqetê re kêm zêde hatiye şîrovekirin, yekser wê bê fêhmkirin ku vegotineke bi vî rengî dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi jî di ya nebatan de û heta di cîhana fizikî ya em weke ‘bêcan’ bi nav dikin de ti kirdareke dibe mijara eşqê, nakeve nava hewldaneke bi vî rengî. Herçiqasî hin jirêderketinên hê nehatine analîzkirin bêne dîditin jî eşkere ye ku li cem cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên bi vî rengî, gelekî cuda ne. Berê pêşî divê mirov têkiliya van kuştin û cinayetan bi serwerî û mêtinkariyê re weke yek ji xusûsên sereke destnîşan bike.Pirsa bingehîn a divê bê kirin ev e, zilam çima di mijara jinê de evqasî hesûd, çavnebar, tehekumkar û kujer e, çima tevahiya bîstûçar saetên rojê ji rewşa xwe ya destavêtinê nagere. Bêguman destavêtin û tehekum têgînên îstîsmarê yên civakî ne. Rengê civakî ya diqewime îfade dike, hiyerarşî zêdetir bavikparêziyê û desthilatdariyê bi bîr dixin. Maneyeke wê ya din a kûrtir, xiyaneta li hemberî jiyanê îfade dike. Girêdana pirralî ya jinê bi jiyanê re dikare helwesta cinsiyetparêziya civakî ya zilam zelal bike. Cinisiyetparêziya civakî, bwqasî handina ‘agahî-zanîna muqe, din e:ke. Lê min şeveq avêtin nebihîstiye, gelo mumkin e tu berbang avûtinêi bandora cinsiyetparêziya diqedîne û kor dike jidestdana dewlemendiya jiyanê, helwesta bi hêrs, tecawizkar û hakim a ev yek dibe wqasî handina ‘agahî-zanîna muqe, din e:ke. Lê min şeveq avêtin nebihîstiye, gelo mumkin e tu berbang avûtinêsedema wê, îfade dike. Têkiliya xerîze û ajoya cinsî bi domdariya jiyanê re eşkere ye. Lê mirov nikare bibîne ku ti zindî û ruhber bîstûçar saetan ji aliyê cinsî ve dewamî birçîye û xwediyê vê zêhniyetê ye. Eşkere ye ku jiyan bi tenê ji têkiliya cinsî pêk nayê. Berevajî, mirov dikare bibêje têkiliya cinsî bi awayekî kêliya mirinê ye, ya rastî li dijî mirinê pêngaveke kujer a jiyanê ye. Ango mane ev e; çalakiya cinsî çiqasî zêde be, ewqasî jiyan ji dest tê dayîn.Ez nabêjim çalakiya cinsî bi tevahî kujer e. Îdeala bêserûbinî ya jiyanê jî di nava xwe de hildigire. Lê ev îdeal, jiyan bi xwe nîne. Berevajî, li dijî tirsa mirinê tevdîrek e ku mirov dikare bibêje zêde qîmeta xwe ya heqîqetê nîne. Mirov dikare vegotinê welê zelal bike: Gelo dubareyên xelekên jiyanê girîng in, yan jî weke tekxelek ew bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya tektam hat îfadekirin, dubarebûna bêserûbinî ya xelekê zêde maneyê di nava xwe de nahewîne. Eger bihewîne jî ev ji hewcedariya xwe gihandina ‘agahî-zanîna mutleq’ e. Di vê rewşê de xelek çiqasî xwe baş nas bikin, pêdiviya bi agahiya mutleq jî wê ewqasî hatibe tedarikkirin, hingê jî xelek ango zêdebûna cinsî zêde qîmet û maneya xwe namîne.

Ji van nirxandinên kurt encama mirov dikare derxe ew e ku ji dema dayikî û vir ve, jin bi awayekî sîstemîk û sazî bi mêtinkarî û zordestiyeke civakî re rûbirû bûye. Koletiya jinê bi qasî ku bi ti şêweyê koletiyê re mirov nikaribe bide berhev, tevlîhev û heyatî ye. Di nava dîroka şaristaniyê de bazarên koleyan ên jinê, cariyetî û saziyên hareman belkî hinekî diyardeyê nîşan bidin. Lê kirinên modernîteya kapîtalîst li ser jinê ewqasî zêdebûne, hed û hesabê xwe nînin. Ti şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê bi jinê nelîstiye û îstîsmara xwe li ser bi sazî nekiriye. Diyarde ewçend hatiye îstîsmarkirin, pirraniya jinan kirinên ew xistine rewşên herî rezîlane, weke xisletên bingehîn ên nasnameya jinê nîşan didin. Ne tenê ev, dekûdolab li ser serê wê tê gerandin û ew xwe weke parçeyekî destê vê dekûdolabê digerîne, qebûl dike û ew wer ketiye dest, ji gerandina vê dekûdolabê ti fikarê nake. Em bi tenê behsa mêtinkarî û zordestiyeke diyardeyî nakin. Koletiyeke dawerivandine her şaneyên jiyanê, weke şêweyên deng, reng, beden û zêhniyetê bêxem û fikar bi dilê xwe pêşkêş dike. Hay ji xwe nîne têkiliya xwe ya bi heqîqeta civakî re ji dest daye û kirine ku bi tenê jiyaneke li ser dikê tê lîstin be. Ya rastî, vê îmkanê jî nabîne. Ji bo bidestxistina heqîqet û rûmeta jiyanê, ji hev belavkirina mija li dora jinê, bi tevahî girîngiya xwe diparêze.

Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê eşkere ye ku bi jineke evçend hatiye xistin jî jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin. Jiyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi qirika xwe ketine nava koletiya herî rezîlane; bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareserker û çalak be, wê ev bibe rêya rast a rizgariya jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi jinê re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û hozantiyeke mezin dibe. Yên îdeaya xwe ya eşqê hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku bicihanîna vê eşqê, bi çûyîna di rêya vê zanyartî û meznahiyê de ye. Naxwe bi awayekî din meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e, û ji koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe negihîne heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê.

Di çanda civakî ya Rojhilata Navîn de bi belge û delîlên xurt piştrast bûye ku nîzama dayikê pêk hatiye. Piştî vê nîzama bavikanî (ji salên 5000 B.Z. ve her bi pêş ketiye) ceribandina sîstema îstîsmar û zordestiya pêşî îfade dike. Şoreşeke bi kok a li dijî jinê ye. Mal û zarok dikevin bin serweriya mêr ango saziya bavtiyê. Ji ber ku rê li nîzama muhafezekarî, zordestî û îstîsmarkariyê vedike zêdetir dijşoreş e. Wer xuya ye ku bûyîna xwediyê gelek zarokan nîzama pêşî ya mal e. Çiqasî zarok zêde bibin hêz, mal û milkiyet jî ewqasî zêde dibin. Têkiliya bavikantî û xanedantiyê bi milkiyetê re eşkere ye. Xanedantî saziya malbatê ya herî berfireh e; ji klanê mezintir e, hay ji xwe çêbûye û milk nas kiriye. Şêweyê pêşî yê baviktiyê ye. Bi paşveketina xwedantiya jinê li ser mal û zarokan re parelel dimeşe. Çanda dayik-xwedawendê şûna xwe ji çanda qral-xwedayên zilam re dihêle. Di çanda Sumeran de mirov van bûyeran bi awayekî balkêş dikare bibîne. Tevahiya dîroka şaristaniyê zewac û saziya malbatê di bin bandora modela xanedantiyê de bi pêş dikeve. Ji ber ku xanedantî weke yekdestdariya desthilatdariyê û îdeolojiya mêrê serwer hat qebûlkirin an jî dan qebûlkirin, zewacên serdest neçar man otorîteya bav nas bikin. Bi kurtî yên hatine avakirin ne xwezayî ne, belê nîzamên mîkro yên otorîter û îstîsmarkar in.

Modernîteya kapîtalîst ev nîzam hê zêdetir pêşde biriye. Di qada huqûqî de nîzamname û sererastkirinên qanûnî yên ji bo başiya jinê hatin kirin ji bicihanîna wekheviyê dûr in. Serwertiya zilam di bin mohra şaristaniyê de zewac pêşde bir, ji lewra mirov dikare wê weke saziyeke civaka cinsiyetparêz rewa dike, terîf bike. Hiyerarşî, desthilatdarî û yekdestdariya dewletê xwe di komika xwedî rengê şaneya civakî û herî zêde de nîşan dane. Di navbera wê bi xwe, bi awayê xuya dike û rewakirina wê de nakokiyeke sergirtî heye. Di şexsê jinê de saziya herî baş koletiya giştî ya civakê kamûfle û şapinêz dike, saziya zewacê ye. Pêvajoya pîrekkirina jinê (piçûkxistin, rezîlkirin, dûvikê zilam) dikin bingeh û civakê jî gav bi gav dikin pîrek. Koletiya zilam piştî pîrekkirina jinê û bi wê re di zikhev de hatiye meşandin. Koletî û pîrektiya li ser jinê hatî ceribandin û encamgirtî, paşê bi zilam û çînên bindest dan qebûlkirin. Ev pêvajoya bi şaristaniyê re bi pêş ket bi modernîteya kapîtalîst re derket asta herî jor û bilind. Faşîzm di pêvajoya pîrekkirina civakê de xwedî maneyeke taybet e. Civaka teslîmgirtî îfade dike. Modernîte civaka giştî ya pîrekbûyî îfade dike; ango her kes hatiye xesandin, qabîliyeta xwe ya parastin û bergiriyê ji dest dane, her kes êdî zilam û pîreka hev in. Komkirina sermayeyê ya dewamî bûyî, êdî wê bi awayekî din bi qasî keys û firsendê nede civakê, êrîşkar û hov bibe. Ew qad e ku destavêtin û koletî bi navê namûsê hem tê rewakirin hem jî hûrûkûr tê bicihanîn.

Ya maskeya rûyê modernîteyê tîne xwarê, dîsa rewşa îflasê ya malbatê ye. Di şaristaniya Rojava de îflasa malbatê bi tenê qelsbûna têkiliyên civakî nîşan nade; nakokiya bi civakê re, rewşa kaotîk û krîzê jî bi kûrahî nîşan dide. Çawa ku koletiya jinê asta koletiya civakî diyar dike, rewşa kaotîk a di têkiliyên mêr-jinê de jî rewşa kaotîk û nakokiya modernîteya kapîtalîst a roja me ya îro nîşan dide.

Cinsiyetparêziya civakî têgîneke bi desthilatdariya di têkiliyên mêr-jinan de bi sînor nîne. Desthilatdariyeke di her astê de li civakê belavbûyî, îfade dike. Desthilatdariya dewletê ya bi modernîteyê herî mezinbûyî nîşan dide. Ti obje bi qasî jinê tehrîk nade kirin û ji bo desthilatdariyê nabe mijar. Jin weke hebûneke kirine obje, xwedî wan xisletan e ku desthilatdariyê herî zêde bike. Timî di rewşa tehrîkkirin û pirrkirina desthilatdariyê de tê hiştin. Mirov di vê çarçoveyê de têkiliya jinê bi desthilatdariyê re analîz bike, ji bo eşkerekirina heqîqeta wê girîng e. Her zilam bi zêdeyî xwedî wê zêhniyetê ye ku hêrsa xwe ya desthilatdariyê li ser jinê pêk bîne. Heman zêhniyet weke hêrsa desthilatdariyê ya cinsê jinê ya li ser hev û zarokan pirrtir dibe û tê bicihanîn. Vê carê jin dibe gurê jinê. Bûyera jêre reaksiyona zincîrwarî tê gotin, ev e. Rola jinê di sîstema kapîtalîst a mêtinkariyê de gelekî bêhtir dest dide û eşkere ye. Ji bo sîstemê, bi tenê zarokan bêheq nayîne û mezin nake, bi heqdesteke herî kêm baz dide her kar û suxreyî. Li ser artêşa bêkaran di pozîsyona zextê û timî kêmkirina sîstema heqdestan de tê girtin. Cihê xemê ye, tevî ku xwediya keda bi cewr û cefayê ye, Marksîst jî di navê de, ti doktrînê hewce nedîtiye behsa ked û mafê jinan bike. Ji bo vê, analîzên hewce û helwesta polîtîk pêşde nabe. Nîşaneyeke din a berfirehiya cinsiyetparêziya civakî ya serweriya zilam piştrast dike, der barê keda jinê de ye.

Demografya, pirsgirêka şêniyan, ji pirsgirêka çînî qat bi qat zêdetir ji bo dinya û civakê tehlûke ne. Pirrbûna şêniyan ji nêz ve bi civaka cinsiyetparêz û modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Bîstûçar saetên rojê xwesteka cinsî ya natemire, çanda xanedanî û malbatê, polîtîka kapîtalîzm û dewleta netewe ya ji bo kara herî zêde û hêzê bi xwe re bend û sukurên li pêşiya pirrbûna şêniyan diteqîne, radike. Wexta ku alîkariya teknîk û tibbê li vê bê zêdekirin, rastiya derdikeve holê, ji aliyê dewamkirina civak û hawîrdorê ve rewşa herî bi tehlûke îfade dike. Kaosa demografîk bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Dinya me û hawîrdor ji mêj ve hecmê wê yê heyî (eger zêdebûna şêniyên 6,5 mîlyar bi vî awayî dewam bike) gihiştiye wî sînorî ku nikare barê wê rake. Ji vî alî ve jî nirxandina îflasa sîstemê girîng e.

Divê mirov baş zanibe ku jin weke amûreke zarokanînê xistine bin barekî xeternak û xwe lê ragirtina wî gelekî zehmet. Ji bûyîna xwediyê zarokan wêdetir, çavkaniya pirsgirêkê sîstemeke nanozikê û suxrekar a girankirî ye. Herweha divê mirov baş zanibe ku zarokanîn ne biyolojîk e, diyardeyeke sîstemwarî û çandî ye. Her zarok ji aliyê çanda heyî ve ne carekê, gelek caran tê maneya mirina jinê. Çandeke zarokanînê hewce ye ku qîma xwe bi hindikî bîne, bi tevahî tevdîrên tenduristiyê bigire û beriya her tiştî divê ji aliyê zêhnî ve ji bo zarokanînê hatibe amadekirin. Fikra hêzê û bêserûbinîbûnê ne bi rêya zarok, divê mirov bisipêre agahî-zanîna mutleq û bedewiyê, gihiştina civaka exlaqî û polîtîk, eger mirov bi van xusûsên pêşî tên, gihandina zarokan bi awayekî yekpare analîz bike, wê hê manedartir û baştir bibe. Xulase, divê mirov mezinkirin û gihandina zarokan li gorî pêdiviyên civaka ekonomîk û ekolojîk û li ser bingehê felsefeya azadiyê analîz û çareser bike.

Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zêhniyeta tecawizkar a bîstûçar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin. Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin. Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîng jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihure. Divê mirov hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihiştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.

Bêguman bi jinê re parvekirina jiyaneke azad û wekhev, hewce bi zanyartiya beramber bi heqîqeta civakî ya mutleq rast dimeşe, heye. Eşqa rastî bi tenê di tewazuna hêzê ya heqîqeta civakî de bi beramber hev, dikare pêk bê. Bi kesayetên bi koletî, destavêtin û desthilatdariyê bûne, eşq ti carî pêk nayê. Îflasên malbatan û ezmûnên serneketî yên dewamî û zêde pêk tên, vê rastiyê piştrast dikin. Heger jin jî herî kêm bi qasî mêr bibe xwediyê hêza civakî û zanyartiyê, hingê dibe ku evîn û xweşikî, bi awayekî azad û wekhev di nava aştiyê de û bê desthilatdarî çêbibin û bi parvekirinê pêk werin. Roja me ya îro ferz dike ku şoreşa jinê ya sedsala 21’ê li pêş were girtin. Slogana “Yan jiyan an jî barbartî” vê şoreşê ferz dike.

Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di tewazuna hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihiştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.

Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zêhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê mumkîn nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê.

Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.

بابەتی پەیوەندیدار